27 Mayıs 2017 Cumartesi

KURDÎŞ CAFE

                                           



    Cafeya yekem kî vekiriye nizanim lê ya dawî bawerim em ê vekin. Bila di vê dinyayê de kes nebêjê em cafeya divekin ji kerema xwe. Tenê em Kurd Cafeya vedikin. Edî Tirkê entel neman e. Baş e ku sektor ket destê ciwanê me yê por dirêj û bi guhar. Ji xelkê re ji bona vekirina cafeya sermaye lazim e, ji bo me kurikkî por dirêj, bi guhar û qasê fêkiya..

  
Ev kurikê xwedîyê cafêyê teqez di paşeroja wî de şoreşgerî heye. Armanca wî ew e ku muşterîyê xwe qanix bikê hûn ne muşterî nê hûn ji mal in û hevalê me ne. Lê ev havaltiya samîmî! mixabin heta qasê ye. Ku yek diçê ber qasê wê gavê fêhm dike sînorê hevaltiya bêîmano. Ev heval daîm dibêjê hesab ne muhîm e, ya herî muhîm hevaltî û aştiya dinyayê, biratiya gelan e. Milletê di navbera hîsê wan ê humanîst û adîsyonê ( îşalla min rast nivîsî be ) de dihêle. Carna dibêjim ez ê xwe bavêjim riha wî û bêjim wilan te çaya şevê dî germ kiribû dabû me, me ji fêhtiyê dinyayê me deng nekir. Da xelk nebêjê kurd li ser hesabekî ketin nav hev de(bihev ketin). Tu li fiyat dimeyîzênê fiyatê çayê bi qahwa starbucks ê ve yarişê dikê. Hey mala te xiranebûyo ma te go li Taxsîmê em bi xêra cafeya te yî bêhn pê ketine.. 
   



    Wextê tu dikevî hundirê van cafeya, ji bohemtiya bajêr bêhna hiriya neşûştî dide nav çav, birh û bêhvilê meriv. Piştre tu fêhm dikî, ev bêhn ji balgihê ku ji bo dekorasyonê danîne ser tawanê an erdê tê. Ev cafe bi giştî di gîrîş qatî de ne û teqez li erdê ne. Jixwe xwediyê cefeyê wek wampîra ji reşê û hîn buna dîwara hez dikê. Ev cafe heta tu dikarî bêjê bi bê zevkî hatiye xemilandin. Li mal kîjan pirtûk ketibin destê wan de bi dîwar û tawana ve hatiye dalaqandin. Ku hûn qenc bala xwe bidin wan hûn dikarin Nutuq ê filan jî bibînin. Lê tişta herî giring qasê fêkî ye. Bê kî malka xwe xira kiriye, qasa pêşî kî daniye cafê ya, lazim ê bi barekî qaseyê fêkiya li qadekê were şewitandin. Ji devê derî heta tiwaleta bi qasê fêkî hatiye xemilandin. Edî qasê fêkî buyê sembola Kurdîtiyê. Ku dewleteke mê çêbibê lazim e di ala me de qasê fêkî hebe. Di çanda me de şalûşepik çawa giring be, di çanda cafeya kurdî de qase ewqas girîng e. Piştre ew cilikê carê me bi dîwarê xwe ve dikir ( li serê xezal, hz îsa filan heye) divê hebê. Ji bo dekorê eybe ez bejim min di cafeya de gumgum dîtin. Ji xwe ez bahsa perdê kevin nakim jî.

     Mirovê ku muşterîyê van cafeya jî tîpê wan diyar in. Piranî kurik esmer, bi rih û montê Deniz Gezmiş li wan e. Ew li ser masekê her tim sabît e, tene mirovê derdora wî diguherin.Tu kîjan seatê herê ew mirov li wir e. Tu dibê wextê xwediyê cafeyê ev cafê kiriye ev kurik jî li ser dana an jî perçeyek ji dekorasyonê ye.

   Muzîk…! Li ser youtubê ev jî tê hal kirin. Bi Ahmet Kaya destpêdikê hata bi Şahê Bedo dewam dikê. Navekî jê mestir Pirtuk cafê dinivîsin lê hata niha min mirovekî ku lê pirtuk xwendî nedîtiye. Heke hinekan vî karî kiribin bila bi awakî xwe bigihînin min.


     Govend.. Cafeya ku carekê govend lê nehatibe gerandin bila deriye xwe bigire. Ew ê teqez piştî sê an jî çar heyvê din îflas bikê.


  Ji bo min hebûna van cafeya ji aliyê menemenê ve gelekî giring e. Li dîrokê meyîzênin menemen tu cara ewqas nehatibû çêkirin û nehatibû xwarin. Li gorî dîtina min cîroya xwe ji menemenê derdixin. Her cefeyek wek emrê xwedê gerek çaya wana teybet hebe û gerek tu jî wê çayê biecibînî. Hema çi dibînin dikin nava wê.


     Kurikê garson bi gelemperî zêde zêde samîmî ye. Wilo tênê serê te yeka nizanibê wê bêje em heft sala hevalê hev in. Muşteriyê xwe yek bi yek qeyd dike. Ku tu here cafeyek din hin kes xeberê didin wan û dibihîzin. Edî tu dibê esîrê wan, mecbûr ji fêhtiya tu diçê. Li gorî van camêra ha tu çuyî cafekê din, ha te îxanet li welatê xwe kiriya. Ku ez diçim cefeyek din ew şev xew nakevê çavê min. Roja din serê şeveqê diçim cafeye dile xwediyê wê haş dikim. (bê lome bê lome..)