Dienstag, 10. Dezember 2019

KIŞANDINA FOTRAFEKÎ

    Li dergûşa xwe nêrî bebik hê razayî bû. Ji xwe ji ber ku zû nerabe serê wî şûştibû. Îro wê fotraf bikşînin divê bebik şîyar nebe hata xwe amade bike. Kurê Hanîfe şiyandibû mala Buşra gotibû bila kekê Nûreddîn were mala me piştî limêja nîvro ez û xwişka xwe û jintîya xwe fotraf bikşenin. Buşra ji mêrê xwe re got wî jî gotiye ku xwedê his bike ez ê werim.

     Hesîba ji girtina fotrafa gelekî hez dikir. Lê ji ber ku eyb bû keyfa xwe belli nedikir. Ji bo vê rojê kirasê qedife û gulê xemri tê de fikirî bû lê bê biryar bû. Gelo kirasê ku di şîranîya Meryemê de li xwe kirî dîsa li xwe kiriba an na? Ew jî li Cizîrê hatibû dirûtin û gelek li bejna wê dihat lê ya herî baş dîsa xemri bû ji xwe xemrî çêtir li esmeran tê.

     Tabûrê danî çû ji ser vîtrinê kîsikê ku dermanê rûya têde bû anî xwarê. Qrema ku mêrê wê ji Helebê anîbû û rûja ku ji Şamê anîbû derxist. Hat ber qetikek eynika bi diwêr ve li xwe nêrî
ku ne ji xwesûya wê û ji eyba ba dinya xema wê nebû wê her tim lêvê xwe derman kiriba.Xema wê ew bû wê bêjin mêrê wê diçe dewletan ew lêvên xwe derman dike.

   Kirasê xwe li xwe kir, goraya tenik kişand û telika ku cîya wê ji Cizîrê anî xiste lingên xwe. Pora xwe honand û bi herdû alîyan ve berda xwarê, yazma sor danî serê xwe, gûliyen xwe bi şeh şahîk kir pişt re yazma avêt pora xwe vekir şe di ser re bir.

   Qrem li ser gujmike xwe gerand. Destê xwe pê re bir hata sor bû. Kilek li çavên xwe kir û rûja pembe ku qaqilka wê wek zêr diberiqene vekir li ser lêvên xwe re bir û li eynike meyizand…

   Xwişka wê û jintîya wê hatibûn li benda wê bûn. Li nav çavên wan nedimeyizamd da nebînin lêvên wê çavên wê. Va limêja nîvro xilas bu kêliyek din gereke Nûreddîno were. Xelk dibêje Nûreddîno li paqê pîreka dimeyizene hata fotraf dikşene. Lê fotrafê wî pir baş in. Belkî jî xelk derewa dike. Feqîro zarokên wî hene û jina wî jî ji xwe spî wek berfê ye. Çima li paqê xelkê meyîzene!! Ev jî hekeyat in.

Nûreddîno hat.. Fihhêt dikir lê meyîzene.. got werin cem hev. Li makîneyê meyizenin û kişand. Êdî Hasîba û şensê xwe ,bê fotraf çawa derkeve. Xwezî fotrafek bi tenê kişandiba wê bida mêrê xwe. Carina digot ez berîya te dikim.