4 Şubat 2018 Pazar

Guhê Muzîkê

   


  Ez dimêzînim qabiliyeta herkesî li ser tiştekî heye. Ên li derdora min ji sedî heftêyî wan teqez zanin li enstrûmanekê bidin. Tabî qesta min ji bo dema zanîngehê bû. Ew kesên xwedî qabiliyet di dema zanîngehê de li derdora min bûn. Ku ji wan kesan sê kes bigihiştana hev yekser wê bigotibana, “Ka tembûra min bênin da bêhna me derbikeve.” Di van civatan da bi gazekê re herkesî dest bi stranan dikir. lê ev gaz, heta nîvê neqaratê têrê dikir. Li ser rûyê Kurdistanê, ez dibêm ji serî heta binî kesek nizane tu stranan bêje. 

   Ez bala xwe didim stranbêjên dawetan, camêr stranê her carekê cudatir dibêjin. Jixwe ji ber ku em di govendê de ne em nakevin ferqiyê. Bê çi tê ber devê wan dibêjin. Ji ber ku peyvên dawîyê li hev tên kesek nakeve ferqiyê. Di van civatan de her carekê ji min tê rîcakirin da ez stranê bi stranbêjan re nebêjim.
Carekê di şevbihêrkekê de herkesî di telefona xwe de peyvên stranê vekir û bi hevalê stranêbêj re stran digot û deng li nav hev ketibûn. Min jî got, jixwe kes nakeve ferqiyê û min xwe ji nîşkeve avêt nava naqaratê. Piştî 2 sanîyan civat bela bû û mijar hat ser siyasetê. Şev wilo bi dawî bû.

  26 sal emrê min heye û di van 26 salan de, di van civatan de eynî stran tên gotin. ji bo wan şevan mala Şiwan Perwer û Ciwan Haco ava be ku hene. Ku nebûna me yê çawa stran bigotana. Û di çalakîyan da jî malan barkir nebûya nizanim me yê govenda xwe çawa bi pêş xistibana. Di va govenda da yekî hewalî, dirahijt desmalê û dest bi stranê dikir. (Ev kes bi gelemperî kesekî rihberdayî ye û teqez desmalek jî di sukra wî de heye) Govend bi kelecanî dest pê dike. Lê piştre deng nayê, bê deng dewam dike. Ji ber ku kes dewama stranê nizane…

   Min li ser dengê xwe yê kirekir ji guh dibir lêkolînek kir. Min ji xwe re got ka ez dikarim tiştina bikim? Ez kurd im û li gorî potansîyela xwe ez jî di ber donerê re bîberên tûj dixum.Çênabe gerek têsîra van bîberê tuj li dengê min kiribe.. Gerek qabiliyeta min a ji bo deng hebe. Divê çarekek hebe. Li gorî encama lêkolîna min xuya dibû ku guhê min î muzîkê nîne.!!Ez li çareya wê jî gerîyam. Hata sibeha li ser netê  min çav kor kirin.. û encamek derket hole. Encamê digot, “Ên ku xweyî guhê muzîkê nînin dikarin piştre jî xwe bi pêş bixin. Ez rûniştim û heftekekê li ber youtubeyê li ser guhê muzîkê xebitîm. Piştre min qurseke tembûrê dît a şaredarîyê bû. Min xeber da hevalên xwe û em 5 kes hazir bûn. Em çûn qeydê û xoce şertên qursê ji me re wek libên tizbiha  dan rêzê. Divê tembûra we hebe û divê hûn ji ezmûna rîtimê jî derbas bibin û divê nizam çi. Got sibehê werin bikevin ezmûnê dusibe qurs wê dest pê bike. Wextê behsa ezmûnê hat kirin paqên min lerizîn panîk ataqa min dest pê kir. Got, Na na, ne ezmûneke dijwar a, hêsan a. Ji sedî not kes teqez jê derbas dibin. Heta niha kesê jê mayî me nedîtiye.




  Heta bû sibeh ez nerazam. Şev li min nebû sibeh. Şev li min gerîya û ez jî li xewê. Di nava yurdê de min çend tur avêtin Xwedê dizane. Min li wê şevê derdê çend keçikan guhdarî kir nizanim. Min çend caran ceriband ku cixareyê bikişînim, lê her carê di qirika min de dima. Axir bû şeveq û em çûn cihê qursê. Sira min a dawîyê bû. Ên ku diketinê jê derbas dibûn. Dora min hat û ez hêdî hêdî ketim odeyê. Jinikeke devbiken û xwîngerm bi serê pênûsê rîtimek li maseyê da û şanî min kir û got, “Vêca tu jî vê derbixe.” Min kir nekir derneket. Careke din, careke din û careke din jî min dernexist. Jinikê got, “Wele mixabin em nikarin te bigirin. Guhê muzîkê bi te re nîne.” Kelagirî ket qirika min. Gunehê min bi halê min dihat. Li derve hevalên min li benda min in… “Yarabbî te çima hema qabiliyetek neda min! Wexta te qabiliyet belav dikir nizam min çi dikir...” Ez çûm ber derî, min li çavên jinikê nêrî. Min gotê: “Ez qurbana we me. Min bigirin. Hevalên min tevde wê dest bi qursê bikin. Ez ê tenê bimînim. Min bi vê travmayê ve nehêlin.” Wele jinikê li min meyizand û got, “Temam bila wisa be. Ez ê ji qeydeyên qursê tawîzekê bidim...” Ez ji eşqa difirîm…

   Me dest bi dersan kir. Gotin bila tembûra we ya dirêj (uzun sap) be. Di dersê de her kes hînî lêdanê dibû, lê min dikir û nedikir nedibû. Carina destê min nedigihîşt notaya dawîn, carinan jî tela tembûrê diket navbera neynokên min ên ku min ew her roj bi îtinayekê manîkur dikirî.Werhasil me bi şewq û bi eşq dest pê kir. Lê mixabin dewama wê nehat. Me tevde dev jê berda. Niha tembûra min bi dîwêr ve ye. Her cara ku ez wê dibînim bêqabiliyetîya min a muzîkê tê bîra min.

    Hê jî mirovê zanin li enstrumanekê didin ku dibînim hêstirê xwe diavêjim dilê xwe. lê zanim ku em mirovê ku guhê wan muzîkê nîne em ne bitenê ne.Teqez qabiliyata me jî li tişne din hene.Hata em wan keşif bikin Îşalla em ne mirin, emrê me têrî bike..

Spasîyên herî germ ji Mistoyê Heco re :)

8 yorum:

İnan Eroğlu dedi ki...

Li ilkokulé min li bilûrê dida, hetta çend meqaman jî min lê dida lê ji bêsebriyê min dev jê berda. Ez jî gava van gencên enstrumanlî dibînim bêhna min teng dibe. Gerek xwe hînî enstrumaneke din bikim :)

yusiv hemed dedi ki...

Hûn..Ewên ku guhên wan î muzikê tune ye, hûn heqqeten pirr mekroh lê dixin :) û ewê/a ku gotiye "hûn karin piştre jî xwe pêş xin." Bi qendir xwe derewa dike. Guhè muzikê allah vergisi ye cinim.

Esrake dedi ki...

Emrê te ji bo bilûrê çû canisi ez dibêm nede zor e :))

Esrake dedi ki...

Yaw min hinekî ceriband welleh hinek ritman derdixim lo.Ka wextê tu vegerayî wer li min bihisêne ez e çawa lê bidim :D

Rênas Xendekî dedi ki...

ez jî yek ji mexdûrên şevên strana me.
wan şevên dûmana cixarê li ser serê me weke ewra bilind dibû.

min jî xwe ber erbanê re kir. lê wek mesela te, min kir û nekir nekarî rîtm bigrim; paşîyê min go: na bavo na, guhê min ê muzîkê nîn e. erbaneya min hê li ser dika derîyê odeya min e. wê li wir toz girt, min li vir civatên stranî terk kir. :)

Esrake dedi ki...

Ji xwe stranê wan kevin bûne. Werê em xwe li cazê filan bi ceribênin kanka. bila stranê wan î mala barkir filan ji wan re bimêne . :D

merwan berxwedan dedi ki...

Saet xwes penusek heja..

Mahmut Ceylan dedi ki...

siheta te xwes