Donnerstag, 28. Dezember 2017

Bi Kurtasî Sala Min 2017



1- Rêbendan
Armanc: Ez ê mala xwe ji malbatê veqetînim
Encam: Min yataxeke nû û dolabeke gelek ergonomîk ji odeya xwe re da çêkirin. (Bavê min ji min xeyidî)
2- Sibat
Armanc: Ez ê bibim mamosteya kurdî, ji bo wê ez ê teza xwe bidim.
Encam: "Mamoste ez ê di 2018an de teza xwe teqez bidim."
3-Adar
 Armanc: Ez ê ji vî karî istifa bikim. Şartên wî ne yên însanan e.
Encam: Ya jixwe piyasa hemû wilo ye. Kes ji karê xwe ne memnûn e. Ka ez izna xwe ya salê jî bi kar bînim. Piştre ez ê bi CV’ya xwe bileyîzim.
4- Nîsan
Armanc: Ez ê ehlîyetê bistînim.
Encam: Ji xwe erebeya min nîn e. Û ez miroveke ekolojîst im. Hewceyî erebeyê nîn e. Yanî ehliyet jî ne hewce ye. (Min pereyên ku ji bo ehlîyetê hilandî xerc kir)
5-Gulan      
Armanc: Ez ê îsal dest bi lîsansa bilind bikim.
Encam: Di açiqogretîmê de sosyolojîyê dixwînim.
6- Pûşper
Armanc: Ez ê ber bi Antalyayê ve biçim û li hoteleke pêncstêrk tatîlê bikim.
Encam: Ez, malbata min, malbata meta min, xaltîka min em hemû hatin Tekîrdagê, yazlixê. Cih nîn e ku ez razêm.
7- Tîrmeh      
Armanc: Ez ê biçim Dêrsîmê û li Minzûrê qampê bikim.
Encam: Li Yozgatê, li tepa şantîyeyê onlîne me
8- Gelawêj
Armanc: Teqez li şantiyeyê mihendizên ûltraqeşeng hene. Ez ê bi wan re tanîş bibim.
Encam: Hostayê şantîyeyê:" Esra Xanim nesqafe heye tu navexwe?"
9- Rezber
Armanc: Ez ê îsal tevlî tu dawatan nebim. Wextê xwe li deverên wilo xerc nakim.Ji bedela daweta ve ez e qlasîkeke cîhanê bixwenim.
Encam: Ev abîye li min nehat ya.
10- Kewçêr
Armanc: Ez ê îsal gereke xweş li ewrupayê çê bikim.
Encam: Li 3 welat û 9 bajaran geriyam.
11- Sermawez
----   Bi depresyonê derbas bû.Qet nepirsin..
12- Berfanbar
2018 teqez wê saleke gelekî  xweş be. Wê serkeftî û bi keyf be.

Pêşniyar ji Omer Faruk Baran, nivîs ji min . Spasîva OFB. 



3 Kommentare:

Anonym hat gesagt…

Tevayê xwe wilo ne , lê xaseten Tîrmeh tam protîpek vê jiyanê ye .

Eva .

Giriyê kuçikan bi halê min tê , dizivirim dinerim: Rut tut .

Tişteka bê bîra min nîna .

Ez di sal û zemanan de ....

esrake hat gesagt…

Brêz adsiz tu ewqas mafdarî ez ji kezeba sor tevlî te dibim spas :)

Zinarê Xamo hat gesagt…

Panaromeyeke salê ya pir xweş e. Min bi kêfxweşî xwend. Stîleke nuh e. Ez jî nuha ya xwe dinivîsim lê hewqasî ne xweş û sîstematîk e. Hosteyî lazim e û ew jî ne karê her kesî ye...