Mittwoch, 28. Februar 2018

ŞANOYA BI DIZÎKA



    Wê rojê min li ser facebookê analîzên Başûr, Bakûr dixwend û bê kî di dawîya heftîyê de çi kiriye, herî gelek kî bextewar e dîse min xwe bi analîza aciz dikir. Dimeyîzênim.. Ozlem a hê rojê wê yên lîsayê tên bîra min zewicî ye. Bi ser hala de fotraf avêtîye. Kurik ne gelekî qeşeng e. Ku ev kurik derketiba himberî min, min ê qet ew red kiriba. Kurê apê min û jina xwe çûne piknîkê û fotrafê bextewarîyê parve kirine.Erê di vir de bextewar xuya dikin lê ez zanim di mala wan de çi qiyamet dirabê. Xwedê zanê pîknîka wan bi şer dawî bûye. Ji xwe herkes bi hev re ketiye yarişê her kes dixwazê şîrînbûna zarokê xwe ispat bike.Helbukî zarokê weyî dev bi grîz yek jî ji wan nexweşik in. Xwîna wan gelemperî bi min tahl tê. Dîse min xwe di nav de berda. Moralê min xira bû…Min ê tam malper girtiba afîşek ket tayma min. Min nêrî ku afîşa şanoyeke Kurdî ye. Di cih de bala min kişand.Min tiq avête malparê..

     Navê lîstikê Bêrû û ji Dario Fo hatiye wergerandin. Ji xwe ez miriyê Dario Fo me. Tişta bala min kişandî yek ji wan jî dibêje werger Dilawer Zeraq.. Navê Dilawer berî Dario Fo nivîsî bûn.. Demek Dilawer Zeraq hînî îtalyanî bûye û wergerandîye. Porfetto!! Ji xwe hûn zanin ku eybe bêjim ez jî vê havînê çûma Îtalya yê. Wextê min pîyê xwe avête Îtalya yê min got xwedê bi xeletî ez xistime
Kurd. Heke cîhana paralel hebê ez li wir teqez İtalyan im. Hez kirina min î maqarna, pizza û Dario Fo dîyar dikê ku têkiliyeke min bi Îtalya yê re heye…

  Min afîşa di malpera facebookê de di 2 daqqa de ji 100 komê watsapê re belav kir. Her yekî karekî wan hebû. Werhasil ji sed komî em 4 kes hazir bûn. 2 kes çîftê min yên favorî Kulîlk û Ezîz, çîftê din jî niviskarekî ku jina wî Alman û li ser rêya Berlînê yanî Hesen û jina wî ya gelek sempatîk Dûygû bûn. Em du coht û ez bi tena serê xwe.. Mirovên ku bi cohta re digerin dizanim ku min gelek gelek baş fehm dikin. Em ji bo ku coht aciz nebin ji hev, hatine dinya yê. Kulilk û Ezîz got in em li devê şanoyê hev bibînin.Werhasil ez Nivîskar (Hesen) û Dûygû ma da ser rê…

   Navê sahnê Mezepotamya Sahnesî bû. Lê di Google map ê de ti tişt dernediket.Li yandex e, li nizamçi mapê dernediket. Me têr xeber gotin û me da ser rê. Me navê mihelê nivîsî û wele Google map ya gewr em di nava sikakan de birin, sikakên ku hê ceryan nehatine, ne bawerim giredayî Stenbolê bin jî.. Jinikna li devê derîya midye çêdikirin. Ez hinekî rehet bûm min got teqez ev
Merdînî ne hemşeriyê me ne.. Bawer bikin hê asfalt li wan cadde neketibûn. Doxancî û şahînciya zîtirk diavêtin. Min carîna bi gurçikê xwe digirtin ma di cih de ne an na, dibe ku ji nîşkê ve hinek kêrna bavêjin. Me da kêş û kendala. Carna lingê me ket herîyê, hinek car ez li pişt dimam, carîna nivîskar cakêtê xwe yî ku toz lê diket paqij dikir. Min di rê de kumê xwe wenda kir.. De û de me da xwe..Werhasil em hatin devê îşxanikê. Min got wele bawernakim evder be. Erê her tiştê me qaçaxa ma evder jî ne geleke yaw? Em hinekî din meşîn Google mapê digot vegerin..
  
    Li devê derî em ketin niqaşa me got ev teqez ev xefke. Hinek ji bo me bixapênin ev navnîşan daye. Em vegerin, ne vegerin, em herin.. Me dît sê kes ên din jî hatin wek me di şoqê de bûn.Me biryar da û em bi banî ve bi hewa ketin. Me derî vekir. Reş tarî bû her der.Min xwe li pişt wan digirt. Heke tiştîn çêbibin da zû baz bidim. Em di derenca de bi ceryanê telefûnê çûn. Dilê xwe de min hemû diayê ku dizanim, dixwendin zaf ditirsîyam.Em çûn qata pênca û me mirovahî dît. Zilamekî ku ji 500 metreyî dîyar bû ku Kurd e bi me re kenî. Ez hinekî rehet bûm. Min behna xwe veda û em ketin hundir.

 Cih, daîreke işxanî bû. Ji xeynî cihê şanoyê dikarî bû bibê her tişt. Di nava odyekê de li ser pacekî reş bi tebeşîrê ‘Mezopotamya Sahnesî’ dinivîsî. Nivîs jî xwahro mahro bû. Me biletê xwe bi heqê biletê Moda Sahnesî kirî. Li salona wek qantînê, sohbetê di qalîta Vîyana Sahnesî dihat kirin.Min guh dida wan ji Şekspîr, Bekit, Çehov diaxivîn. Dengekî got ‘hevalnoo! Kerem bikin lîstik dest pê
dike.’

   Em çûn salona lîstikê.. Wek amfîyê çêkiribûn cihê rûniştinê, pîsagor ku  ev açi dîtiba wê giriyaba û wî ji bo azadiya Kurdistanê xwe feda kiriba. Ji xwe ji ber ku kin bûm min ji qemçika yê pêşiya xwe pêdetir tiştek nedidît. Min montê nivîskar yê merqê xiste bin xwe hinekî bilind bûm.Nivîskar awrên tûj li min dinêrî, min serê xwe pê neêşand. Kurikê li pêşiya min her serê xwe dibir min jî pêre hereket dikir. Bê cihê rûniştinê kîjan marangozê malik ne xirab çê kiribê zîqzîqa taxtayê wan bû diheja.Dîse jî min listikvan nîvî nîvî didîtin.Tenê serê lîstikvana ling filan qet min nedît.Hin hevala pirax, qurabiye belav kirin..Ji xwe her kes her kesî nas dikir.

   Sahne hingî piçûk bû, lîstikvan ji ber ku nekevin, bi hev digirtin. Ji ber tengahîya sahneyê ji du lîstikvana behtir nikarî bûn werin sahnê. Deqor ji xwe bêje nîn bû.Di deverna de, ji nînbûnê lîstikvan bi xwe dibûn deqor. Piştî demekî rahnika sahnê qut bû em hinek li benda tamîrê man. muşambakek di sahne de dalaqandibûn ez ne şaş bim ew jî wergera bi Tirkî bu...Listikvan di qaliteya oscarê de dileyîstin.Tempoya wan neket hata dawîyê. Ji bo pêvajoyê hinek peyv bîp dikirin.Lîstikeke zaaf xweş bû. Her çiqas ji ber mirovê ku listikê diavêtin video û storiya de min gelek dever nedîtibin jî me lîstik xilas kir…

   Nizam çilo di reşê de min xwe avête sikakê. Ji bo ku xwe bigihêjînim otobusa xwe min baza olimpiyata kir. Di wan sikakê reş, tarî û bi serxweş û tînercî de ez difikirîm.. Hata niha şanoyê ku min dîtine yê dewletê cihê wan li derê meydana na.. Tabelayê wan ji her derî tê dîtin.Yên me di nava odeya de ne bi dizî tên temaşa kirin..Temam temam şano hunereke dijberîyê ya ji xwe..

Ji bo destekê spasî û silav ji Zozan Yaşar re..

Sonntag, 4. Februar 2018

Guhê Muzîkê

   


  Ez dimêzînim qabiliyeta herkesî li ser tiştekî heye. Ên li derdora min ji sedî heftêyî wan teqez zanin li enstrûmanekê bidin. Tabî qesta min ji bo dema zanîngehê bû. Ew kesên xwedî qabiliyet di dema zanîngehê de li derdora min bûn. Ku ji wan kesan sê kes bigihiştana hev yekser wê bigotibana, “Ka tembûra min bênin da bêhna me derbikeve.” Di van civatan da bi gazekê re herkesî dest bi stranan dikir. lê ev gaz, heta nîvê neqaratê têrê dikir. Li ser rûyê Kurdistanê, ez dibêm ji serî heta binî kesek nizane tu stranan bêje. 

   Ez bala xwe didim stranbêjên dawetan, camêr stranê her carekê cudatir dibêjin. Jixwe ji ber ku em di govendê de ne em nakevin ferqiyê. Bê çi tê ber devê wan dibêjin. Ji ber ku peyvên dawîyê li hev tên kesek nakeve ferqiyê. Di van civatan de her carekê ji min tê rîcakirin da ez stranê bi stranbêjan re nebêjim.
Carekê di şevbihêrkekê de herkesî di telefona xwe de peyvên stranê vekir û bi hevalê stranêbêj re stran digot û deng li nav hev ketibûn. Min jî got, jixwe kes nakeve ferqiyê û min xwe ji nîşkeve avêt nava naqaratê. Piştî 2 sanîyan civat bela bû û mijar hat ser siyasetê. Şev wilo bi dawî bû.

  26 sal emrê min heye û di van 26 salan de, di van civatan de eynî stran tên gotin. ji bo wan şevan mala Şiwan Perwer û Ciwan Haco ava be ku hene. Ku nebûna me yê çawa stran bigotana. Û di çalakîyan da jî malan barkir nebûya nizanim me yê govenda xwe çawa bi pêş xistibana. Di va govenda da yekî hewalî, dirahijt desmalê û dest bi stranê dikir. (Ev kes bi gelemperî kesekî rihberdayî ye û teqez desmalek jî di sukra wî de heye) Govend bi kelecanî dest pê dike. Lê piştre deng nayê, bê deng dewam dike. Ji ber ku kes dewama stranê nizane…

   Min li ser dengê xwe yê kirekir ji guh dibir lêkolînek kir. Min ji xwe re got ka ez dikarim tiştina bikim? Ez kurd im û li gorî potansîyela xwe ez jî di ber donerê re bîberên tûj dixum.Çênabe gerek têsîra van bîberê tuj li dengê min kiribe.. Gerek qabiliyeta min a ji bo deng hebe. Divê çarekek hebe. Li gorî encama lêkolîna min xuya dibû ku guhê min î muzîkê nîne.!!Ez li çareya wê jî gerîyam. Hata sibeha li ser netê  min çav kor kirin.. û encamek derket hole. Encamê digot, “Ên ku xweyî guhê muzîkê nînin dikarin piştre jî xwe bi pêş bixin. Ez rûniştim û heftekekê li ber youtubeyê li ser guhê muzîkê xebitîm. Piştre min qurseke tembûrê dît a şaredarîyê bû. Min xeber da hevalên xwe û em 5 kes hazir bûn. Em çûn qeydê û xoce şertên qursê ji me re wek libên tizbiha  dan rêzê. Divê tembûra we hebe û divê hûn ji ezmûna rîtimê jî derbas bibin û divê nizam çi. Got sibehê werin bikevin ezmûnê dusibe qurs wê dest pê bike. Wextê behsa ezmûnê hat kirin paqên min lerizîn panîk ataqa min dest pê kir. Got, Na na, ne ezmûneke dijwar a, hêsan a. Ji sedî not kes teqez jê derbas dibin. Heta niha kesê jê mayî me nedîtiye.




  Heta bû sibeh ez nerazam. Şev li min nebû sibeh. Şev li min gerîya û ez jî li xewê. Di nava yurdê de min çend tur avêtin Xwedê dizane. Min li wê şevê derdê çend keçikan guhdarî kir nizanim. Min çend caran ceriband ku cixareyê bikişînim, lê her carê di qirika min de dima. Axir bû şeveq û em çûn cihê qursê. Sira min a dawîyê bû. Ên ku diketinê jê derbas dibûn. Dora min hat û ez hêdî hêdî ketim odeyê. Jinikeke devbiken û xwîngerm bi serê pênûsê rîtimek li maseyê da û şanî min kir û got, “Vêca tu jî vê derbixe.” Min kir nekir derneket. Careke din, careke din û careke din jî min dernexist. Jinikê got, “Wele mixabin em nikarin te bigirin. Guhê muzîkê bi te re nîne.” Kelagirî ket qirika min. Gunehê min bi halê min dihat. Li derve hevalên min li benda min in… “Yarabbî te çima hema qabiliyetek neda min! Wexta te qabiliyet belav dikir nizam min çi dikir...” Ez çûm ber derî, min li çavên jinikê nêrî. Min gotê: “Ez qurbana we me. Min bigirin. Hevalên min tevde wê dest bi qursê bikin. Ez ê tenê bimînim. Min bi vê travmayê ve nehêlin.” Wele jinikê li min meyizand û got, “Temam bila wisa be. Ez ê ji qeydeyên qursê tawîzekê bidim...” Ez ji eşqa difirîm…

   Me dest bi dersan kir. Gotin bila tembûra we ya dirêj (uzun sap) be. Di dersê de her kes hînî lêdanê dibû, lê min dikir û nedikir nedibû. Carina destê min nedigihîşt notaya dawîn, carinan jî tela tembûrê diket navbera neynokên min ên ku min ew her roj bi îtinayekê manîkur dikirî.Werhasil me bi şewq û bi eşq dest pê kir. Lê mixabin dewama wê nehat. Me tevde dev jê berda. Niha tembûra min bi dîwêr ve ye. Her cara ku ez wê dibînim bêqabiliyetîya min a muzîkê tê bîra min.

    Hê jî mirovê zanin li enstrumanekê didin ku dibînim hêstirê xwe diavêjim dilê xwe. lê zanim ku em mirovê ku guhê wan muzîkê nîne em ne bitenê ne.Teqez qabiliyata me jî li tişne din hene.Hata em wan keşif bikin Îşalla em ne mirin, emrê me têrî bike..

Spasîyên herî germ ji Mistoyê Heco re :)