Mittwoch, 30. Januar 2019

MAQARNAPERESTÎ


 

   Mirov li zaningehê xwendekar be hema çi bê ber wê dixwe. Lê mirovek wek min rewşenbîr û mirîyê tama devê xwe û çilorî qet îstisna ye. Li ku derê bejê bênefsîkek hebê ez li wir bûm û hê jî li wir im.
Di jiyana min de bêjin ku tu li dûv çi dimeşê ez dikarim bêjim li dûv maqarna û sosên wê...

  Wesîyata min ew e ku ez bimirim bila xêra min meqernayên bi sosên cûr bi cûr belav bikin. Her tepsîka meqerna ku hûn ji bo min belav bikin li dinyaya din ez ê bibim kefîlê we û cinnetê, û hêvî dikim ku li cinnetê darên maqarna hebin û çemên sosên wê biherikin.

   Bajarê ku diçimê çavên xwe li maqarnacîyên wan digerênim. Bajarên ku lokantayên maqarna lê nebin ji çi re ne? Ez çûm aliyê serhedê ji goşt pêdetir tu tişt nebû.Hawara ma li van bajara kesekî ku maqarnaxwar, maqarnaxwez, maqarnaparêz nîne!

   Heftîkekê li Wanê mam min pirsgirêka Wanê tespît kir ku mirov ji bê maqarnayî bi stres in, çimkî di heftîkekê de yeka wek min xwedî klass ( klassbûn jî nizanim çiye jinikekî di videoya
xwe de bikar dianî min got ez jî bikar bênim firsat e) ket stresê û nexweşîya şekir bi min re çêbû. Ev mirovê Wanî iddia dikim ji bê maqarnayî çopê xwe diavejin ber bahrê. Mirovê ku ji maqarna hez dikin bala xwe bidin hişmendîyeke wan heye û li himberî xewazeyê gelek bi rêz in.Ekolojist û demoqratik in, femînst in. Ku li nav Wanê tikanê maqarna vebin ez bawerim wê ev meselaya aşîreta jî çareser bibe....
 Em çûn restorantekê min ji garson pirsî gelo maqarna heye got na sac tawa heye. Min di nava nîv seatê de bajêr terk kir. Di rê de têr grîm...çûm ser tirba Feqîyê Teyran gazinê xwe jê re kir. Min got ya feqî te derdê civîka fehm dikir işalla tu yê min jî fehm bike hey hawar!!

  Rojekê ez û hevaleke xwe di rê de dimeşîyan ew jî yek wek min maqarnaparêz e, me fotrafê meqerna li ser cama kafeyekê dît û em ketine me got du maqarnayên bi napolîtan sos.. Ji ber tama devê me xiranebe me av û tu tiştekî jî nexwest. Garson trîp avêt! Wextê adîsona xwe dinivîsi di bin çava de dimeyîzand. Min jî di bin çava de lê dimeyîzand lê wek heya min ji tiştekî nîne.


 Garsonê me yî ku di sukra wî de papyon, elekek li ser mil û berdilkek li ber... ber bi me ve hat. Serwîsa me hazir kir û bi kîbariyekî silavek da me. Bi heyecan em li benda meqernayê bûn. Garson tepsika meqerna danî ber me…
  Min bêhna maqarna kişand hindirûyê xwe! Bêhna bîber, pîvaz, sîr û avabacana direqisîn bi hev re.
Pîgmentê bêhnê ew bêhna xwarinê zemt kir û pê ve zeliqî kişand nava bêhvila min. Di nava bêhvila min de hinek geriya pişt re xwe berda qirka min. Sînusên min î ku di xewna şêrîn de bûn, hemû rabûn ser xwe.. Mîtekondrîyê min ketin şokê. RNA yê min ketin reqsa memlekena. Xeber dan mîda min got rabe xwe amade bike ev çend sale tu li benda vê ta'mê buyî.

  Wexta min çatal diberda nava sênîkê û lê badida di nav sosa napolîtan de wilo di şemitî di nav wê ava bacana de wek tangoyê digirt.Wek qayax dikir li ser çiyayê sîpanê hata xwarê. Hata niha çatalek û maqarnakek ewqas li hev nehatibû. Min maqarna xwe li çatalê pêça hata dawîye.. Mezinahîya wê tam li gor devê xwe eyar kir, dema ku min xist devê xwe da dem wendanekim.

   Min çatalê rakir xiste devê xwe û di nav dinanê min de hûr dibû. Her cara ku min gez dikir ta'mek xweş xwe li nav laşê min de diberda. Yarabbê alamê mezin bila ev kêliya xweş xilas nebe. Ji devê min hata mîda min qarnaval çê dibu. wek qarnavala Rio. Lê ev keyfxweşî hata dawiya tepsikê xilas bû.

   Çawa her tiştê xweş wilo diqede ev xweşî jî wilo xilas. Wê rojê min fêhm kir ku tu cara xweşîyeke bê dawî nîne.
 

  Me xwe da hev bi dilekî xemgîn em derketin.Dinanê min e paş de qetek maqarna mabu. Min bi zanebun ew hişt da ta'm berdewam bike.Me got êdî cihekî me xweş heye. Edî kengî dilê me maqarna bixwaze em dikarin werin.Êdî em mala xwe li vî bajarî deynin.Bila temenê me li vir derbas bibe.Hata ev cîh li ser rûyê dinyayê be em e jî li vir bin!
 Min ewqas hevalên xwe tanîn vir, hevalên min ên ji Tanzanya hata Nîjerya... Min dixwest herkes wek min bextewar bibe, mîda herkesî govendê bigre.
 

   Me ji ku zanîbû ku feleka xayîn î qahpik û bê fihêt û qarase û reş wê li me bigere. Feleka ku li serê Ciwan Haco gera ma li serê min feqîra xwede nagere.

   Piştî azmûne me got em xwe bavêjin dikana maqarna em çûn ku dikan girtiye! Me turek avêt tu kes nebû. Erêêê!!!!!!! Kafe hatîye girtin li ser jî nivîsîye li xweş baş binêr in kafehezên me êdî em nîn in. Di serê min de qaseta Mem Ararat ya 32577... derbas dibû. Belkî niha ya 32588 jî derketibe. Em wilo xemgîn, wilo bi eş bûn. Ji qahra min dikarî bi qasî deh dengbêja biqîrim. Ewqasî eşê da ser dilê min.Erê xwedayê mezin te em bê welat hiştin ma çima bê maqarna? Ma qey em tu cara hata dawîyê bextewar namênin. Heqîqetên erdnîgarîyê qeder e…

  Min hevala xwe hemez kir, min got ev tişt tê sere her mirovî. Em xwe bi van êşa ve neberdin. Em li her derê bajêr bigerin, di cîhanê de em biçin ku derê em bigerin elbet em e rojekê bi ser vê ta'mê ve bibin. Me wê rojê soz da hev ku kî ji me wê tahmê bibîne wê xeber bide ya din.

 Her bajarê ku em çûne, welatê ku em çûne digerînin, li taxsîmê kefeyek restoranek me nehişt û me ew ta'ma ku em birin qurçika cinetê nedît.Niha me bihist ku li eyaletekê Arjantinê maqarnacîkek heye ku ta'ma wê li ser cîhanê nav daye.Me bilêtê xwe ji promosyonê kirîn û niha li balafirgehê ne em li pey şopa wê ta'mê ne…

5 Kommentare:

inanolo hat gesagt…

Bi rastî pir li ber ketim ku ew kafeya hatiye girtin. Xwendevanên ezîz belkî nizanibin lê Esrakê baş dizane ku ji bo tama wê meqerneya wê behs kirî, tenê ji bo wê tamê, ji Parîsa xopan qeriyam, min rûyê xwe jë ba da û hatim wê kafeyê. Hem jî bi Esrakê re. Hîn jî ew sûretê Esrakê li ber çavê min e, her cara çetelê xwe di nav meqerneyê re dikir, çavên wê diweşiyan nav sênîka li ber wê û dibûn parçeyek meqerneya ku di gewriya wê re wekî pêlên Behra Wanê dihatin xwarê. Tevî xemgîniya xwe ya ji ber qefilkirina wê kafeyê, her weha kêfxweş im jî ji ber ku ev bendeyê belengaz jî hema piçikekî ji wê meqerneya pörfekto tam kir û bû şahidê meqernexwarina Esrakêya baştirîn meqernexwira Kurdistanê. Navê Esrakê îro roj ji navê her kesî bêhtir heq dike ku bibe navê restorana herî baş ya meqerneyên herî xweş li Kurdistanê. Ez blogerkê feqîrë Xwedê, her vê hêvî û daxwazê di dilê xwe de mezin dikim, û bi hesreteke bê hed û hesab li benda wê rojê me, ew roja ku tarîx dê navê meqerneya Esrakê bike mîladek ji bo vê dinyaya qedirnezan, ev qedirnezana ku li ber bayê eyarfirehan dikeve.

esrake hat gesagt…

Mala te ava İnalolo. Erê wê rojê min fotrafe me meyizand em çiqas bextewar bun. Heyf bi wa roja. Ez li benda wê rojê me ku navê min li maqarnayeke bibe û hemû mirovahî bextewarîya bê dawî bijî. Ez ê tê jî bixim onur ortaqî 😀

Unknown hat gesagt…

Nîvîsa te gelenperî başe. Lê te gotîye li Serhedé miqarna xweş tunne, Wanî û miqarne fîlan, Mem Ararat hişé min tevlihe v kir. Û te zaf wêje ya Tirkî bikar anîye. Spas dikim

Gulistan hat gesagt…

ez jî ji meqerna hez dikim lê ev hezkirina te tiştek dine. pir xweş bû min bi ken xwend. :) serkeftin

Girê sor hat gesagt…

Rasti te şayesandıne ka pir xweş kîrye. Xwendîna vî nivîsê pir xweş bu. BiQuran dilêmin ço meqerne te wilo pesna wî da. Mejîyê minda meqerna bisosa napolîtan heye.��