Montag, 3. Juli 2017

Nîv-Homo Neanderthalensis



   Di gerstêrka ku em tê de dijîn de bi milyona nifşê candara heye. Di dinyaya me de çend nifşê însana jiyane û her di nava sala da ev nîfşê însana guherîne. Ka em yek yek bihijmêrin van nifşê însana; Homo Erectus, Homo Rudolfensis, Homo Ergaster, Homo Antecessor, Homo Heidelbergensis, Homo Neanderthalensis, Homo Sapiens…Homo Sapiens nifşê dawî ye. Yanî em însanê vî zamanî Homo Sapîens in. Berî niha bi sed hezar salî çêbûne. Wateya Sapîens bi Latînî biaqil, şahreza..

    Li gorî mirovê zanistiyê Îsviçreyî dibêjin di dema ku em niha dijîn de hin însan ji Homo Neanderthalensis derbasî Homo Sapiens nebûne. Evrîma xwe temam ne kirine û hê di zikê diya xwe de wextê dabêşbûna mîtoza mêjî de tiştin kêm mane. Jixwe ev însan %99 wek me însana ne. Tu ferqîya wan ji însanê normal nîne. Meriv cûdabûna wan ji tevgera wan fêm dike. Werin em bala xwe bidin van mirova ku em ê wan çawa ji hev derbixin an nas bikin.
   Ev mirov piranî di metrepol an jî di bajarên mezin de dijîn. Her çiqas kokê wan li gunda filan be jî dîsa habîtata wan li bajara ye. Zaroktî û kamilbûna wan wek însanê normal derbas dibe. Piştî kamil bûnê ev mirov ji mirovê din dest bi cûdabûnê dikin. Ez vê jî ji bîr nekim, ev nifşê mirova piranî kurik in. Li dewra kamilbûna wan meyîzênin teqez ciya wan ji wan gelek hêz dikê lê keçikê di dema wan de qet rû nedane wan. Ji ber ku wextê keçika dibînin hormonê wan ji mirovên normal cûdatir dişuxilin…
     Ev nifş, her çiqas dem derbas dibe, xwe hinekî terbiye dikê, pirzikê rûyê wan jê diçin..Ji malbata xwe dûr dikevin. Dema wan a zanîngehê dest pê dike..Pora xwe dirêj dikin, guhar dixin guhê xwe.. Dest bi vexwarina şerabê dikin. Kafka, Cioran, Sartre dixwînin, di medyaya civakî de hesaba divekin, muzîkê îranî guhdar dikin, li ser hev filma temaşa dikin… ( Ev dewra entellektuelîyêye). Ku rehmetîyê Darwîn sax ba teqez wek çûkê ku li ser wan lekolîn kiriye, teqez wê li ser van mirova jî tiştin gotiba.
 Piştî dewra xwe ya entellektuelî temam kirin edî amade ne ji bo ku derkevin hemberî jina. Pêşî wek mirovê normal dikevin ortama. Pêşî ji ber ku balê bikişêne ser xwe dikevê bercivatê. Ev mirov qet nahêlin ku ji bilî wan kes biaxive. Bi gelemperî qala xwe û serpehatîyê xwe bi zimanekî estetîk dikin. Li nêçîrê xwe ( an jî keçika) digerin û li ser masê yekê hildibijêrin. Û heta ji wan tê xwe nêzîkî keçikê dikin. Qiyamet rabê ew dev ji hedefa xwe naberdin. Çawa şêr nêçira xwe dişopênê ev jî li ser sosyal medya di cih de dikevin şopa nêçîrê xwe. Jixwe ev mirov her tim telefon di destê wan de, lêkolîna li ser nêçîra din jî dikin. Jiyana wan tim di medyaya civakî de derbas dibê. Ji her derî dinivîsin û hawirdorê nêçîra xwe dipêçin. Ev mirov naxwazin qet haya kesî ji têkiliya wî û nêçîrê hebe. Bi zimanekî jixwe bawer bi nêçîra xwe re diaxivin. Bi gelemperî bi dirûtuya jiyana xwe didomênin. Û wê hîsê didine ku kes ji wê pêdetir di jiyana wan de nîne.


 Ev nifşê mirova jinê tenê ji bo têkiliya cinsî dixwaze. Teqez hîssê mirovatîyê bi wan re nîne. Ji wan re ne derd e fikir û ramanên nêçîra. Ku fêm kir nêçir nayê qefaltin/girtin, di eynî demê de dev jê berdide, baz dide ji bo li nêçîrên nû bigere.
 Hêviya min ew e ku wê rojekê ev mirov li ser dinyaya me nifşê wan wê biqele. Divê heta ku hemû nêçir hev bigirin û van mirova di nav hevalê xwe de îfşa bikin. Bikin ku hê hûn nebûn nêçirwan nêçîr bikin. Wek nexweşekî bi êşa zirav ketî bixin qarantîna!
 Ji bîr nekin hûn hemû berendamê neçîrekê ne. Bi xatirê we berxikno…

2 Kommentare:

Xebroşk hat gesagt…

Qelemxweş, tûkirinekî gelekî estetîk û xweş bû :)) ev "nîv-homo neanderthalensis"ên te, ji ber qabîliyetên xwe yên nîvco, texmîn dikim ku li ser "homo baxcilarus" an "zalim zalimus" geşe dane. Heke em şert û mercên hawirdorên wan ên kêm-derfet jî hisab bikin, bêguman şopandina homo sapiensê yên wan dê pîştî zayînê di dora 2200 de têkeve rêya hedefê :D riya wan oxir be, li ciya wan bimbarik be :D Henek aliyekî, bi rastî jî divêt tu sepanên mîna "adobe illustrator" an jî "sketchbook"ê bi kar bîne ji bo illustrator û wêneyên xwe. bi ya min him tê ji aliyê estetîkê ve tetmîn be û him jî dê qabiliyeta te pêş bikeve. (hema nebû di androidê de guhertoyên van sepanan a belaş biceribîne.) (welle ez ne firoşerê van fîrmayan im! ahaha:D)

esrake hat gesagt…

min şîrova te nû dît. temam min avet hişê xwe pêşnirên te spas :)))