Freitag, 10. November 2017

Terzî Xêredîn




   

  Ev der Zeytinburnu ye. Bi navê ku xortên apaçî yên li semtê dibêjin jî ZB ye. Wextê hûn ketine kolanên vê semtê de li xwe miqata bin. Ji nîşkê ve hinek dikarin tif bikin, hem jî tifa bi balxam. Ev mirovên ku tif dikin jî hata sibeha kif kifa çixara wa ye. Wextê ez dimeşim ji bona ku balxaman nebînim bi gelemperî li erdê nameyîzênim. Ji ber wê ez asîmanên Zeytinburnu ji erdên wê bêhtir nas dikim. Her roj wek ferza limêjê mail dişiyênim ji şaredarîya Zeytinburniyê re da ku va mirova piştsînorê ZB bikin. Lê hê kesî bersiva maîlên min nedaye.


   Li ser rûyê vî welatî, li ku derê mirovekî ku nayê hezkirin, bindest, maxdur, tînercî, balîcî heye xwe li semta me girtiye. Vê sala borî BM yê li ser hejmara cureyê mirovên ku li ZB dijîn lêkolîn kir lê hejmara cureyê mirovên li semta me tespît nekirin. Ji ber ku ewqas bindest hene, belkî li ser rûyê dinyayê li ZB tenê Kurd ketibin kategorîya serdestan. Ez xwe hêdî hêdî di nav kolanên Zeytinburnî de berdidim. Tam dema min gava xwe avêt şekala min kete nav balxama vî zilamê Ozbek..! Li serê koşê wextê we xwe ji qahwa Sîraco berda wê dikana terzîkkî derkevê pêşiya we. Bi cama dikanê ve qetek qartona qoliyekî heye û li serê ‘Terzi Xêreddîn 21’ dinivîse.

   Terzî Xêrreddîn Abê, ji Lîcê ye, 45 salî ye, simbel boq û tam li ber lêva wî şahnikek heye. Hinek qelew û kinik e, ev 10 sal e li Zeytinburnu terzî ye. Li derdora wî çiqas atolyê takstîla hebin jî mêrik ji xwe bawer e. Dibêjê hata Cemîl Îpekçî hatiye li cem min staj kiriye, gelek hunermendan teklîf kirine lê ez naxwazim. Dixwazim qarîyera xwe li vê taxê dewam bikim û li van kolanên ZB jiyaneke mutevazî bijîm. Ji ber ku navbera wî û keçika baş e, jina wî gelek cara wî nahewîne malê. Her roj di kolana da şerê wî û jina wî ye. Vêya jî ji xwe re qet nake derd. Dibêje mirovê ku serkeftî bin her daîm rastî bertekên wilo tên. Tu li jiyana modecîyên navdar meyîzêne her tim di jiyana wan de ev pirsgirek hene. Mînak Pierre Cardin, her daîm navbera wî û jina wî jî ne baş bû.

   Dikana wî bi qasî odekê ye. Herî zêde ji abîyeya kar dike. Abiyeyê kevin dide hev û li mankêna dike, hineka bi dîwara ve didaleqênê.(Hingî dikan tevlîhev e û kiras pir in dema ku em dikevinê ji bo ku em winda nebin û ji bo ku em bêoksîjenîyê nemirin em destê hev naberdin û maskeya oksîjenê bi xwe re dibin.) Mirov dikare abiye, kiras û xeftanê hemû herêma li dikana wî peyde bike.

    Kirasa dide bi kirê jî. Jinik pêşî kiras diecibînin, dihilbjêrin û hinek qapora jî didin, pişt re kirasî dibin. Pirsgirêka wî ya herî mezin, abîyê wî dibin û carek din nayînin. Her kirasê ku dida kirê ji karê bêhtir tê de xisar dikir. Ji ber wê jî li gorî xwe hinek çare dîtine. Hata êvara li dikana wî DÜĞÜN TV vekiriye û lê temaşa dike bê ka li nav dawata abîyê wî hene an nînin. Li gorî gotina wî abîyekî xwe li herêma Colemergê li ser keçikkê dîtiye, çûye wir bela xwe tê daye û heta keçikê jixwe nekiriye ew ne berdaye. Dawîya heftiyê li salonên daweta digerê û abîyeyê dikana xwe tespit dike. Li gorî gotina xelkê keçikên ku tespît dikê di govendê de dikevê destê wan de û hata tiliya wan a qilîçankê xwahr nekê bela xwe ji wan navekê. Carekê kiriye ku gelinlikê bukê biqetîne û dawetê xistiye nav hev, çend kes li ser abiyeyê wî birîndar bûne. Li gorî analîzê Xêredîn Abê piranî diziya abîyê wî keçikê Mêrdînî dikin. Dîsa li gorî gotinê wî keçikek ketiye qabîna cila û sê abiye li ser hev lixwe kirine û derketiye. Wextê Xêreddin Abe ferq kiriye keçikê qîj daye kolanê, gotiya hawara werin Xêro min tacîz dikê..

   Li her derê dikanê ve tabelaya ‘Abiye Götürüp Getirmeyen Şerefsizdir’ daleqandiye.

   Terzîtiya wî jî li gorî rewşa moralê wî diguherê. Ku tu ecele lê bikî henekê xwe pê dike. Dibêjê min relaks bihêlin. Ku mirov dilê wî xweş bikê diyarîyê manîdar ji dikarê bide te. Wê rojê min jî kirasek da dirûtin. Got heftikê de wê xilas bibê. 4 hefte derbas bûn ez diçûm û dihatim ne li dikanê bû. Hat guhê min ku hineke ji Surî abiye kirê kirine û birine Rojava, Xêredîn Abê jî ketiye pey wan û ew di sînor de girtine hata Asayîşa Rojava ketiye navbera wan û meselê hel kirine. Dure her sê abiyêyê xwe ji bo azadiya Rojava diyarî kirine…

    Axir ev çend hefte çêbûn ez bo kirasê xwe yê ku min gelek kin xwestibû lê wî û ciya min lihev kiribûn û bostek dirêj çêkiribûn çûme dikana wî. Deqolte jî nixûmandî.... Her çiqas min gazin kirin jî guhê xwe neda min. Gote, min şîrova xwe yî postmodern tevlî kir. Şehkek jî dîyarî min kir, got eybe yaw, qey şeh di mala bavê te de nînin, pora te halo gijolî ye…Ev por qet li vî kirasî nayê...

    Dirajim kirasê xwe û bi moralekî xirabûyî qahwa Sîraco derbas dikim, zilamê li devê derîyê qahwê dimeyîzênin, ji xwe hemû qaldirim jî îşgal kirine, mirov rehet nameşê...Axx dîsa min pêl balxamê kir ax ji derdê van Afqana!!!


21.08.2017- http://kurdigeh.com/details.aspx?an=621