Donnerstag, 28. Dezember 2017

Bi Kurtasî Sala Min 2017



1- Rêbendan
Armanc: Ez ê mala xwe ji malbatê veqetînim
Encam: Min yataxeke nû û dolabeke gelek ergonomîk ji odeya xwe re da çêkirin. (Bavê min ji min xeyidî)
2- Sibat
Armanc: Ez ê bibim mamosteya kurdî, ji bo wê ez ê teza xwe bidim.
Encam: "Mamoste ez ê di 2018an de teza xwe teqez bidim."
3-Adar
 Armanc: Ez ê ji vî karî istifa bikim. Şartên wî ne yên însanan e.
Encam: Ya jixwe piyasa hemû wilo ye. Kes ji karê xwe ne memnûn e. Ka ez izna xwe ya salê jî bi kar bînim. Piştre ez ê bi CV’ya xwe bileyîzim.
4- Nîsan
Armanc: Ez ê ehlîyetê bistînim.
Encam: Ji xwe erebeya min nîn e. Û ez miroveke ekolojîst im. Hewceyî erebeyê nîn e. Yanî ehliyet jî ne hewce ye. (Min pereyên ku ji bo ehlîyetê hilandî xerc kir)
5-Gulan      
Armanc: Ez ê îsal dest bi lîsansa bilind bikim.
Encam: Di açiqogretîmê de sosyolojîyê dixwînim.
6- Pûşper
Armanc: Ez ê ber bi Antalyayê ve biçim û li hoteleke pêncstêrk tatîlê bikim.
Encam: Ez, malbata min, malbata meta min, xaltîka min em hemû hatin Tekîrdagê, yazlixê. Cih nîn e ku ez razêm.
7- Tîrmeh      
Armanc: Ez ê biçim Dêrsîmê û li Minzûrê qampê bikim.
Encam: Li Yozgatê, li tepa şantîyeyê onlîne me
8- Gelawêj
Armanc: Teqez li şantiyeyê mihendizên ûltraqeşeng hene. Ez ê bi wan re tanîş bibim.
Encam: Hostayê şantîyeyê:" Esra Xanim nesqafe heye tu navexwe?"
9- Rezber
Armanc: Ez ê îsal tevlî tu dawatan nebim. Wextê xwe li deverên wilo xerc nakim.Ji bedela daweta ve ez e qlasîkeke cîhanê bixwenim.
Encam: Ev abîye li min nehat ya.
10- Kewçêr
Armanc: Ez ê îsal gereke xweş li ewrupayê çê bikim.
Encam: Li 3 welat û 9 bajaran geriyam.
11- Sermawez
----   Bi depresyonê derbas bû.Qet nepirsin..
12- Berfanbar
2018 teqez wê saleke gelekî  xweş be. Wê serkeftî û bi keyf be.

Pêşniyar ji Omer Faruk Baran, nivîs ji min . Spasîva OFB. 



Mittwoch, 6. Dezember 2017

DI TIWALETÊ DE



   Di jiyana me de xwarin û vexwarin çi qas girîng be, derxistina wan jî ew qas girîng e. Piştî Rênas Jiyan ez jî dixwazim bahsa tiwaletê bikim. Tiwalet, ji bo me; mirovên rewşenbîr û entel gelek muhîm e. Wextê me yî herî hêja di wir de diçe. Bila kes dilê xwe nehêlîne. Îşalla dê vê nivîsa min jî bikin şano. Deriyê min ji hemû teklîf û pêşniyariyan re vekirî ye.

    Di dîroka mirovahîyê de pirsa herî mezin û tatêlê dixe hişê meriv ew e ku, mirov çima ewqas zewqê ji tiwaletê distîne? Ez ê jî biqasî kurdîya min, hîs û ramanên min têrê bike ji we re behs bikim.


   Em Kurd, di malbatekê de herî kêm 8 zarok hene. Her çiqas, wextê em ji hevalên xwe yên tirk re didaxin û jê sedî sîh kêm dibêjin jî, em têra xwe hene. Înkar nekin. Ji her devera malê re yek derdikeve. Îmkana tenetîyê nîn e. Di nava malê de devera ku em xwe bi xwe dimînin kûder e? Err.. tiwalet e. Di tiwaletê de mirov bi xwe û ramanên xwe dimîne. Ji herkesî dur.. bêdengî. Ku rêya te hebe pirtûkkê jî bi xwe re bibî, jê baştir tu tişt nîne.

    Pîrika min her daîm digot: “Di vê dinyayê de du tiştên xweş hene. Piştî tîbûnê av, piştî qabizbûnê tiwalet.” Ku mirovên qabizbûyî bi hesreta rehetbûna tiwaletê li pê dimînin. Wextê hûn bala xwe didin wan mirovan, dibînin ku derûna wan jî roj bi roj xirab dibe. Ji ber ku naçin tiwaletê û xwe bi xwe namînin.

    Mirovên ku di tiwaletê de gelekî dimînin, bala xwe bidinê, gelekî rehet in. Tu tiştî ji xwe re nakin derd. Tu derî bişkenî jî xwe aciz nakin, li keyfa xwe dimêyîzênin. Mirovên ku di navbera 2-3 dq.yan de, ji tiwaletê derdikevin her tim ji ruhê xwe aciz in.. Ji bo psikolojîya xwe di tiwaletê de gelekî bimînin hevalnooo!

    Ji bo min qrîtera xweşbûna malekê tiwalet e. Mal bi tiwaleta fireh xweş dibin. Min mal dîtine di tiwaleta wan de pirtûkxane hene, refên kovara li ber klozêtê ne. Hinek TV’yê jî dixin tiwaletê. Li gorî rîvayetna li serê çiyayekî otelek heye û li hemberî pencereya tiwaleta wê jî dîmaneke muazzam xweş heye. Mirov ji bo tatîlê diçin pera didin wê tiwaletê.




   Li gundan jî tiwaletên ekolojik hene. Jixwe welatê me bi tiwaletên xwe yên jiderve xweş e. Tiwaletên gundan çiqas xweş û hewadar bin jî, carinan tiştên nebaş jî çê dibin. Mesela êvaran, di reşikê de, bi hatina maran, bêqan, kêzikan re mirov bê hizûr dibe. Dema tiwaletê gelekî bi stres diçe mixabin. Gelek travmayên tiwaletên gundan jî ketine dîroka me. Ma hindik mirovan ji nînbûna derîyê tiwaletê bi ser kêm kesan de girtine? Li gorî ku min bihîstiye bi salan, bi psîqolokan ew travma derbas nekirine. Gelek mirov di vê rêya keyfê de şehîd bûne. Helbet mirovahî wê rojekê vegere tiwaletên jiderve.

   Mirov ji hev diveşêrin. Helbestên herî xweş, di tiwaletê de hatine nivîsîn. Peyamên herî romantîk di tiwaletê de hatine kişandin. Belkî romana di destê we de jî, di tiwaletê de hatiye nivîsandin. Ma hindik sewda di tiwaletê de hatine ziman û jibîrkirin hevalnoo..

    Xwe ji tiwaletê dûr nexwin. Her roj bi domestosê bişon. Bo psîkolojîya xwe her car, herî kêm 20 dq.ya tê de bimînin. Emanetê qenciyê.

Freitag, 10. November 2017

Terzî Xêredîn




   

  Ev der Zeytinburnu ye. Bi navê ku xortên apaçî yên li semtê dibêjin jî ZB ye. Wextê hûn ketine kolanên vê semtê de li xwe miqata bin. Ji nîşkê ve hinek dikarin tif bikin, hem jî tifa bi balxam. Ev mirovên ku tif dikin jî hata sibeha kif kifa çixara wa ye. Wextê ez dimeşim ji bona ku balxaman nebînim bi gelemperî li erdê nameyîzênim. Ji ber wê ez asîmanên Zeytinburnu ji erdên wê bêhtir nas dikim. Her roj wek ferza limêjê mail dişiyênim ji şaredarîya Zeytinburniyê re da ku va mirova piştsînorê ZB bikin. Lê hê kesî bersiva maîlên min nedaye.


   Li ser rûyê vî welatî, li ku derê mirovekî ku nayê hezkirin, bindest, maxdur, tînercî, balîcî heye xwe li semta me girtiye. Vê sala borî BM yê li ser hejmara cureyê mirovên ku li ZB dijîn lêkolîn kir lê hejmara cureyê mirovên li semta me tespît nekirin. Ji ber ku ewqas bindest hene, belkî li ser rûyê dinyayê li ZB tenê Kurd ketibin kategorîya serdestan. Ez xwe hêdî hêdî di nav kolanên Zeytinburnî de berdidim. Tam dema min gava xwe avêt şekala min kete nav balxama vî zilamê Ozbek..! Li serê koşê wextê we xwe ji qahwa Sîraco berda wê dikana terzîkkî derkevê pêşiya we. Bi cama dikanê ve qetek qartona qoliyekî heye û li serê ‘Terzi Xêreddîn 21’ dinivîse.

   Terzî Xêrreddîn Abê, ji Lîcê ye, 45 salî ye, simbel boq û tam li ber lêva wî şahnikek heye. Hinek qelew û kinik e, ev 10 sal e li Zeytinburnu terzî ye. Li derdora wî çiqas atolyê takstîla hebin jî mêrik ji xwe bawer e. Dibêjê hata Cemîl Îpekçî hatiye li cem min staj kiriye, gelek hunermendan teklîf kirine lê ez naxwazim. Dixwazim qarîyera xwe li vê taxê dewam bikim û li van kolanên ZB jiyaneke mutevazî bijîm. Ji ber ku navbera wî û keçika baş e, jina wî gelek cara wî nahewîne malê. Her roj di kolana da şerê wî û jina wî ye. Vêya jî ji xwe re qet nake derd. Dibêje mirovê ku serkeftî bin her daîm rastî bertekên wilo tên. Tu li jiyana modecîyên navdar meyîzêne her tim di jiyana wan de ev pirsgirek hene. Mînak Pierre Cardin, her daîm navbera wî û jina wî jî ne baş bû.

   Dikana wî bi qasî odekê ye. Herî zêde ji abîyeya kar dike. Abiyeyê kevin dide hev û li mankêna dike, hineka bi dîwara ve didaleqênê.(Hingî dikan tevlîhev e û kiras pir in dema ku em dikevinê ji bo ku em winda nebin û ji bo ku em bêoksîjenîyê nemirin em destê hev naberdin û maskeya oksîjenê bi xwe re dibin.) Mirov dikare abiye, kiras û xeftanê hemû herêma li dikana wî peyde bike.

    Kirasa dide bi kirê jî. Jinik pêşî kiras diecibînin, dihilbjêrin û hinek qapora jî didin, pişt re kirasî dibin. Pirsgirêka wî ya herî mezin, abîyê wî dibin û carek din nayînin. Her kirasê ku dida kirê ji karê bêhtir tê de xisar dikir. Ji ber wê jî li gorî xwe hinek çare dîtine. Hata êvara li dikana wî DÜĞÜN TV vekiriye û lê temaşa dike bê ka li nav dawata abîyê wî hene an nînin. Li gorî gotina wî abîyekî xwe li herêma Colemergê li ser keçikkê dîtiye, çûye wir bela xwe tê daye û heta keçikê jixwe nekiriye ew ne berdaye. Dawîya heftiyê li salonên daweta digerê û abîyeyê dikana xwe tespit dike. Li gorî gotina xelkê keçikên ku tespît dikê di govendê de dikevê destê wan de û hata tiliya wan a qilîçankê xwahr nekê bela xwe ji wan navekê. Carekê kiriye ku gelinlikê bukê biqetîne û dawetê xistiye nav hev, çend kes li ser abiyeyê wî birîndar bûne. Li gorî analîzê Xêredîn Abê piranî diziya abîyê wî keçikê Mêrdînî dikin. Dîsa li gorî gotinê wî keçikek ketiye qabîna cila û sê abiye li ser hev lixwe kirine û derketiye. Wextê Xêreddin Abe ferq kiriye keçikê qîj daye kolanê, gotiya hawara werin Xêro min tacîz dikê..

   Li her derê dikanê ve tabelaya ‘Abiye Götürüp Getirmeyen Şerefsizdir’ daleqandiye.

   Terzîtiya wî jî li gorî rewşa moralê wî diguherê. Ku tu ecele lê bikî henekê xwe pê dike. Dibêjê min relaks bihêlin. Ku mirov dilê wî xweş bikê diyarîyê manîdar ji dikarê bide te. Wê rojê min jî kirasek da dirûtin. Got heftikê de wê xilas bibê. 4 hefte derbas bûn ez diçûm û dihatim ne li dikanê bû. Hat guhê min ku hineke ji Surî abiye kirê kirine û birine Rojava, Xêredîn Abê jî ketiye pey wan û ew di sînor de girtine hata Asayîşa Rojava ketiye navbera wan û meselê hel kirine. Dure her sê abiyêyê xwe ji bo azadiya Rojava diyarî kirine…

    Axir ev çend hefte çêbûn ez bo kirasê xwe yê ku min gelek kin xwestibû lê wî û ciya min lihev kiribûn û bostek dirêj çêkiribûn çûme dikana wî. Deqolte jî nixûmandî.... Her çiqas min gazin kirin jî guhê xwe neda min. Gote, min şîrova xwe yî postmodern tevlî kir. Şehkek jî dîyarî min kir, got eybe yaw, qey şeh di mala bavê te de nînin, pora te halo gijolî ye…Ev por qet li vî kirasî nayê...

    Dirajim kirasê xwe û bi moralekî xirabûyî qahwa Sîraco derbas dikim, zilamê li devê derîyê qahwê dimeyîzênin, ji xwe hemû qaldirim jî îşgal kirine, mirov rehet nameşê...Axx dîsa min pêl balxamê kir ax ji derdê van Afqana!!!


21.08.2017- http://kurdigeh.com/details.aspx?an=621

Montag, 11. September 2017

ROJBÛNA TE PîROZ BE HAKAN





Zanîngeh hê nû xilas bûbû. Ketibûm valahîyeke wilo ku wek xwe di valahîya uzayê de berdidim xwarê. Di wan rojên dijwar de hevalên min bi tenê Kariyer.net, SecretCv, Elemanim.net û lînkên din bûn. Ji bo kar her roj diçûm hevdîtinekê; ji holdînga heta tornaciyên di binerdê de… Li sanayîyê deverek nema ku çûmê. Ya wa ez nedigirtim ya jî min ew nediecibandin.

  Roja min serê xwe ji PCyê dirakir ciya min qatalogên marketan dianî ber min û me bi hev re qatalog dinirxandin; li kîjan reyonê çi heye, çi çiqas ketiye arzanîyê, goştê herî ekonomîk li kûderê ye, jeopolîtika û sîyasîya kîjan marketê çawa ye bi seatan em diaxivîn. Min di dawîyê de didît ku ez û cîrana me xaltîka Eyşê di sira nanê belediyeyê de ne û biryara şîvê didin bê em ê çi çêbikin. Rojekê min ji dûr ve li xwe meyîzand û hindik ma ku ez dîn bibim. Min xwe bi awayekî panîk avêt Enstîtuya Kurdî…

   Bi xalê Hîkmet re ketim pazarlixa pereyên qeydê û min qeyda xwe çêkir. Ketim polê. Min meyîzand li hemberî min kurikkî wilo sempatîk, xwîngerm heye û ez çûm li cem rûniştim. Min bi serê xwe silav dayê. Min di dilê xwe de got: “Welle ev tîp vêga tam bi kurdî zane. Himm… ji riha wî bellîye canim.” Mamoste xwest em xwe bidin naskirin. Di wir de yên ku bi kurdî zanê, nizanê kifş bûn. Wextê dora Hakan hat wî bi kelecanî got: “Navê min Hakan. Ji Diyarbekirê me. Mamoste ez bi kurdî nizanim.” Ez bi hevoka dawî şoq bûm. Tu çawa ji Diyarbekrê be û kurdî nizanî be filan û hevaltiya me wilo dest pê kir.

  Ez û Hakan bûbûn wek cêwîya. Wî jî nû ji karê xwe îstifa kiribû. Ji betalîyê me hemû sikakên Stenbolê serobino dikirin. Cafekek nemabû ku em neçûne. Ji betalîyê li ku derê konser, çalakî, konferans hebûn em diçûnê. Carekê em bi xeletî ketibûn toplantıya TKPlîya jî. Ji ber ku li ser afîşa wa yurtsever dinivîsî me got: “Teqez ev jî kurd in, em herin.” Di toplantiyê de gengeşî derket, bûne nizam çend perçe. Me jî di wê navberê de bazda. Û me biryar da ku em nema tevlî civînên polîtîk û sîyasî bibin.

   Ez û Hakan li ser înternetê li çalakîyên hunerî digerîyan. Wê demê jî hevalê min î herî entellektuel Mewlûd bû. Min meyîzand Mewlûd danasîna pêşangeha Şener Ozmen parve kir. Ez û Hakan me da ser rê û em çûn pêşangehê. Di jiyana xwe de cara yekem bû ku em çûbûn pêşangeheke modern. Kurikekî biberçavk û bi fular bi me re ket salonê. Me ew dişopand bê çi bike em jî wek wî bikin. Me li videoya temaşa kir. Fotraf bi dîwara ve bûn, weke em pisporên vî îşî ne me bala xwe dida hertiştî. Hakan got: “Yaw ev hineka trîpota xwe ji bîr kirine li vir, di nîvê salonê de.” Lingê min jî lê ket, di cihê xwe de sabit kirî bû. Min got belkî ji bo mirovên ku tên pêşangehê bila makîna xwe yên fotrafê deynine ser danîne wir, an jî ji bo em çanteyên xwe filan deynin… Me telefonê xwe danîn ser û têra dilê xwe fotraf kişand. Wextê em derketin me ferq kir ku em ji derîyê xelet ketine pêşangehê. Ji fedîya me di cih de ew der terk kir. Serê şeveqê Hakan li min gerîya û got: “Li facebookê meyîzêne.” Min meyîzand ku li ser pêşangeha Şener Ozmen nivîsek derketiye. Ku trîpot parçekkî pêşangehê ye û nizam çi temsil dike. Jixwe derket holê ku li gorî nivîsê me pêşangeh jî gelekî xelet fêhm kiriye.

  Encama ezmûna me eşkere bû. Hakan ji min behtir pûan standibû. Em ji bo asta sêyem xistin mulaqatê. Ez derbas bûm Hakan ma. Ji ber speakinga wî xirab bû.... Dîse me hev neberda. Em her dem li cem hev bûn. Piştre me Mujgan nas kir. Mujgan jî bû sêyemîna me. (Hakan bievînî jê hez kir). Em bûbûn wek malbatekê. Taştêyên me yên dawiya heftîyê navdar bûn. Min melemen çêdikir, Hakan hêka biqaşarûsicûq. Rojna em diketin berbazîyê bê ka herî zêde ya kê tê xwarin.

   Rojekê Mujgan û Hakan biryar dan ku herin Italyayê. Ohoyyy! Wek min du parçeyên xwe li balafirê danî… Soz dane min û gotin: “Em ê vegerin û bi hev re li Diyarbekrê hostelekê û qursa flemenkoyê vekin..”

   Ez her roj behtir bêrîya wan dikim. Bêrîya wan rojên me dikim. Îro rojbûna Hakan e. Min xwest vê carê ji bo Hakan binivîsim. Ez zanim, gelekî zor e mirov hezkirina safî û temîz bibîne. Gelekî pê şad im ku min mirovekî wek Hakan nas kir. Di navbera me de her çiqas sînor hebin jî ez zanim ku em her daîm bê sînor ji hev hez dikin. Baş e ku me di rêya zimanê xwe de hev nas kir. Baş e ku em bûn hevalê hev. Tu yê heta dawîya emrê min bibî hevalê min î ‘1nimre’.


“ROJBÛNA TE PÎROZ BE HEVALÊ MİN”






Montag, 3. Juli 2017

Nîv-Homo Neanderthalensis



   Di gerstêrka ku em tê de dijîn de bi milyona nifşê candara heye. Di dinyaya me de çend nifşê însana jiyane û her di nava sala da ev nîfşê însana guherîne. Ka em yek yek bihijmêrin van nifşê însana; Homo Erectus, Homo Rudolfensis, Homo Ergaster, Homo Antecessor, Homo Heidelbergensis, Homo Neanderthalensis, Homo Sapiens…Homo Sapiens nifşê dawî ye. Yanî em însanê vî zamanî Homo Sapîens in. Berî niha bi sed hezar salî çêbûne. Wateya Sapîens bi Latînî biaqil, şahreza..

    Li gorî mirovê zanistiyê Îsviçreyî dibêjin di dema ku em niha dijîn de hin însan ji Homo Neanderthalensis derbasî Homo Sapiens nebûne. Evrîma xwe temam ne kirine û hê di zikê diya xwe de wextê dabêşbûna mîtoza mêjî de tiştin kêm mane. Jixwe ev însan %99 wek me însana ne. Tu ferqîya wan ji însanê normal nîne. Meriv cûdabûna wan ji tevgera wan fêm dike. Werin em bala xwe bidin van mirova ku em ê wan çawa ji hev derbixin an nas bikin.
   Ev mirov piranî di metrepol an jî di bajarên mezin de dijîn. Her çiqas kokê wan li gunda filan be jî dîsa habîtata wan li bajara ye. Zaroktî û kamilbûna wan wek însanê normal derbas dibe. Piştî kamil bûnê ev mirov ji mirovê din dest bi cûdabûnê dikin. Ez vê jî ji bîr nekim, ev nifşê mirova piranî kurik in. Li dewra kamilbûna wan meyîzênin teqez ciya wan ji wan gelek hêz dikê lê keçikê di dema wan de qet rû nedane wan. Ji ber ku wextê keçika dibînin hormonê wan ji mirovên normal cûdatir dişuxilin…
     Ev nifş, her çiqas dem derbas dibe, xwe hinekî terbiye dikê, pirzikê rûyê wan jê diçin..Ji malbata xwe dûr dikevin. Dema wan a zanîngehê dest pê dike..Pora xwe dirêj dikin, guhar dixin guhê xwe.. Dest bi vexwarina şerabê dikin. Kafka, Cioran, Sartre dixwînin, di medyaya civakî de hesaba divekin, muzîkê îranî guhdar dikin, li ser hev filma temaşa dikin… ( Ev dewra entellektuelîyêye). Ku rehmetîyê Darwîn sax ba teqez wek çûkê ku li ser wan lekolîn kiriye, teqez wê li ser van mirova jî tiştin gotiba.
 Piştî dewra xwe ya entellektuelî temam kirin edî amade ne ji bo ku derkevin hemberî jina. Pêşî wek mirovê normal dikevin ortama. Pêşî ji ber ku balê bikişêne ser xwe dikevê bercivatê. Ev mirov qet nahêlin ku ji bilî wan kes biaxive. Bi gelemperî qala xwe û serpehatîyê xwe bi zimanekî estetîk dikin. Li nêçîrê xwe ( an jî keçika) digerin û li ser masê yekê hildibijêrin. Û heta ji wan tê xwe nêzîkî keçikê dikin. Qiyamet rabê ew dev ji hedefa xwe naberdin. Çawa şêr nêçira xwe dişopênê ev jî li ser sosyal medya di cih de dikevin şopa nêçîrê xwe. Jixwe ev mirov her tim telefon di destê wan de, lêkolîna li ser nêçîra din jî dikin. Jiyana wan tim di medyaya civakî de derbas dibê. Ji her derî dinivîsin û hawirdorê nêçîra xwe dipêçin. Ev mirov naxwazin qet haya kesî ji têkiliya wî û nêçîrê hebe. Bi zimanekî jixwe bawer bi nêçîra xwe re diaxivin. Bi gelemperî bi dirûtuya jiyana xwe didomênin. Û wê hîsê didine ku kes ji wê pêdetir di jiyana wan de nîne.


 Ev nifşê mirova jinê tenê ji bo têkiliya cinsî dixwaze. Teqez hîssê mirovatîyê bi wan re nîne. Ji wan re ne derd e fikir û ramanên nêçîra. Ku fêm kir nêçir nayê qefaltin/girtin, di eynî demê de dev jê berdide, baz dide ji bo li nêçîrên nû bigere.
 Hêviya min ew e ku wê rojekê ev mirov li ser dinyaya me nifşê wan wê biqele. Divê heta ku hemû nêçir hev bigirin û van mirova di nav hevalê xwe de îfşa bikin. Bikin ku hê hûn nebûn nêçirwan nêçîr bikin. Wek nexweşekî bi êşa zirav ketî bixin qarantîna!
 Ji bîr nekin hûn hemû berendamê neçîrekê ne. Bi xatirê we berxikno…

Samstag, 27. Mai 2017

KURDÎŞ CAFE

                                           



    Cafeya yekem kî vekiriye nizanim lê ya dawî bawerim em ê vekin. Bila di vê dinyayê de kes nebêjê em cafeya divekin ji kerema xwe. Tenê em Kurd Cafeya vedikin. Edî Tirkê entel neman e. Baş e ku sektor ket destê ciwanê me yê por dirêj û bi guhar. Ji xelkê re ji bona vekirina cafeya sermaye lazim e, ji bo me kurikkî por dirêj, bi guhar û qasê fêkiya..

  
Ev kurikê xwedîyê cafêyê teqez di paşeroja wî de şoreşgerî heye. Armanca wî ew e ku muşterîyê xwe qanix bikê hûn ne muşterî nê hûn ji mal in û hevalê me ne. Lê ev havaltiya samîmî! mixabin heta qasê ye. Ku yek diçê ber qasê wê gavê fêhm dike sînorê hevaltiya bêîmano. Ev heval daîm dibêjê hesab ne muhîm e, ya herî muhîm hevaltî û aştiya dinyayê, biratiya gelan e. Milletê di navbera hîsê wan ê humanîst û adîsyonê ( îşalla min rast nivîsî be ) de dihêle. Carna dibêjim ez ê xwe bavêjim riha wî û bêjim wilan te çaya şevê dî germ kiribû dabû me, me ji fêhtiyê dinyayê me deng nekir. Da xelk nebêjê kurd li ser hesabekî ketin nav hev de(bihev ketin). Tu li fiyat dimeyîzênê fiyatê çayê bi qahwa starbucks ê ve yarişê dikê. Hey mala te xiranebûyo ma te go li Taxsîmê em bi xêra cafeya te yî bêhn pê ketine.. 
   



    Wextê tu dikevî hundirê van cafeya, ji bohemtiya bajêr bêhna hiriya neşûştî dide nav çav, birh û bêhvilê meriv. Piştre tu fêhm dikî, ev bêhn ji balgihê ku ji bo dekorasyonê danîne ser tawanê an erdê tê. Ev cafe bi giştî di gîrîş qatî de ne û teqez li erdê ne. Jixwe xwediyê cefeyê wek wampîra ji reşê û hîn buna dîwara hez dikê. Ev cafe heta tu dikarî bêjê bi bê zevkî hatiye xemilandin. Li mal kîjan pirtûk ketibin destê wan de bi dîwar û tawana ve hatiye dalaqandin. Ku hûn qenc bala xwe bidin wan hûn dikarin Nutuq ê filan jî bibînin. Lê tişta herî giring qasê fêkî ye. Bê kî malka xwe xira kiriye, qasa pêşî kî daniye cafê ya, lazim ê bi barekî qaseyê fêkiya li qadekê were şewitandin. Ji devê derî heta tiwaleta bi qasê fêkî hatiye xemilandin. Edî qasê fêkî buyê sembola Kurdîtiyê. Ku dewleteke mê çêbibê lazim e di ala me de qasê fêkî hebe. Di çanda me de şalûşepik çawa giring be, di çanda cafeya kurdî de qase ewqas girîng e. Piştre ew cilikê carê me bi dîwarê xwe ve dikir ( li serê xezal, hz îsa filan heye) divê hebê. Ji bo dekorê eybe ez bejim min di cafeya de gumgum dîtin. Ji xwe ez bahsa perdê kevin nakim jî.

     Mirovê ku muşterîyê van cafeya jî tîpê wan diyar in. Piranî kurik esmer, bi rih û montê Deniz Gezmiş li wan e. Ew li ser masekê her tim sabît e, tene mirovê derdora wî diguherin.Tu kîjan seatê herê ew mirov li wir e. Tu dibê wextê xwediyê cafeyê ev cafê kiriye ev kurik jî li ser dana an jî perçeyek ji dekorasyonê ye.

   Muzîk…! Li ser youtubê ev jî tê hal kirin. Bi Ahmet Kaya destpêdikê hata bi Şahê Bedo dewam dikê. Navekî jê mestir Pirtuk cafê dinivîsin lê hata niha min mirovekî ku lê pirtuk xwendî nedîtiye. Heke hinekan vî karî kiribin bila bi awakî xwe bigihînin min.


     Govend.. Cafeya ku carekê govend lê nehatibe gerandin bila deriye xwe bigire. Ew ê teqez piştî sê an jî çar heyvê din îflas bikê.


  Ji bo min hebûna van cafeya ji aliyê menemenê ve gelekî giring e. Li dîrokê meyîzênin menemen tu cara ewqas nehatibû çêkirin û nehatibû xwarin. Li gorî dîtina min cîroya xwe ji menemenê derdixin. Her cefeyek wek emrê xwedê gerek çaya wana teybet hebe û gerek tu jî wê çayê biecibînî. Hema çi dibînin dikin nava wê.


     Kurikê garson bi gelemperî zêde zêde samîmî ye. Wilo tênê serê te yeka nizanibê wê bêje em heft sala hevalê hev in. Muşteriyê xwe yek bi yek qeyd dike. Ku tu here cafeyek din hin kes xeberê didin wan û dibihîzin. Edî tu dibê esîrê wan, mecbûr ji fêhtiya tu diçê. Li gorî van camêra ha tu çuyî cafekê din, ha te îxanet li welatê xwe kiriya. Ku ez diçim cefeyek din ew şev xew nakevê çavê min. Roja din serê şeveqê diçim cafeye dile xwediyê wê haş dikim. (bê lome bê lome..)



Donnerstag, 20. April 2017

Sendroma 26 salî







      Serê şeveqê min bi alarmê çavê xwe vekir. Bi çavekî li alarmê dimeyîzênim, alarm avêt ertelemê. Di alarma pêncanda hişyar bûme çûme ber eynikê. Min bi çavê kefkirî li eynikê meyîzand ku tam sê mûyê sipî li ser nîvê serê min. Ne yek, ne dû.. Min got belkî kef e, rûyê xwe bi lez şuşt, lê mixabin, rastiya emrê min wek şaqameke tûj, gurmîniyekê bilind li rûyê min da…

   Min rahişte meqes û her sê mûyê spî qut kir, danî ser masê. Yarabbî ka ji vê tabloyê dramatîktir çi heye. Min xwe wek Şener Şen hîs kir, pora wî jî di şevekê de spî bûbû. An jî wek Dante. Min sê çar hêstir barandin ser mûyê xwe. Dibêjin pora paş ku spî dibê ji kêfê ye, pora pêş jî ji xemê ye. Niha nehat bîra min bê çi xema min heye lê teqez di hin deman de ez gelekî xwedî derd bûme. Piştre min fotrafê mûyê pora xwe girt ji bo ku bavêjim koma xwe ya watsapê…

   Îro, diyar bû ku wê rojeke bêqudoş be. Hatim ber eynikê li cihê pora ku min qut kirî dimeyîzand, çavê min çû ser salnameya bi dîwêr ve çi bibinim;îro 20 ê Nîsanê bû. Erê şaş nabînim îro roja rojbûna min bû. Tam berî 26 sal û 9 heyva, wek nokekê bûm. Jixwe heya bavê min û diya min pê nebû ku rojbûna min e. Roja ku ez çêbûme ji ber ku xalê min emeliyat bûye dîroka ku çêbûme diyar bû.Diya min qet naxwazê roja ez çêbûma bênê bîra xwe.Ji ber ku roja ez çêbûma pêre fetiq çêbûya.Hê li nav rûyê min dixê... Li gorî ciya min ez di Rojiyê de çêbûme.Rojî jî fitfita wê ye di her heyvî de digere maşalla..Min yukselenê xwe jî ji seta paşîvê derxist. Hey emroo tu çi zalim î. Ev çi tifaq bû hat serê min. Min digot qey ez ê hema tim 25 salî bimînim.

      Bi xemgînî ji mal derketim. Salê ku derbas bûne wek şerîda filmekî di ber çavê min de derbas dibûn. Ez hê duho vê seatê 25 salî bûm. Dêmek êdî ez 26 salî bûm. Wê xelk bipirsê bêje ma tu çend salî yî ez ê bejim ‘26’ . Wê bêjin emrê te jî têra xwe heye haa. Êdî ji çûna daweta ez muaf nabim. Ez ê bibim mezinek ji malê. Wê çûna ma’zîçiya li ser min bikin ferz. Hê tasoyê min, xarê min sekinîne. Ma ez ya 26 salî bûm emroo. Ez ketim sendroma nîv emrî.

    Êdî min naxin qonsêra, vodofonê nema qampanyaya gênca ji min re çêdike. Ez ê ji erzaniya heta 25 saliya bimînim. Ez bikevim taximê voleybolê de gelo wê min bixin kîjan komê de.( ji xwe tu cara ez bi voleybol neleyîstime). Xwe wek Ahmet Yesevî bixim qorçalekê de, nizam ez çi bikim.

   Îro ji ber derdê emrê xwe di metrobusê de min cih jî negirt. Kurikê bi taxim û qerawat hîç bala min nekişand. Pîreka ji mala bavê xwe de trîplî qet min serê xwe jê neêşand û hatim kar…

    Çûme lawabo, min mislix vekir ku ez li berê bigirîm wek di rêzafilma de min xwest kulma xwe li dîwar bidim û bigirîm. Jinika mudura me di tiwaletê de bû û derneket bêxwedîkê. Dibê ku qabiz bû, ji xwe daîm aktîvya dixwar. Li ber eynikê min kenê xwe ceriband ka li ber çavê min qarmîçonk derdikevin an na?. Min bala xwe dayê ku qermîçonkê min hinek derketine û min xwe avête ofîsê.

    Hevalê min ê kar yanî suprîza çêdikin. Bi hev re diaxivin pistepista wan eee…Her heyv eynî tişt..Kes nizanê derde dilê min. Ku pasta werê ez çi bixwazim gelo. Emrê xwe yî 25 bixwazim nayê? Kes bila ji min re nebêjê ku jiyîna her salê ji hev cûda ye. 25 sal ji emrê yekî gelek cûda ye. Min ji niha de bêrîyê kir….

    Ez rabim lîsteyekê çêbikim hevalê min ê ku rojbûna min pîroz nekirine binivîsim. Bersiva hevalê ku li ser facê pîroz kirin bidim. Rabe rabe, sal bi sal xwezî bi par..

Montag, 10. April 2017

BÊ FAL NEMÎNIN 



   Rojekê bi berf bû..Qeşa ketibû erdê. Vicika me di bêhvilama de qerisî bû. Ez û keçxaltiya xwe bûn. Me digot xwedêyo em xwe bigihênin metroya rengîn. Nizanim çi li me qewimîbû em derketin. Dîsa bota ku min ji arzaniyê kirî av dikişand. Berf hemû ketibû hundirê şekala min. Lê xwedê kir ku ez bi aqil bûm min poşetê buzdolabî xistibûn piyê xwe. Min ev zivistan jî wilo derbas kir.. 
  Em hatin ber metroyê, keçxaltîka min Kanîa sekinî..Keçê heydê bibaza..Na az nayêm. Min fêhm kir derdekî wê heye û newêre bêje. Ji xwe min fêhm kiribû ku wê tiştek werê serê me. Dengê wê dernediket. Li gorî şert û mercên normal me di kêlîkkê de 165638 peyv bikar dianî. Ev bêdengî ne delaletê tiştê baş bûn. Nîv saetê min li ber da û got min tabelaya falcîkkî di rê de dît, dixwazim em herin.!! Gelek gelek arzan e. Min got temam tu here ez nayêm. Bi çembûrê min girt, go ma tu pêşerojê xwe meraq nakî? ma tu naxwazî bibîne qismetekî te heye an na? Ka wê dewletek me çêbibe çênebe. 
  Min meyîzand ku em li devê deriyê falcî ne. Deriyekî kevn li pêşiya me, me derî vekir. Min Kanîa li pêşiya xwe dihişt ji bo ku ez rehet baz bidim heger tiştin bibin. Heke ez bimirim jî bila ne li mala falciya be yarebbî. Pêpelûk derketin ber me. Bi dîwara ve tabloyê Piqasso, Mîkelanjelo, hetta Guernîka me dît xwedê wekîl. Kes xwiya jî nedikir.Talî zilamekî bi simbêl û şifqa wî wek ya Çarlî Çaplîn derket pêşiya me. Bi ciddiyet em dawetî salonekê fireh kirin. Her der qoltux û masa bûn.Sê jinik bi dor dengî jinika dikirin û li fala dimeyizand.Maşalla tê bêje ne falcî bûn, endamê orgutekê bûn. Îşê xwe gelekî bi ciddiyet dikirin. Ji Surî, ji Romanya, ji Uqranya ji her derî muşterî hebûn. Erê me jinikê Surî fêhm kir nizanim çi bela jinikê Rusa bû.. 
   Merik pirsî hûn fala qahwê dixwazin an ya tarotê. Min got kîjan arzan bê ez wê dixwazim. Jixwe meseleyê me yên giring nînin. Jixwe di paşerojê me de tiştek nîn e. Bawer nakim ku di pêşerojê me de jî tiştin derbikevin. Got e temam naxwe em ji bo yên wek we fala qahwê divekin. Em ê ya bi qampanya çêbikin. Ev tarîfêya xwendevana ye...
    Me qehwa xwe vexwar. Xizmeta wan gelekî baş bû. Hata liqûma di ber re dan. Me Fîncana xwe zîvirand û li ser niyeta dilê xwe girt. Em man di sirayê de hata dora me hat. Piştî seatek û nîvê dora me hat. Jinika berî me nizanim bê çi bela wê bû, çi travma derbas kiribû sê seata fala wê xilas nebû û hê jî ji encamê ne memnûn bû. Jinika falcî bang kir me. Got niyetekê bigire di dilê xwe de. Ji heyecanê tiştek nehat bîra min û min tiştekî pûç xwest. Bi bismîllahê fîncana min vekir. Got welle dilê te bûye hêlîna kul û derda. Tu keçikkê gelekî bêşans î..Sê kes ji te hez dikin lê her sê jî nabin qismetê te û xilas kir..Min got çilo, ma çawa ewqas hindik e fala min? Ma dewama wê nîn e? Got welle fala te li ser tarîfeya xwendekara ye. Çiqas pere ewqas fal. Ji vir û pê de deqqê min bi pera ye. Ez nikarim bêjim. Serê min gêj bû, êşek ket nîvê mêjiyê min û ez bi jinikê re ketim nîqaşê. Yan tê perê min bidî yan jî tê fala min berdewam bikî. Jinikê cixara xwe kişand, pif kir rûyê min û Kanîa jî hat alîkariya min, em ketin qirika jinikê de. Hûn sextekar in, em yê wekê we zanin bê çi mal in, ka perê me em ê vê odê bi serê we de xira bikin...Em ketin nav şer de. Jinikê li me meyîzand û got; Jixwe tiştek di fala we de nîn bû, ez 10 saetan jî binêrim boş e. Îşalla hûn heta 40 salê din bê qismet bimînin. Me pirsî, we fala herî kêm hilbijart. Bi qeşitin ji vir. Min got welle telveya we kêm bû, we ji qehwa pîs çêkiribû ji ber wê tiştek xwiya nekir. Îşalla hûn di cehnemê de bişewitin. Me rahişte cil û bergê xwe em reviyan... 
  Di rê de em herdû jî bêdeng bûn. Min rahişte pirtûka xwe vekir û dest bi xwendinê kir. Min serê xwe rakir çi kurikkî bi qarîzma li himberî min yaboo. Gelo me perê zêde daba falcî, wê ev kurik jî derketiba di fala me de?....

-Kovara Şêmamok-2017

Freitag, 10. März 2017

MAÇ Û MAÇ






   Miradê Kine gotiye ''Ramusanek bide min ez kefîlê te û cinnetê.'' . Min jî dixwest wek Omer Faruk Baran ji nivîskarekî sê çar hevoka bigirim lê mixabin Miradê Kinê hat bîra min. Em werin ser mijara xwe. Li banî dibêje 'ramûsan' . Di helbesta, di nivîsada her tim maç kirin di cihekî teybet de ye. Nizanim kî maç kirin derxistiya. Kîjan bûyer buye sebep mirovê pêşî yê/ya ku karê maç kirinê derxistiye û çima maç kiriye, ma tiştekî din nebû...

   Mekanîzmayekê çawa ya?? Tu hewayê ji cigerê xwe digirê û tevlî tifa devê xwe ya hemberî xwe maç dikê. Maç kirin, ez bahsa maçkirina rû dikim. Ji xwe ez nakevim mijara ji dev maçkirinê. Ez li vê mijarê wek miroveke jinika bîlîmê dimeyîzênim..

   Eyd xwezî nebûna an jî xwezî serê 10 sala eydek heba. Na welle xwezî eyd ji binî ji dinyayê rabûba. Wextê ku dibêjin eyd, maçkirin tê bîra min. Werê desta maç bike, rûya maç bike. Wan destê ku xwedê tenê zanê dana ku dera xwe, û ku dever xwurandine...

    Di vê dinyayê de maç kirin karê pîrekê me kurda ye. Ji bo vî karî xaltîkin hene . Ev xaltî ji aliyê rabbê alemê ve hatine hilbijartin û li erdnîgara Kurdistanê hatine belavkirin. Carika wan spî, êlek li ser milê wan û her daîm meseleyekê wa heyê ku bêjin. Ji nîşkê vê tên mala we û li qûrçikê dirûnin û li benda maç kirinê. Ji vir maç dikê, ji vê ve maç dikê. Hinek xaltîk hene master kirine ser maç kirinê. Lêvê wan ji bo maç kirin hatina afirandin. Lêvê wan hinekî pahn, piçikkî simbêlê wan derketine, ku ne ji melesa serê wan be tu yê bêjî qey xalê melle Elî ne. Memkê wan hebekî mezin û nêzîkî erdê ne.Ev xaltîk qet ji sidyena hez nakim, her tim azadiya memikan diparêz in.

    Ev xaltîk gelek ji wan demê eyda, mewlûda, serlêdana, keçbûn û kûrbûna de derdikevin holê û her tim devbikenin. Bi awayekî tên bi serê te digirin û hata dengê 'mirç' dernekevê te na berdin. Wextê te diberdê ser rûyê te komek tif dimêne. Tu ji fêhtiya nikarê bişoyê, ew tif hişk dibê ser rûyê te. Kû tu bêjê nexweşim grîbim jî ji va xaltîkare tiştek nabê çimkî miqrobê grîbê jî bêçar in ji bo van xaltîka.

   Ev xaltîk hata tu karibê bêje welat parez in, li hemû çalakiya li pêş in.Li gorî wan wê dinyayê maçkirin paqij bikê û wê bi maçkirinê xilas bibê.

   Carna bavê min bi qamçika min digirê û min diavêjê nava civat a. Dibêje ev keça me a mihendiz e. Ji qurçikê deng tê ''wer keça min, wer te maç bikim maşalla ji gijola wê re. '' Maç dikê û dirûnêne cem xwe. Hata ew tif hişk bibê mîna mehkum dirûnim.




   Ku hûn li ber maç kirina van xaltîka îdare bikin ji aliyê dîtina qismeta re gellekî serkeftîne. Wextê tu dirûnê li cem, di kêlîkkê de 1373774848 qismet ji bo te di serê wan de derbas dibê. Va qismeta li gorî, bejna wan, karê wan, bajarê wan û li gorî perê wan di benqê de qatagorîze dikê.

   Pirsgireka van xaltîka di vê dinyayê de tenê bûkê wan in.Di vê dinyayê de li kuderê bûkek ne qenc heye dibê nasîbê van xaltîka.Ev bûk li ber malê qet nadê, ê bê mala dijmina ye.Jixwe kurê wan jî ji dest çûye..Ji xwe ji aliyê mêra va bêbext in.Barê zaroka li ser pişta wan e.

   Hevalno! Ev xaltîk dest didine mirovna jî. Yê ku dest dana wan tifa wan behtir îfraz dibê. Wextê hûn di ber wan de biçin li xwe miqate bin.

   Ev xaltîk ji piçukayîve kabûsa min in. Devereke rûyê min nemaye ku lêvê wan ne gihîştiye. Xwe ji wan bi parêzin, ku we ew dîtin ji mal bazdin. Heger hûn ne mirovê baş bin rojekê ew xaltîk wê we maç bikin, emanet!

Freitag, 10. Februar 2017

BÊHVİLMEZİNBÛN


BEHVİLMÊZİNBÛN





     Li gorî xwendina min a li ser sosyal medyayê dibêjin bêhvila (pozê) mirovê Rojhilata Navîn ji standartê dinyayê 2 cm mezintir e. Dîroknas Andrew Colamer dibêje erdnîgara van mirovan di nava Firat û Dîcle, li aliyekî Çiyayê Zagros, li aliyekî jî heta Qendîlê ye...Sînor her li gorî şera filan diguherê..

      Heta niha me xwe dixapand û digot bêhvila Laza dirêj e. Lê ka li derdora xwe meyîzênin ji çar kesan pênc kes bêhvila wan mezin e. Em qebul bikin hevalno, li gorî standartê dinyayê bêhvila me mezin e. Ya dinya biçûk e ya jî bêhvila me mezin e. Belkî jî xwedê ji dewleta me kuştiye û daye bêhvila me. Ku musabaqa bêhvila di navbera me û Laza da bikin, Muş û Colemergî li pişta me bin teqqez em ê bibin şampiyon. De tu bipirsî wê Muşî û Colemergî bêjin bêhvila we pir biçuk e, em kurdên heqîqî ne hûn sexte ne filan. Jixwe zimanê wan jî ne kêmî bêhvila wan e maşella.

    Bala xwe didimê, di nav civaka me de kes naxwazê vê mijarê werêne ziman. Wextê diçin xwazgînî keçikê dibînin dibêjin keçik zend û bendê wê baş e, lê mixabin bêhvila wê hebekî mezin e. Ka çibkin, milet naxwazê DNA ya bêhvilmezinbûnê bixê nav malbata xwe. Wek lanetekê ye ku bêhvilmezinî ket nav eşîrekê edî diçe heta hetayê. Li gorî rîvayetekê ( kes newêre werêne ziman) kalikê me ji bo vê mijarê gund terk kirine. Bêhvilê eşîra me ne gelekî biçûk bû jî lê Ne gelekî mezin jî bû. Bûkekê bêhvilmezin anîne û bela ketiye nav eşîrê. Sal derbasbûne lê malbat jê xilas nebûya. Di malbata me de serê heft kesa pênç kes ji bêhvilê emelîyat kiriye (yanê ew ro îro doxtorê estetîkê ji me re şixulîne, yanê me serweta xwe daye ser bêhvilên xwe ). Em ji şerma, ji herkesî re dibêjin goştê zêde di bêhvila wan deye, bêhna wan ji hestiyê xaromaro naçe nayê, qaza kir filan. Axx bûkê axx, me ew cêr li ser serê te şikandiba xwezî (keçê hiş e, wê di zarok û nevîyê te de derbikevê).

     Gelek mirov ji fotrafê kêlekî aciz in. Çimkî qama bêhvilê di fotrafê kêlekî de tam derdikevê. Ez bi xwe jî gelek gelek aciz im. Kî fotrafê min ji kêlekê de bikêşe ew neyarê min ê herî mezin e. Ew roj yekî fotrafê (yanî henek dikir) min ji kêlekê de kişand, dure min ew ji kaş û berkaşên Stenbolê de avête xwarê nizanim niha heye an tune ye lê êdî ew ji bo min miriya.

    Heta çend salî min digot qey bêhvila min xweşik e, wek glokekê ye. Tu cara deynik û meynikê min bi bêhvila min re nebû. Hata metika min rojekê tîq tîq keniya û got wele bêhvila te jî wek ya min mezin e, tu jî li malbata me hatî!!!! Dure şev li min nebûn sibeh. Min hemû neynikê malê şikandin. Nizanim min di çend sala de ev travma derbas kir. Rojekê hevalekî min got tu di fotrafê kêlekî de dişibî Murat Kekîlî. Dure min ew tehn da, kete bin otobusa belediyê û bazda min cerek din ew nedît.

   Keçik hata êvara bi maqyaja, bi golgelî fondetêna bêhvilê xwe diveşêrin. Kurik hata êvara bir rih û simbêla diveşêrin. Hûn bala xwe bidinê xortê kurda ji sedî 78 bi rih in. Ev ne ji şoreşvanîyê ye, ji bêhvilmezinîyê ye.

    Dema ku em grîp dibin ji sedema bêhvilmeziniyê meaşekî me diçe ji selpaqê re.





         Carna başiya bêhvilmezinîyê jî heye. Wextê qaza filan çêbibe fonsîyona tamponê jî dibînê.Tiştek nayê çav û rûyê wan.Wextê di pevçûnê de destê xwe bavêjin rûyê wan bêhvil dikevê nav lapên wan.Ji xwe têra xwe mezin e çi werê serê wê zirar nînê. De bila ev jî avantaj û teselliya me bêhvilmezina be.

      Dawiyê wesîyata min ji we re, vay ez dikevim emeliyatê, belkî ji bin kêrê dernekevim, ji mirovên bêhvilmezin hez bikin. Wan hembez bikin. Bi henekî maqasekî ji serê bêhvila wan bistênin..






















Freitag, 6. Januar 2017

MEWLÛDA ŞERÎF





   Ku tiştek werê serê me û em jê saxlem bifilitin di cih de bav an jî dayîk mevlûdekê peşniyar dike. Hem hinceta xwarina goşt hem jî wê bibe xêr. Yarebbî tu me ji tifaqa bifilitîne. Keçê serê çîko şikestiya ji bo devera saxlem em mevlûdekê bidin. Qûna nizamçîko xwar bûya em mewlûdekê bidin. Bi xwêde kurekî min çêbibe ez ê mewlûdekê mezin bidim...

  Ku bavê min dibêjê ka em ji bo nizamçi mewlûdekê mezin bidin di dilê min de tiştek dibê taqq...Jiyana min di ber çavê min î şilo pilo de derbas dibê. Yaboo hooopp ka bisekine...

  Dizanim ku di malê de werê dayîn wê feleka reş û beloq çi li ser serê min bigerîne...Carina dikim ku bavo bixapînim lê feyde nake. Yaboo ez dibêjim mewlûda pîroz ku tu dixwazî bidî, em mal bi mal goşt, birinc û fasulîya bigerînin da ku malbat hemû bixwe. Yaw zilam tenê tên ser mewlûdê ma xêra nîvco çêdibê ? Were bi ya min bike li dinyaya din wê sê car xêr were nivîsandin. Lê bi aqilê bevê min nekeve.

  Yadê îro panel heye nayêm mal..Na keçam divê tu werî alikariya me, em ê evarî mewlûda şerîf bidin. Yadê ez ê bazbidim Marsê, ez feminîstim, sosyalistim, ateîstim...fêyde nake.

    Û mewlûd destpêdike...Here Fatîhê ji goştfiroşa goştê berana bikire. Perdeya bavêje makînê, merşa paqij bike, cam û deriya paqij bike, tiwalet û banyo bişo, şimikê limêjê ê nû derbixe. Çiqas cilikê limêjê hebin tu ewqas xwedî xêr î maşallaaa. Di mewlûdan de hûrgiliya herî girîng dirankolk e an jî darikê dirana. Divê diranê Xalê Hecî Ehmed, Sofî Resûl paqij bibin. Em naxwazin parçê goşt bimînin di nav taximê diranê wan da. Jixwe koma mirovê ku tên ser mewlûda diyar e.Ev mirov piranî li camiya, qahwa û li malên ta'ziya dijîn. Ev mirov hemû hevdû nas dikin. Hevaltiya ser mewlûda cûdaye li vê dinyayê û li axretê





    Keçêe.. rabe bikevê mitbaxê!!! Jiniknoooo bikişînin tepsîkê goşt, li ser birincê goşt, di nava tirşika fasuliya goşt, ji bo xwarineke cûda jî hebê goştê mirîşka.. Û bila ji bo xêra bixwin, Xalê Mele Osman, Usikê Mala Temo, Silêmanê Sor..Keçê te tirşik hindik anîye, goştê li ber Hecî Mihemê xilas bû, nanê pîde nemaye qey...

   Her tepsîka ku tê mitbaxê ji ciwaniya min sê û nîv sala dibê. Bişo û hey bişo. Ev çi zilma li ser van jina ye hewara xwedêêê. Hê di ser sifreyê de bavê min bang dike, ma çay ne amade ye, goşt mayê di ser dilê nizamçîko de.. Bi piranî nizanim çawa li hev tê çawa li ser sifreya Mewlûda Şerîf radibin wek levhatina melayê mexrebê dibê Allahûekber. Herkes dikeve dora limêjê. Keçam te merhema paqij daniya ser lawabo. Keçam ka şimikê limêjê werêne ji Xalê xwe Hecî Qadrî re pişta wî diêşê. Ka misîn? Nofek zilam limêj dikin, nofek jî di derheqê pêşeroja Kurdistanê de fikir û ramanê xwe parvedikin û xwe di civatê de germ dikin.

    İşalla Kurdistan wê azad bibê ez jî ji vê mitbaxê. Ka selika fêkî bînin. Keçê te em hetikandin ka kêrikê fêkî. Herkesî fêkiyê xwe xwarin û li ser siyasetê axivîn. Fikir û ramanên xwe gotin. Hinekên zîrek qartên xwe yî dawetê gerandin gotin firset ev firset e. Di wir de kêfa civatê hinekî li wan şikiya lê xem nîne ev der mala xêra ye.

   De ka xwedê xêra we mezin bike, işalla bigihîje ber destê miriyê ji me çêtir. Nezîro welle mewlûda we xweş bû. Birinca we hinekî kelê bû, lê ji ber kû fasolî hinekî şor bûn hevdû baş dikirin (ev ne yê ku tebaxa sêyem dagirtibû, min ji şaşika wî ew nas kir). Ka ka şekalê xalê xwe bînin. Keçê çima hûn disekinin.