Freitag, 2. Dezember 2016

QUAFOR

     







    Dawet xweş e, geş e lê ji bo me jina îşkenceya herî mezin e. Ji ber ku barê dawetê tim li ser jina ye. Destpêka dawetê jî quafor e wey limin hewar. Ku peyvên dawet û quafor tên bahev ez dikevim tayê. Hafteya ku ez ê biçim quafor, nan naxwim ji qehra.Wek mehkumê sêdarê li benda wê rojê dimînim...(eyb e keçam lazim e serê malê yek here quafor, hûn neçin wê bêjin dilê we naxwaze, hûn di mal de mane û dihesidin filan). Off dayê off, daweta duduya,gir dikeve hemûya!

   Berî dawetê 56 seata em xwe kar dikin û diçin quafor. Piranî herkes weka ku wê here sporê bi eşofman e. Koma keçikên ku diçin îhtîmalek mezin heta melayê sibehê li civatê mane, ji ber vê yekê çavê wan ji xewa venabin. Tu dibêjî qey ceyranê bi wan girtiye û gijika por li serserê wan ketiye.(ma îşê quafor çiye, bila biedilîne). Didin ser rêya quafor, ya herî bi heyecan bûk e. Keçik xwe li bûkê digirin. Ji xwe ku navbera te û bûkê baş be belkî quafora te were ser belaşiyê.(an jî maqyajê belaş çêbikin).


Keçikê mala zavê û mala bûkê li serhev dikevin doblokê û dertên rê. Piranî her dû alî ji hev qet hez nakin.( ev qanûna mezin e ). Her dû alî jî dibêjin keçikê aliyê me maşalla xweşiktirin ji aliyê din.

   Li gor rîwayeta jinê berê ku ew roja quafor bêteşqele derbas bibe heta dawiya emrê xwe bûk û zava pevnaçin. Herkes xwe dide pêş dibêje dest bi porê min bikê. Tim ji xebatkarên quafor yek pozbilind e, rûyê wê tirş e û tu xwe bikujî ya dilê wê nabe. Di nav keçika de ya herî biaqil û bifiêl xwe dihêle dawîyê. Ji ber ku tu çiqas bimînî dawiyê ewqas porê te sipehî çêdibe.Yên wek min bi darê zorê dixin nav lepê quafora (pîra min digo kafir û mafdar bû).

  Quafor dikeve nav pora.(yê ku daxinik topuz çêbike simbêl û birî li ser belaş çêdibe).Herkes ji qataloga modela pora hildibijêre. Nîşanî yên din dide, dilê xwe xweş dike, di dilê wan dederbas dibe ku ya herî cûda wê bibe ya min. Di nav keçika de ya herî bitehlûka xwişka zavê ya mezin e. Ew ji ber ajantiyê şandine ku bala xwe bidê ser bûkê ka tevgerê wê çawanin, ka li gorî mala bavê wê ye, ka sivik e an na..

  Piranî ji nav keçika yek gelek gelek sosyete ye , tu tiştekî naecibîne. Herî pirew bi jinika quafor re şer dike. Carna tên wê astê ku quafor dike wê di şibakê ve biavêje. Qaşo herkesî ji qataloga modelekê cuda ecibandibû lê dawiyê quafor hemûya eynî derdixe.(por,derman, birî..) Herkes bi xwe heyirî dimîne. Haya kesî ji feqîra bûkê nîne. Di serde jî herkes xwe birçî dihele ji bo ku di kiras de zend û bendê xwe zirav nîşan bidin.

  Bi dengê qorna ereba bûkê panîkek destpê dike. Kes ji porê xwe ne menun e. Herkes êrîşî quafora dike. Bûk ketiye derdê gelînlika xwe. Zincîra piştê nagihijê hevdû. Herkes bi dil û can xwe dixe sîper. Zava serê xwe derdixe dibêje de haydêêê. Zava jî 10 seata di berber de maye îca ser giranîya li keçika dike.(Keçêee ev bêcemê kê ye li vir maye!! sidyan, şekal, tişort bidin hev em dereng man dawetê)

  Herkes li ereba belav dibin, siwar dibin diçin ber bi cihê dawetê....(keçê were tu li taxsîya me siwar be, da em bihevre desmala kesk sor û zer derbixin) Ayyy, xwedê li we xe kê pêlî sola min kir ay limiiin, ez ê çawa bi van piya govendê bigrim zalimnoooo.