Mittwoch, 6. Dezember 2017

DI TIWALETÊ DE



   Di jiyana me de xwarin û vexwarin çi qas girîng be, derxistina wan jî ew qas girîng e. Piştî Rênas Jiyan ez jî dixwazim bahsa tiwaletê bikim. Tiwalet, ji bo me; mirovên rewşenbîr û entel gelek muhîm e. Wextê me yî herî hêja di wir de diçe. Bila kes dilê xwe nehêlîne. Îşalla dê vê nivîsa min jî bikin şano. Deriyê min ji hemû teklîf û pêşniyariyan re vekirî ye.

    Di dîroka mirovahîyê de pirsa herî mezin û tatêlê dixe hişê meriv ew e ku, mirov çima ewqas zewqê ji tiwaletê distîne? Ez ê jî biqasî kurdîya min, hîs û ramanên min têrê bike ji we re behs bikim.


   Em Kurd, di malbatekê de herî kêm 8 zarok hene. Her çiqas, wextê em ji hevalên xwe yên tirk re didaxin û jê sedî sîh kêm dibêjin jî, em têra xwe hene. Înkar nekin. Ji her devera malê re yek derdikeve. Îmkana tenetîyê nîn e. Di nava malê de devera ku em xwe bi xwe dimînin kûder e? Err.. tiwalet e. Di tiwaletê de mirov bi xwe û ramanên xwe dimîne. Ji herkesî dur.. bêdengî. Ku rêya te hebe pirtûkkê jî bi xwe re bibî, jê baştir tu tişt nîne.

    Pîrika min her daîm digot: “Di vê dinyayê de du tiştên xweş hene. Piştî tîbûnê av, piştî qabizbûnê tiwalet.” Ku mirovên qabizbûyî bi hesreta rehetbûna tiwaletê li pê dimînin. Wextê hûn bala xwe didin wan mirovan, dibînin ku derûna wan jî roj bi roj xirab dibe. Ji ber ku naçin tiwaletê û xwe bi xwe namînin.

    Mirovên ku di tiwaletê de gelekî dimînin, bala xwe bidinê, gelekî rehet in. Tu tiştî ji xwe re nakin derd. Tu derî bişkenî jî xwe aciz nakin, li keyfa xwe dimêyîzênin. Mirovên ku di navbera 2-3 dq.yan de, ji tiwaletê derdikevin her tim ji ruhê xwe aciz in.. Ji bo psikolojîya xwe di tiwaletê de gelekî bimînin hevalnooo!

    Ji bo min qrîtera xweşbûna malekê tiwalet e. Mal bi tiwaleta fireh xweş dibin. Min mal dîtine di tiwaleta wan de pirtûkxane hene, refên kovara li ber klozêtê ne. Hinek TV’yê jî dixin tiwaletê. Li gorî rîvayetna li serê çiyayekî otelek heye û li hemberî pencereya tiwaleta wê jî dîmaneke muazzam xweş heye. Mirov ji bo tatîlê diçin pera didin wê tiwaletê.




   Li gundan jî tiwaletên ekolojik hene. Jixwe welatê me bi tiwaletên xwe yên jiderve xweş e. Tiwaletên gundan çiqas xweş û hewadar bin jî, carinan tiştên nebaş jî çê dibin. Mesela êvaran, di reşikê de, bi hatina maran, bêqan, kêzikan re mirov bê hizûr dibe. Dema tiwaletê gelekî bi stres diçe mixabin. Gelek travmayên tiwaletên gundan jî ketine dîroka me. Ma hindik mirovan ji nînbûna derîyê tiwaletê bi ser kêm kesan de girtine? Li gorî ku min bihîstiye bi salan, bi psîqolokan ew travma derbas nekirine. Gelek mirov di vê rêya keyfê de şehîd bûne. Helbet mirovahî wê rojekê vegere tiwaletên jiderve.

   Mirov ji hev diveşêrin. Helbestên herî xweş, di tiwaletê de hatine nivîsîn. Peyamên herî romantîk di tiwaletê de hatine kişandin. Belkî romana di destê we de jî, di tiwaletê de hatiye nivîsandin. Ma hindik sewda di tiwaletê de hatine ziman û jibîrkirin hevalnoo..

    Xwe ji tiwaletê dûr nexwin. Her roj bi domestosê bişon. Bo psîkolojîya xwe her car, herî kêm 20 dq.ya tê de bimînin. Emanetê qenciyê.

Keine Kommentare: