Montag, 11. September 2017

ROJBÛNA TE PîROZ BE HAKAN





Zanîngeh hê nû xilas bûbû. Ketibûm valahîyeke wilo ku wek xwe di valahîya uzayê de berdidim xwarê. Di wan rojên dijwar de hevalên min bi tenê Kariyer.net, SecretCv, Elemanim.net û lînkên din bûn. Ji bo kar her roj diçûm hevdîtinekê; ji holdînga heta tornaciyên di binerdê de… Li sanayîyê deverek nema ku çûmê. Ya wa ez nedigirtim ya jî min ew nediecibandin.

  Roja min serê xwe ji PCyê dirakir ciya min qatalogên marketan dianî ber min û me bi hev re qatalog dinirxandin; li kîjan reyonê çi heye, çi çiqas ketiye arzanîyê, goştê herî ekonomîk li kûderê ye, jeopolîtika û sîyasîya kîjan marketê çawa ye bi seatan em diaxivîn. Min di dawîyê de didît ku ez û cîrana me xaltîka Eyşê di sira nanê belediyeyê de ne û biryara şîvê didin bê em ê çi çêbikin. Rojekê min ji dûr ve li xwe meyîzand û hindik ma ku ez dîn bibim. Min xwe bi awayekî panîk avêt Enstîtuya Kurdî…

   Bi xalê Hîkmet re ketim pazarlixa pereyên qeydê û min qeyda xwe çêkir. Ketim polê. Min meyîzand li hemberî min kurikkî wilo sempatîk, xwîngerm heye û ez çûm li cem rûniştim. Min bi serê xwe silav dayê. Min di dilê xwe de got: “Welle ev tîp vêga tam bi kurdî zane. Himm… ji riha wî bellîye canim.” Mamoste xwest em xwe bidin naskirin. Di wir de yên ku bi kurdî zanê, nizanê kifş bûn. Wextê dora Hakan hat wî bi kelecanî got: “Navê min Hakan. Ji Diyarbekirê me. Mamoste ez bi kurdî nizanim.” Ez bi hevoka dawî şoq bûm. Tu çawa ji Diyarbekrê be û kurdî nizanî be filan û hevaltiya me wilo dest pê kir.

  Ez û Hakan bûbûn wek cêwîya. Wî jî nû ji karê xwe îstifa kiribû. Ji betalîyê me hemû sikakên Stenbolê serobino dikirin. Cafekek nemabû ku em neçûne. Ji betalîyê li ku derê konser, çalakî, konferans hebûn em diçûnê. Carekê em bi xeletî ketibûn toplantıya TKPlîya jî. Ji ber ku li ser afîşa wa yurtsever dinivîsî me got: “Teqez ev jî kurd in, em herin.” Di toplantiyê de gengeşî derket, bûne nizam çend perçe. Me jî di wê navberê de bazda. Û me biryar da ku em nema tevlî civînên polîtîk û sîyasî bibin.

   Ez û Hakan li ser înternetê li çalakîyên hunerî digerîyan. Wê demê jî hevalê min î herî entellektuel Mewlûd bû. Min meyîzand Mewlûd danasîna pêşangeha Şener Ozmen parve kir. Ez û Hakan me da ser rê û em çûn pêşangehê. Di jiyana xwe de cara yekem bû ku em çûbûn pêşangeheke modern. Kurikekî biberçavk û bi fular bi me re ket salonê. Me ew dişopand bê çi bike em jî wek wî bikin. Me li videoya temaşa kir. Fotraf bi dîwara ve bûn, weke em pisporên vî îşî ne me bala xwe dida hertiştî. Hakan got: “Yaw ev hineka trîpota xwe ji bîr kirine li vir, di nîvê salonê de.” Lingê min jî lê ket, di cihê xwe de sabit kirî bû. Min got belkî ji bo mirovên ku tên pêşangehê bila makîna xwe yên fotrafê deynine ser danîne wir, an jî ji bo em çanteyên xwe filan deynin… Me telefonê xwe danîn ser û têra dilê xwe fotraf kişand. Wextê em derketin me ferq kir ku em ji derîyê xelet ketine pêşangehê. Ji fedîya me di cih de ew der terk kir. Serê şeveqê Hakan li min gerîya û got: “Li facebookê meyîzêne.” Min meyîzand ku li ser pêşangeha Şener Ozmen nivîsek derketiye. Ku trîpot parçekkî pêşangehê ye û nizam çi temsil dike. Jixwe derket holê ku li gorî nivîsê me pêşangeh jî gelekî xelet fêhm kiriye.

  Encama ezmûna me eşkere bû. Hakan ji min behtir pûan standibû. Em ji bo asta sêyem xistin mulaqatê. Ez derbas bûm Hakan ma. Ji ber speakinga wî xirab bû.... Dîse me hev neberda. Em her dem li cem hev bûn. Piştre me Mujgan nas kir. Mujgan jî bû sêyemîna me. (Hakan bievînî jê hez kir). Em bûbûn wek malbatekê. Taştêyên me yên dawiya heftîyê navdar bûn. Min melemen çêdikir, Hakan hêka biqaşarûsicûq. Rojna em diketin berbazîyê bê ka herî zêde ya kê tê xwarin.

   Rojekê Mujgan û Hakan biryar dan ku herin Italyayê. Ohoyyy! Wek min du parçeyên xwe li balafirê danî… Soz dane min û gotin: “Em ê vegerin û bi hev re li Diyarbekrê hostelekê û qursa flemenkoyê vekin..”

   Ez her roj behtir bêrîya wan dikim. Bêrîya wan rojên me dikim. Îro rojbûna Hakan e. Min xwest vê carê ji bo Hakan binivîsim. Ez zanim, gelekî zor e mirov hezkirina safî û temîz bibîne. Gelekî pê şad im ku min mirovekî wek Hakan nas kir. Di navbera me de her çiqas sînor hebin jî ez zanim ku em her daîm bê sînor ji hev hez dikin. Baş e ku me di rêya zimanê xwe de hev nas kir. Baş e ku em bûn hevalê hev. Tu yê heta dawîya emrê min bibî hevalê min î ‘1nimre’.


“ROJBÛNA TE PÎROZ BE HEVALÊ MİN”