Freitag, 2. Dezember 2016

QUAFOR

     







    Dawet xweş e, geş e lê ji bo me jina îşkenceya herî mezin e. Ji ber ku barê dawetê tim li ser jina ye. Destpêka dawetê jî quafor e wey limin hewar. Ku peyvên dawet û quafor tên bahev ez dikevim tayê. Hafteya ku ez ê biçim quafor, nan naxwim ji qehra.Wek mehkumê sêdarê li benda wê rojê dimînim...(eyb e keçam lazim e serê malê yek here quafor, hûn neçin wê bêjin dilê we naxwaze, hûn di mal de mane û dihesidin filan). Off dayê off, daweta duduya,gir dikeve hemûya!

   Berî dawetê 56 seata em xwe kar dikin û diçin quafor. Piranî herkes weka ku wê here sporê bi eşofman e. Koma keçikên ku diçin îhtîmalek mezin heta melayê sibehê li civatê mane, ji ber vê yekê çavê wan ji xewa venabin. Tu dibêjî qey ceyranê bi wan girtiye û gijika por li serserê wan ketiye.(ma îşê quafor çiye, bila biedilîne). Didin ser rêya quafor, ya herî bi heyecan bûk e. Keçik xwe li bûkê digirin. Ji xwe ku navbera te û bûkê baş be belkî quafora te were ser belaşiyê.(an jî maqyajê belaş çêbikin).


Keçikê mala zavê û mala bûkê li serhev dikevin doblokê û dertên rê. Piranî her dû alî ji hev qet hez nakin.( ev qanûna mezin e ). Her dû alî jî dibêjin keçikê aliyê me maşalla xweşiktirin ji aliyê din.

   Li gor rîwayeta jinê berê ku ew roja quafor bêteşqele derbas bibe heta dawiya emrê xwe bûk û zava pevnaçin. Herkes xwe dide pêş dibêje dest bi porê min bikê. Tim ji xebatkarên quafor yek pozbilind e, rûyê wê tirş e û tu xwe bikujî ya dilê wê nabe. Di nav keçika de ya herî biaqil û bifiêl xwe dihêle dawîyê. Ji ber ku tu çiqas bimînî dawiyê ewqas porê te sipehî çêdibe.Yên wek min bi darê zorê dixin nav lepê quafora (pîra min digo kafir û mafdar bû).

  Quafor dikeve nav pora.(yê ku daxinik topuz çêbike simbêl û birî li ser belaş çêdibe).Herkes ji qataloga modela pora hildibijêre. Nîşanî yên din dide, dilê xwe xweş dike, di dilê wan dederbas dibe ku ya herî cûda wê bibe ya min. Di nav keçika de ya herî bitehlûka xwişka zavê ya mezin e. Ew ji ber ajantiyê şandine ku bala xwe bidê ser bûkê ka tevgerê wê çawanin, ka li gorî mala bavê wê ye, ka sivik e an na..

  Piranî ji nav keçika yek gelek gelek sosyete ye , tu tiştekî naecibîne. Herî pirew bi jinika quafor re şer dike. Carna tên wê astê ku quafor dike wê di şibakê ve biavêje. Qaşo herkesî ji qataloga modelekê cuda ecibandibû lê dawiyê quafor hemûya eynî derdixe.(por,derman, birî..) Herkes bi xwe heyirî dimîne. Haya kesî ji feqîra bûkê nîne. Di serde jî herkes xwe birçî dihele ji bo ku di kiras de zend û bendê xwe zirav nîşan bidin.

  Bi dengê qorna ereba bûkê panîkek destpê dike. Kes ji porê xwe ne menun e. Herkes êrîşî quafora dike. Bûk ketiye derdê gelînlika xwe. Zincîra piştê nagihijê hevdû. Herkes bi dil û can xwe dixe sîper. Zava serê xwe derdixe dibêje de haydêêê. Zava jî 10 seata di berber de maye îca ser giranîya li keçika dike.(Keçêee ev bêcemê kê ye li vir maye!! sidyan, şekal, tişort bidin hev em dereng man dawetê)

  Herkes li ereba belav dibin, siwar dibin diçin ber bi cihê dawetê....(keçê were tu li taxsîya me siwar be, da em bihevre desmala kesk sor û zer derbixin) Ayyy, xwedê li we xe kê pêlî sola min kir ay limiiin, ez ê çawa bi van piya govendê bigrim zalimnoooo.

Freitag, 28. Oktober 2016

BİSİKLÊT

   

BİSİKLÊT



   Li gorî min mirov du çeşîd in.Yên dikarin bisiklêt biajon û yên ku nizanin biajon. Ez tabîkî di nav çeşîdê duyem de me. Ji xwe xwedê şans nedaye min. Ez her tim di tiştên wilo de qels dimînim. Kengî di nav hevalan de planan dikin ka em dawiya heftê çi bikin, tirsek min digire. Ku dibêjin yaw ka em vê heftiyê herin Adalara, bisiklêta biajon (erêêê, jixwe li bajarê bavê te jî adalar hebûn) ez di cihê xwe de dibim kevvvir. Herkes tiştekî dibêje lê ez deng dernaxim, her tiştî diavejim dilê xwe. Hetta ew qehr xwe dide ser dilê min û di hundirê xwe de digirîm. Dîsa ji tu kesî re nabêjim(ev zilm e zilm). Ji ber vê mijarê newêrim herim nav civatekê. Aaaxx û xwezî ez li zamanê berê bijiyama. Her li ber sobê rûdiniştin ji xwe re çîrok digotin, cihêza çêdikirin û makîneya wan a dirûtinê hebûya ew diajotin/dişuxulandin û hew. Nizanim çi gunehê min hebû ku ez hatim vî zemanî.(hey zamanooo, wez stûxwaroo)

   Rojêkê bavê min hat ku pisqilêtek li milê wî ye.bisiklêtekî biriqokiya ku xemrî û şîn di nav hevde bû. Bi tekerê wê ve morîk, bi direksiyonê ve qurdale girêdayîbû.

  Me ji eşqa xwe li dora wê hildida, serê me digihîşt esmana. Gotin pisqilêt ya birayê te ye. Ew yê mezin e, bila carna te jî li pişt xwe siwar bike. Min xwe bilind kir û li erdê xist. Ji girî qirika xwe çirand lê feyde nekir. Kesî serê xwe bi min neêşand.

   Edî ez li pişt birayê xwe siwar dibûm. Heya bavê min û ciya min, nebû birayê min min ji xwe re kiribûn kole. Her tiştê xwe bi min didan kirin. Dema ku li hember derdiketim gefan li min dixwarin, digot ez nahêlim tu li bisiklêt siwar bibî. Min xwarina birayê xwe yê zipîzalim dadanî berê, pêlava wî paqij dikir, qasetên wî yên atarî dibir mala hevalê wî, yen wî dianî jê re. Erê, ez bûbûm kole lê wexta ku ez li pişt xwe siwar dikirim dinya dibû ya min. Di nava sikakê Nisêbînê de me tûr diavêtin. Carîna em dîçûn heta ber çem jî, Taxa Alîka, Taxa koçera, Pira Ahmed Qaya...

  Her roj saeta me ya Pawirrencirs hebû. Di wî fîlmî de fezayiyan dinyayê îşgal dikirin û qehremanên şîn, pembe, kesk û zer li hemberî wan şer dikirin. Pawirrencirsê şîn yê birayê min, ya pembe jî ya min bû. Li gorî min mirovên ku di zaroktiya xwe de pawirrencirs temaşe kiribin hêja ne, teybetin.Wan biparêzin, veşêrin, wenda nekin, ew emanetê qenciyê ne. Piştî temaşekirina pawirrencirsa îca dora gera bisiklêt bû. Carekê di beşekê vî fîlmî de yek bi motorê di ser yekî de derbas dibû û tiştek pê nedibû. Em derketin sikakê, berêvarkî bû. Em çûn ber deriyê Xaltîka Latîfa. Birayê min got xwe li erdê direj bike. Min fehm kir bê wê çi bike, min got na. Gote temam carek din te li bisiklêt siwar nakim! Min dest bi girî kir lê wek hergavîn giriyê min feyde nekir. Ez fikirîm, di navbera jiyana xwe û pisqilêtê de mam. Bêgûman eşkerebû bê ez ê çi hilbijêrim. Min xwe li erdê direj kir û ji aliyekî ve çirçira giriyê min bû.(tu kes nedihat hawara min) Zarok li dora birayê min kom bûn. Tam piyê xwe danî ser pedalê û teker hinekî zivirîn, min çavên xwe girt û xeyala xwendina yasînê li ser xwe kir ku Xaltîka Latîfa wek pawirrencirsa kesk (fîstanê wê kesk bû) bi qemçika wî girt û got hey malik li te xirabûyo ma tu yê xwişka xwe bikujî qotik li te ketîyo heeyy!!! Dure em birin teslîmê dayka me kirin. Wê şevê me şîvê nexwar, di şûna wê de têra dilê xwe lêdan xwar(nizanim çima ez maxdûr bûm jî min lêdan xwar???)

  Bisiklêt jî hate cezakirin. Bavê min çû ew bi zincîrê girêda û danî serê xanî. Go hûn wek zarokê xelkê ne hêjayî tiştê wilo ne...

   Em her roj bi dizî diçûn serê xanî, me dikir nedikir ew zincîra ku nizanim bi çend qulfa girêdayî venedibû. Dem derbas bû, bisiklêtê me zingar girt û me ew ji bîr kir.

   Piştî ewqas salan min çend cara ceriband ku bisiklêt bajom lê her carekê min deverekê xwe birindar kir. Min edî baweriya xwe anî; ez ji wan mirovên ku nizanin ajotina bisiklêta me û wez birîndara neajotina bisiklêta me.

Mittwoch, 5. Oktober 2016

Hevpeyvînek bi fenomenê dilê min HHR rê.



      Hevpeyvînek bi fenomenê dilê min HHR rê.

Hûn zanin ku vê pêlê HHR gelekî popîya wî heye min jî got ez ê bi HHR re hevpeyvînekê bikim.

-Peşî ez gelekî tê şermezar dikim ku te berî min te çû bi înano re hevpeyvîn kiriya!!Ma şopînerê wî çendin tû bi wî re hevpeyvînê dike? Neysê HHR kî ye ??
-ez bêm birra em hev nas dikin, belkî tu bawer nekî, lê feqet careke em werine bal hev ezê bêjim bê ez kî me. niha şevbaş..

-Ez jî zanim ku kesin ez tenas dikim.

-Serê mehendisan dixebite yaw

-kesin tu ji enstîtuyeyî ne wilo?
-Enstitu. Ew çiye xwarineke ew jî hhhhh. Henek Henek. Min enstitu bi çavê serê xwe nediye delalê

-Meyzenê ku tu nebêjê ez e ji herkesî re bejim HHR ajana!
-Heyrana çavê te yê belek û lenslî me. Neke lê .Ez mexdûr im. jî sûrî hatime hhhhh

-Mistafa, Ehmed, Mem???? Kî kî!


-Dev jê qere keçika cindî çiqas rind û meraqlî melahat î hhhh

Tu zanibî çiye, nizanibî çiye kiçê. Hhhhh…Li bio ya min binere.damezrîner û hevserokê hereketa heskerên çaya qaçax ê berê. ne nivîskar ne helbestkar ne mamoste, ne journalist, ne photographer, an jî aktîvîstekim. tenê kurdî
Temam ya ev hevpeyvîn xilas me qapat kir ez dewam nakim hata tu xwe eşkêre bike.


Gelî xwendêvana hata carek din em e dîsê hevpeyvînekê baş bi kar ênin.






Esrakê