Freitag, 25. Mai 2018

ROJÎ



    Min dixwest vê heyvê niviseke ultra baş binivîsim, lê mixabin ji ber ku heyva rojîyê ye ji birçîbûna dil, gurçik û kezeba xwe min tu tişt ne nivîs î.Birçîbûneke ku giyanê Celadet Bedirxan werê (rehma xwedê lê be) bawernakim bêne zimanê Kurdî.

  Di vê dinyaya ku boş û belaş dizîvirê de ku tirseke min hebê ew jî
heyva Remezanê ye. Xwezî sal tenê 11 heyv ba û dinya li derdora rojê 11 carazivîrî ba. Belkî heyva rojîye derneketiba holê.
  Rojî, ku hûn bi malbatê re bijîn zor û zahmet e. Ku hûn negirin di dawîyê de şîrê ku cîya we daye we dibê ku heram bibê. her roj cîya min, min bi qurçika tehdît dike. Ez di navbera bêbaweriya xwe û şîrê cîya xwe de dimênim. Li himberî tehdîdên cîya min Bakunin were feyde nake.Ji tirsa wê şîrê, ez zanim ku min çi ezab kişandiya. Xwezî ciya min ez bi herobaby xwedî kiriba.. An jî piştî şeş heyviya min dest bi gidayê destek kiriba lê mixabin min sê sala şîr mijandîye.Ez heqê sê sal şîrê cîya xwe hesab dikim, turev, integrala wê distînim tevlî kusurata wê dikim divê hata 60 saliya xwe rojî bigrim.

    Derdê min ne tenê rojî ye hevalno. Di heyva rojîyê de gelek tiştên din jî tên holê. Dibêjin tu rojî digirê limêja bike, limêja dikê qurana xwe bixwene, quranê dixwenê werê tirewîha… Wê roja ha dîse bi tehdîta şîrê cîya xwe min da ser rêya camîye. Cîya min got divê tu werê trawîha. Ji xwe trawîh cihê sosyalbûna cîya min û jinikên cîranan a. Kes beyî kesî naçe camîyê. Di şaneşîna de bangî hev dikin. li ser facebookê kom vekirine herkes taqtîkê ku çawa di demek kin de çiqas xêrpoînta qizinc dikin didin.

   Axir min da devê camiyê bêhna kîlotlîçorapa, babet çorabiya û cilikê limêjê hinbûyî da dev û rûyê min. Min kir ku bi dizî bibaz im lê cîya min bi qemçika min girt. Cîya min û ekîba wê hazirîya xwe kiribûn, bi xwe re tupê oksîjenê anîbûn. Maskeyê xwe derxistin yek jî dane destê min wele me oksîjena xwe yî gewr kişand û em ketin camîyê. Ciya min cihê xwe ji serê rojîyê ve rezervasyon kiribû. Cilika herî ortopedik, ya ku wextê aniya xwe didanî serê wek kuş tuyî ji  xwe re dabû veqetandin. Lê cihê herî stretejîk û oldarîk cihê li cem qlîma bû. Jinikên Tirkan berî me ew der girtibûn.

Wele min jî li cem cîya xwe saf girt. Metik, xaltîk bûka metika min, ya xaltîka min hemû hatin. Me herekê ji oksîjenê hinek kişand. Doxîna etekê min li min sist bû ciya min girekek avêt. Çarika xwe jî li min gireda mûkekî min jî xwiya nedikir. Hata niha min herî zêde 4 rekat limêj kiribû lê min nizanî bû îşev wê feleka xayîn serî li min bi gerêne.

   Jinikekê start da ku em destpêbikin û me dest pêkir carîna serê min li lingê jinika pêşiya min diket ji bêhna gêjomêjo dibûm, min xwe dida hev carek din destê min li memikê ya cem min diket cengê min şilopilo dibû. Ev çend rikat bû yarabbî! nizam min çi guneh kiribû!!! Erê ma rojî û limêj ji min mabû… Yaw! di nav evqas mirovan de xwedê wê çilo min ferq bikê ku min rojî negirtîye! Şev nizam çawa xilas bû û min towbe kir ku carekdin di sînorê sikakê camîyê re derbas nabim û fobîya min î camîya dest pê kir.

   Pîrika min digot heyvê rojîyê de agirê di bin mirîyan de hindik dibê. Ez dibêjim di heyva rojiyê de yê herî îşê wan baş mirîne. Dibêjin ji gorê xwe derdikevin û digerin. Xwezî ez jî mirî bûma û tenê heyva rojî ji xwe geriyabama gorîstan bi gorîstan!
Belkî dinyayeke wek ku Inanolo Inanolo di çîroka xwe de gotî dinyayeke din hebê li wir.
    Di heyva rojiyê de naxwazim qet hevalê xwe yî sekuler bibînim. Ezîyata ku ez ji malbatê dikişênim bi hevalê xwe re dikişênim. 
wextê heyva rojîyê em digihijin hev herkes dikevê şoqê de tu çawa rojî digire. yeka nizanibê wê be li ku mezin bûye û her roj diçe ayîna Dêr a.Helbukî tu li zaroktiya wan dinêrê hê heft salî bi dest rojîyê kirine. Piştî berçavk û fularê wan rojê xwe yî ku bi herîyê lîstine ji bîr dikin.

   Gelek tişt hene di dilê min de blog têrî nakê. Vê heyva remazanê naxwazim fesadiya bikim. Ji xwe min gotiye bila xwede xêrpoîntê min ji ciya min re binivîse. Ji xwe tirsa min ji niha de dest pêkir piştî 11 heyve din dîse rojîye..

7 Kommentare:

Welat Ozalp hat gesagt…

Bi rastî nivîsekî pir xweş bû ye.. Mali ava.. Te derdê me hemû nivîsîye :). Lê min ev pirsgirêk çareser kir û got dîya xwe, tê çend lître şîr daye min bêje ez ê evqas şîr bistînim. Tilîyên te sax :)

inanolo hat gesagt…

Di heyata xwe de tenê carekê min rojî girtiye, ew jî nîv-roj :) Diya min her sal xwe aciz dikir çima rojî nagirim lê îsal deng deng nekir herhal ji ber ku ew jî îsal rojî nagire :)) Li gor ku ez ji çîroka Osman Sebrî hîn bûme dinyayeke din li goristanan mimkun e :)

esrake hat gesagt…

Spas malî ava :)

esrake hat gesagt…

Divê ez jî şoreşekê çêbikim lê bawerim ya me dd wê xwîn derbikeve 😅😅😅

cemil hat gesagt…

Destxweş Esrakê,mislîmantî gelek zehmet xuya dike demildest dev ji van tiştan berde...:)

rozasierrablogspot.com hat gesagt…

Saet xweş Esrakê.Wexta ku biçûk bûm li gund bûm ez jî diçûm terewîha.Xwezginîyên min dihat piştî bîst rikata, piştre neçûm terewîha û min berê xwe da kolxoza ez bûm 'heval Roza'û min dev ji wir jî berda niha li fitarê xurme dixwim li paşîvê jî bîra.

Anonym hat gesagt…

mirov çawa li tiştekî binihêre û wusa dibîne; lewra qelp, eyna çav e.

min eksê te rojî pir xwe$ dît û bi xilasbûna wê jî pir xemgîn bûm.

Wek te ku diyar kirye camiyada bên mêna pis tine! Tu ku xwe ve bawer bî navê camiyê bêje em ka ez herim kontrol bikim.