Sonntag, 29. Januar 2023

Gera min ya Fés'ê

 



   Beriya çend miha me bilet girtin û niha em gihiştin balafirgiha Fas’ê. Erê ev cara yekem e diçim welatekî misilman ji xeynî Tirkî. 

  Ez hinekî bi kelecan im ji ber piçûkatiya min de min û xwîşka min rêzefilmek temaşe dikir û ew film li Fas e derbas dibû. Ji ber wê jî min dixwest carekê bibînim vî welatî. Di germa Nisêbînê de tiştek nebû ji xeynî opsiyana Tv ve . Di hişê min de ew rojên germ û Fas. Navê rêzefîlm 'Li Pey Evînê'  (El Clon)...

 Pêşî kaxizekê bi me ve dizeliqênin da em dagirin. Bê pênûs!

Me ji hineka bi rîca qelem xwest dagirt û dewam kir. Seat 02:00 ye şevê ye û taxsî nine em dimeyîzenin kes nîne, hinek tirs ket dilê min, em hatin vî welatî me xeta kir gelo?

Piştî me li der dor bi panîk dimeyîzand, du zilam hatin cem me. Gotin texsî lazim e? Li derdorê dimeyîzandin da kes hisa me neke. Zilamnê ku potansiyala gurçika birijênin erdê xwîya dike. Çakêtekî biqapşon lê, di wê reşê de berçavkê tavê li ber çavê wî. Di dilê xwe de dibêjim mêrik em xelet fêhm kir em nehatine esrarê bifiroşin. 

Mêrikê din jî dinanê xwe bi kurdan paqijdike, ji aliyên dî ve di telefona xwe ve fiyatê dixwaze dinivîse. Werhasil wî bi ingilîzî nizanîbû me bi fransizî û erebî nizanî bû, me li ser 200 dirhemî li hev kir. Em birin ji dûr siwar kirin li dobloyakê. Ji tirsa min desmala di sukra xwe de anî serê xwe. Da bêjin ev misilman in. Car caran jî min ji nîşkê ve eşhedû digot. Di dilê xwe de ya Mihemmed, ya Resuallah…

Rê vala şev, reşik, ereba em tê de ne diyar e ku taxsî ye jî.  Em anîn deverek xirabe, çend gencê wek yê zeytînburnu hatin pêşîye tiştin ji hev re digotin. Min got îro em gurçikê xwe li vir nehêlin edî em tu cara nahêlin.

Mêrik got divê hûn ji vir dewam bikin sikakê teng wek labîrentê taksî nakiviye. Mêrik hê kurdan di devê wî re li otela me gerîya me fehm kir got werin mehvanê xwe bibin. Me fêhm kir bi şiklekî, em li bendê man kurikek hat pêşîya me got ser çava hatin bi xweşî xêrhatin da me…

Em di nava labîrenta de di nav bêhna çopa de zîvirîn û hey zîvirîn…

Em hatin ber derîyekî biçûk. Navê “ Dar Hîdaya” li ser nivîsîye. Em ketin nav hewşek girtî li ser dîwarê wê yek bi yek hatiye neqişkirî.

Em derxistin odeya me di derencê piçûk û tengik. Em derketin odê û bê hiş razan…

Şeveqê li dor 06:00 bi denga şiyarbûm. Millet sohbet dikir. Dîsa bi xew ve çûm…

Şiyarbûn seat 09:00 hê ode reş . Min ferq kir ku di odê de şibaka nîne. Bi dîwêr ve derîyê bi dûper vekir. Pencerê li hewşê dimeyîzand, li hewşa girtî. Hemû odê li wir dimeyîzenin. Qet ji derve mirov nikarê bibîne…

Ji hewşa malê

Ev maleke kevin ya Fasîya bû… Xwedê zanê çend jin di vê malê de bê dîtina ji derve jiyaye.

Em derketin terasê ji bo taştê, her tişt rengîn bû li vê terasê. Her kesî bixêrhatin da, û her tişt ji dil, qehwa şîranahî, qursikê wek şilik.




Taştêya Fasîya 

  Ji pêşî ve avahî gelek bala min dikişand her der girtî, ihtimalek mezin ji ber islamîyete ji ber jina di van mala de bigrin. Li gor rêzanê me got, ev mal yên kevin yên malbatê zengînan bûn. Çend malbat bi hev re dijîn, mîna qonaxê Kurdistanê. Ev mal ji wan mane. Ji xwe Dar jî wateya wê mal e.

Me taştê bi keyf xwar, gotin memûrê dewletê hene dikarin kîjan zimanî bixwazin bişînin. Piştî tecrûbeya doh me got bila werê. Em tenê li bajêr negerin.

Piştî nîv seatekî merikek mîna rahîba, kirasek bi kum li xwe kirî hat. Û got em biçin.

Em li herema Medîna man. Medîna mîna Diyarbekir derdor bi sûra hatibû dorpêçkirin.  Ev der Fês‘a kevin e. Sikak di nava xwe de wek labîrenta, li her derê wê de sûk hebûn. Bi sûra re wan sûka dewam dikir bê dawî bûn.



Li sûkê ji hinê bigrin hata çentê çerm, pêlav, terlik.

Dikanek ku her tiştên difroşin ji çermê haqîqî

 Di nava sûra de medreseyên herî kevin, zanîngeh, camî me yek bi yek dîtin.

Medreseyek kevnar

Bajêr her derî kanî hene lê xirabe ne 

Sikak bi endezyarîyek wilo hatiye çêkirin dîwarên bilind û tawan vekirî sîrkulasyona hewayê xweş dihat. Ji ber wilo havîna gelek hînik in va der, got Rahîbê me.

Qanalîzasyonê bajêr li gor dema xwe bi teknîkê pêşketî hatiye çêkirin. Ji ber wilo zivistana ji ber baranê pirsgirek çênabin.

Kolanên Fés'ê

Sûrên Fés'ê

Dikaneke şimikên Fasî ya 


 Ji bajar bêhna çerma dihat li deverna bêhna gelekî giran. Ji xwe digotin di demê berê de ev der navenda ticareta çerm û qumaş bû.

Em talî çûn cihê navdar cihê çerma. Herkes bi dilgermî xwe diavet ber me.

Merik bi xêrhatin da me û nehne xist destê me û  gote me bişopînin. Em bi hewa diketin di deranca de her çiqas bi hewa dikevin bêhnek giran li nav rûye me dide.

Li xwar bîrê rengîn ji her rengî heye, karker dişixulîn derdora wan bîra. Mêrik dewam kir got ev her rengek ji geyayek an jî Çîçekekê tên çêkirin. Ji safran, aloevera…

Bîrên renga û çekirina eyarê deveha

Ji çêrmê deviha çente, şekal, çaket mirov dikarê bibîne. Û teqez kimyasal di nav de nîne.

Tenê mirov gelek li xwe miqate be hata tiştekî nefiroşen bela xwe ji yekî navekin.

Ji dikana çerma em derketin di nava sûkê Diyarbekir da me dewam kir, zêrker, dikanê şîranîye, qumaş…

ji dikanek şîranîyê
Ji sûkê


  Em ketin dikana qumaşa de mêrîk li ber mekîna xwe qumaş çêdike me dît. Mêrîk qala dîroka qumaşa kir. Demên berê qumaşê şîn yên Fasê meşhûr bû. Me bi vî şîklî çêdikir digot. Niha ji ber endustrîye ji destê Fasê derketiye. Qumaşên rengorengo mêrik bi keda xwe çê dikir.
Qumaşçêker

Qumaşçêker

 Mirov çi qas derbas dibe di sikakê wê de merşên bi desta, qumaşên bi desta çawa tê çêkirin dikare bibîne. Çi qas min xwe di nava van sikaka de berdida feqîriya milet, zimanê Fransizî, kolonyalîzma Fransa difikirîm. Li her derî tabêla bi 2 zimana ne. Bi Fransizî û erebî…

Fesfiroşek

Li her derî tableyên fêkîfiroşan 

Li her derî cihê qahwe hebû li sikaka mirov dikare bigre.

Em û Rahîbê me li qahweyek sikakê 

Lê herî navdar çaya nehne hema em li ku dirûniştin tanîn ber me .

Çaya bi nene

Xwarina Fasîya 

Min hem xwe li welatê xwe jî his dikir hem jî hinek tirs jî di dilê min de derbas dibû.

Xwediyê hotela me pir dilnerm û nazik bûn li himberî me. Xwediyê Hotel e Omer diçû dihat digote hevalê min şekala te pir xweş e. Talî maqsadê xwe got şekal bidin min ez heqê hotel ji we nexwazim.

Me şekal da û wî terlikkê limêjê da me got xebero orjînal çerm e… Hevalê min bi terlikê vegera Almanya.

Di qontrola pasaportê de miletê ji Fasê li lingê hevalê min dimeyîzandin û dikenîn...




Sonntag, 10. April 2022

Qaçaxçî

 


Digotin, wê dinyayê ji vir û pê de xwediyê şirketê mezin guherînin. Mesela belkî yên wek Elon Musk, an jî robotên wek însana. Wê jiyana me berovajî bikin û tiştek wê wek berê nebê, lê van rojê ku em gihiştinê tiştekî din, hê sosyolog û psîkologa ev tişt ferq nekiriye. Wê li rojên pêşiya me mirovê ‘qaçaxçî’ biguherênin hevalno/ê.

   Ev mirov roj bi roj popûler dibin, nimra telefona wan di nav mirova de ji Teslaya Elon Musk bi leztir belav dibe. Di nava salîseyekê de digihije çend hezar milyona hevalno. Ne dewlet ne jî zanîst wî tiştî ferq nake. Ev mirov li her derî li her welatî ne, mobilizasyona we di tu bêşî de ew qas xizlî nîne.

   Ev mirov ji parçeyek dinyayê mirova têne parçeyek din. Ji Kurdistanê tênin Amêrîka yê, ji Afganîstanê têne Awrupa’yê. Li gor cuzdana we rêya jî didin ber we, perê te hebin bi balafirê, pere nebin bi meşê, di xeyalê we de kîjan welat hebe we dibin wir. Hata niha xewnê mirovê Sosyalîst, Hîpî, Anarşîst ku dibêjin em dixwazin sînora ji holê rakin tênin cih. Ne derdê wîzeyê ne jî qontrola pasaporta.

  Xelkê digot dinya ber bi globalizm de diçe bi projeyên wek yên Bill Gates, mirovên dijî Aşîyê digotin wê çîpa bi me ve bikin wê me bixin wek robota. De dev ji va hekeyata berdin hevalno, wê bi xêra van mirova dinya wê bibe tam cihek tevlîhev û wê formek din bidin dinyayê. Edî sînor nînin, edî tenê nîjadek nîne..

 Ev mirov kî ne? Ev mirov çawa dijîn çawa bi milyona insana re dikevin kontakte, lê kes wan nasnake? Ev mirov ne zanîngeh qedandine, ne jî tez li ser siyaset û ekonomiya dinyayê qedandine ji qewlê hineka va mottoya wa „li pey nanê xwe ne“.

 Ev mirov di nav me de dijîn, dikarin hem civatên xwe bikin hem jî mirovekî ji sînorê Meksîkayê derbasî Amêrîkayê bikin. Bavê min digot wê rojê Bahremo li Mewlûdekê li aliyekî dinanê xwe bi darik paqij dikir, li aliyekî bi telefonê mirovek ji Slovenyayê derbasî Italya kir. Ev mirov xeyalê mirova pêk tênin.

 Li Almanya‘yê bi kîjan mirovê penaber re peyivîma, beriya dewleta bi va mirova re ketine kontakte. Edî zarok naxwazin bibin bijîşk, an jî mamoste dixwazin bibin qaçaxçî. Belkî ev kar rojekê bibe fermî.

Ev mirov bi dolar û euro ya dixebitin ji ber wê global in. Doza we hebê, çi sucê we (li gorî dewletê) hebê teqez serê xwe pê naêşêne, hemû mirova yek dibînin. Hinek jê qampanyayê wek paketa didin, te ji welatê te digrin hata cihê ku dixwazê dibe û di nav de jî dikarin ewraqên sixte jî çêdikin. Şirketên Tur’a ji ber van mirova çenda îflasa xwe dane nizanim.

 Ji bo van mirova veşartîbûn gelek girîng e. Tu kes navên wan ê rastî nizane, dema mişterî gihiştin cihê xwe carek din nikarin bigihijin wan. Wê rojê yek dixwest kurê xwe bişînê bi yekî re şitexiliye fehm kiriye ku zavayê wî ye. Dema ku keça wî re zewicî bû gotibu ez “serbest meslek im”. Piştî Ajanê Uris herî mirove ku dikarin xwe kamufle bikin ev mirov in.

 Di van rojên şert û merc xirabin de, mirov beriya serî li Qonsolosluxa bidin serî li van mirova dide hevalno. Ji xwe dema tu vê meseleyê di serê xwe de derbas dike ew tên te dibînin.

 Wê rojê min gotinek bihîst, website wan heye û mirov puana didin mirovên ku gihandine welata. Lê ez jî hê bi ser wî rupelî ve nebume hevalno.

Çavê xwe bigrin û li derdora xwe pistapista guhdar bikin, belkî hûn van mirova tespît bikin…

Sonntag, 27. Dezember 2020

Gozlik

      


  Pîrika min digot her mirov piştî ku sê mehî dibin êdî dikarin bibînin. Ji xwe pîrika min pirîkatî dikir.Wê pîriktiya nîvê Nisêbînê kiriye. Ji ber pisporîya wê zarok bûn digot ronahî hino hino piştî sê mehan dikeve çavên zaroka.,

Dîtin tiştekî wilo ye ku mirov nikare tarîf bike. Ez jî hê ez zarok bûm qaşo min didît. Yanî min nizanîbû dîtin tiştekî çawa ye. Mirov dinyayê çawa dibînin? Heta min dest bi mektebe kir, min fehm kir ku tiştine xelet hene lê min nizanî bû ev xeletî ji dîtina min derdikeve. Roja yekem min dest bi mektebê kir em ketin sinifê. Ji ber ku ez wê havînê çûbûm Stenbolê ez hînî tirkî bûbûm. Hê di siraya derve de min ji zarokan re got ez bi tirkî dizanim. Pirsên we hebin teqez ji min bipirsin.
  

     Ji ber ku ez kin bûm bi salan ez di siraya pêş de rûdiniştim. Ji xwe sal dirêj dibûn bejna min dirêj nedibû. Hevalên di sirayê pêş de direj dibûn diçûn sirayê dawî ez dimam. Her çiqas min durahî baş nedidît jî min digot qey ev tiştekî normal e. Ma min ji ku dizanî ku feleka xayîn wê li serê min bigere. Ew feleka xayin ku carekê ji bo min dilê xwe xweş nekirê.

   Hefteya azmûnan bû. Mamosteyan azmûn çêdikirin. Ez dibûm yekemin her tim. Her tim ez di pêş de bûm. Pîrika min ji bo hewaya xwe bavêje dihat toplantiya her çi qas bi tirkî nizanîba jî mamosteyan wesfê min dida min diwergerand. Di azmûnan de mamoste cihê me diguherand. Ez diketim siraya dawî lê nexem bû ji bo min. Rojekê mamoste hat got ceyran qut bûye ez ê pirsa li ser texte binivîsînim hûn li gor wê bersiv bidin. Kela girî ket qirka min. Hestir wek baranê di çavên min re xwe berdan xwarê. Her mamoste dinivîsî min tam nedidît. Çavên xwe divekir, xwe xwahr dikir nedikir min baş nedidît. Nivîs net xwîya nedikir. Hingî di cihê xwe de nedisekînim mamoste pirsî derdê min. Min got hal û meselaya min ev e.

Roja din ez û bavê min di rêya doktorde bûn. Pîrika min got nebin ne hewce ye tiştek nabe welleh wek rovîyan dibîne. Lê disa jî em çûn. Doktor gozlik ceribandin ez ketim şoqê. Qey mimkin bû halo xweşik dîtin? Xwedayo ez nû hatim dinyayê.

   Me ji gozlikfiroş gozlik kirî û min da ber çavê xwe. Xwedeyo ev êdî nedîtine ev dîtina HD ye. Her tişt wek eynikê dibiriqe. Wek TV ya bi tup deynin ya modela dawî plazmaya nizamçend inc deynê. Min nizanî bû ji serê sikakê tabelaya dikana Bilalo xwîya dike. Yaw rûyê xaltîka Hemdo çi qas bi pirçik e, Ji penceraya me hata nava xaniyê Şikriya xwîya dike. Piştî bikaranîna gozlikê edî jiyana min wek berê nebû.

   Navê çar çava li pey min ket. Hineka digot profesor. Pîrika min got êdî wê ji zêrê te bikeve. Dema tu bizewicê ji ber çavê te xirabeye wê hindik zêra bidin te. Setê hindî êdî em nikarin bixwazin. Keça me wê belaş biçe wê çend rojan ji qehra xwarin nexwar.

   Her çi qas gozlik xweş be jî gelek derdên wê jî heye hevalno. Hata niha we qet nedabe berçavên xwe, ihtiyaca we çênebûbe çavê xwe maç bikin. Biberçavkbûn pirsgirekên sosyolojik derdixe holê.

Hinek ji wan ez halo bejim:

Zivistan ji bo mirovên bi gozlik cehenem e. Dema em li otobusan siwar dibin pênç daqqayê me nîne. Hata em hilma gozlikê jê dibin em ji gelek tiştan dimênin. Cihê vala ji ber ku em nabînin di derbekê de her tim mirovên bi gozlik li ser piya ne. Bala xwe bidin miroven bi gozlik her tim bi tenê ne ji ber ku ji bo wan di cara yekem de ketina evînê nîne. Hata hilmê jê dibin xelk sewdaliyên wan dibe. Carekê ez ketim metrobusê hata min camê xwe sîl kir min ferq kir ku bi xeletî çenga yekî girtiye. Carekê bi xeletî ser pîrekeke rûniştim.

    Ji xwe beriya niha pênç sala ji ber hilmê li gozlikê min girtibû baran bû ez di ber xaltîka Ayşeta re çûme û min xaltîka Ayşeta nedîtiye û neçûme destên wê şer kete navbera malbatan.Ez li her derî rezîl kirim. Û navê bêedebiyê li pey min xist. Hê gelek nasên me bi min re naaxivin.

    Baran dijminê mirovên bi gozlik in. Ez ji vir gazî xwedê dikim te mirovê bi gozlik daye dinyayê ma çima te zivistan daye? Hindik maye ji ber baranê ku nabînim bikevim bin erebeyan. Ji xwe trafik ji ber mirovên bi gozlik dikeve nav hev. Yek wê rojê di nava cadê de hate kuştin. Feqîro ji ber ku nedîtiye xwe avetiye rê û erebeyek lê daye. Em insiyatîfa mirovên bi gozlik û bê sûûd çûn sersaxiyê.

  Bala xwe bidinê mirovên bi gozlik nizanin di dawetan de bilîzin. Dema direqisin gozlik diçe û tê nikarin bilîzin. Ji ber wê bê qismetin jî, kes me di daweta de nabîne û naecibene hevalno. Her tim birînek li ser behvila wan heye. Şûna gozlikê şîn û reş e her tim. Îro çûm quaforê bi heft qapaticî û aylaynir ne hat girtin.

Mirov nikare maçkirinekê bi dile xwe bike. Ji ber gozlik li yên himberê me dikevê. Ji xwe hev maçkirina du mirovên bi gozlik wek işkencê ye.

   Ji xwe zarokên piçûk dijminê gozlikan in. Mirov dema dirahijin wan bi derbekê dişkînin malike li me xira dikin. Sala din birazîkên min ji nav lapên min zor derxistin. Bê îmano behvil bi min ve nehişt.

  Kes rengê çavê mirovên bi gozlik nizane. Ji ber cama kes bala xwe nade rengê çavên wan. Ciya min carekê bi xeletî rengê çavê min fehm kir.

Ji ber koronayê ji xwe mirovên herî eziyet kişandine pêşî em in pişt re doxtor û hemşîre ne. Bi maskeya em nikarin tiştekî bibînin hevalno.Wê rojê çûme marketê min tu tişt nedidît ji ber hilm didê gozlik. Ez hatim ber qasê ku ji bedêla qrem bigrim min rahiştiye kefa traş ê. Ji fehtiya min mecbur girt.ew qas perê min çûn. Bi xeletî wê rojê ketim erotic shopê. Hawarî biontech dikim aşiya bila pêşî li mirovên bi gozlik bidin.

   Avantaja wê ya herî giring ew e ku behvila me bi gozlikê piçûk xuya dike. Ji ber wê mirovên Mûşê gozlikê bê nimre bi kar tînin. Ev ji bila di navbera me de be.

  Bi min ya herî dram jî şeveqe dema çavê xwe vedikî û destên te li gozlikê digere. Ji ber wê ji mirovên bi gozlik hez bikin. Bêhtir qedr bidin wan. Ew mirovên pir baş û hestiyar in. Niha sê hestir ketin ber camên gozlika min nabînim edî. Nikarim vê nivîsê berdewam bikim…

Montag, 20. April 2020

ROJNIVÎSKA QORONAYÊ





                           



       Em di demên gelek zahmet re derbas dibin hevalno. Ka kî digot em ê şahîdbûna van rojê reş bikin. Ji aliyekî ve bi mirin, ji aliyekî din ve jî bi êsîriya nav malê derbas dibe. Ev Covid19 wek yek hatiye nifirek li me kiriye û çûye. Jiyana me hemuya tevlî hev buye. Ne serî heye ne jî binî.

    Erê, dibêjim êsîrî! niha vega me çend plan kiribu ji bo çûyîna bajar û welatan lê halê me tevlî becemeyê nav malê, lingan dirêj dikin û di pencerayan de li derve dimeyîzenin. Fotrafên çay û qahwa parve dikin di instegramê de. Xwe naxapênin kes ne bextewar e em dizanin.

    Herî zahmet jî ji bo Kurdên metropolan e ez dibêjim. Ez jî ji ber ku li Stenbolê dijîm hata gurçikên xwe hîs dikim vî halî. Malên me pir pir piçûk in. Serê metreqarê heft mirov dikeve ez dibêjm. Hata niha min digot qey em kêm kes in di malê de. Min xetaya xwe di vê qarantîyê de ferq kir. Tu nebê em gelek kes in û em bi hev re nedijiyan. Hin kes li zanîngehê, hin li lîsa yê, bavê min ji xwe li qahwê bû, ciya min ya mitbaxê yan jî li ta'zî yan û li dawatan bû. Di qarantînayê de em hemû hatin cem hev û me nû dest bi nasîna hev kir.

    Bi rastî yê ku ji nasîna wî keyfxweş nebûm bavê min e. Axx Qahweya Sîraco! tu çi deverek pîroz bûyî me bi qiymeta te nizanî bû.Herî dawî min ji dewletê re name şiyand ji bo vekirina Qahwa Sîraco, izneke teybet derxin û vekin. Hindik maye mal bibê Las Vegas. Ji bo bavê min bisekine em hemû hînî pelika û okey bûn. Herî dawî ciya min bang dikir digot êdî deynê çaya we zêde bû, bidin. Her tişt ji qontrolê derket hevalno! Ji ber ku di okey de zora min dibin pere di berîka min de nema. Hindik maye qrediyê bikşînim. Ey Bayer û Novartis hawariya we dikim ya werin min bikujin yan jî vê jahra îlacê êdî bibînin.

    Piştî çend salan me hebûna birayê min î ku me di ser telefonê de me jibîr kirî ferq kir. Min hata niha digot qey em 6 zarok in nû ferq dikim ku yekî din heye. Dora tiwalet û hemamê nayê û fatura yên me firîn.

    Me got em homeoffice bikin pişt re me îptal kir. Ji şirketê ez tenê diçim kar niha. Me hesab kir ku wextê li kar im, ji malê kemtir mirovan dibînim îxtîmala ku li kar nexweşiyê bigirim ji mal kêmtir e. Ji xwe li mal civînên kar qet nedibû. Her tim di fonê de daxuyaniya Ocelan di tv ye de... Mausa min di nav piyan de wenda bû. Kaxidê projêyê li ser gûzan dişkandin. Hinek pencereyan pê paqij dikirin. Êdî min bar kir offîcê.

    Ji 'Dinya saxlik orgitî' rica dikim malên me ji bo qarantînayê pir teng in. Behna her kesî teng bûye hindik maye hinek bibin kujer. Hinek din biçe wê ciya min di balqonê de tanûrê çêbike. Aboriya me tevlî hev bû. Xelk kîloyek ard dikirê ciya min kîsek genim bir aş. Em marketê qapat dikin ji bo matba me.

Piştî qoronayê gelek tişt di jiyana me de guherîn.

Jiyana me çawa guherî?

- Me Apê me hînî Skype ê kir. Sohbetên ku li ber camiyan dikin li ser Skype ê dikin. Xalê Nezîr, Mele Osman sohbetê siyasetê li ser Skypê dikin carna ez dibînim bavê min moderatoriyê dike.

- Modeyek keçika hat holê “keçên bi simbêl.” Ji bêkuaforiyê homekuaforî hat îcad kirin. Keçikên ku dizanin ta û aqîrê bi kar bênin pir popiler in van çaxan. Epilasyona lazerê çû firotina aqîrê firî. Keçikên Sûrî pir jêhatîne di vê mijarê de me ew dît.

- Kurikê me ji xwe bi pirç bun êdî niha tu dikarê ji muyê wan lihêv û doşekek derbixe.

- Di malê de qurçikên nû me tespît kir.

- Dawatên ku betal bûne û tenê nîkah bin şiyandina peran li ser ibanê çêbû. Ji ber wê edî em nikarin veşêrin bê me çi qas bi wan ve kirin. Êdî pergalek şefaf hat.

- Nanê evara înê tenê em dikarin bidin cîranên li himberî xwe.Cîrana me Ozbek e hata me çenda nenê evara înê hînî wan kir kezeba me reş bû. Şevtira din goşt anîn ji me re, yên me gotin belkî goştê hespan e avêtin.

- Tekilî piranî li ser înternetê tên meşandin.

- Rêya, bê kî jina mala ye li ser instegramê vebû. Min got ez jî kekekê çêbikim çênebu..hevîrê wê bi dîwarê firnê ve ma hê me ji firnê nexiritandiye.

- Li mirovên ku bawerîya wan nîn e ta'da limêjê ji aliyê dê û bavan bêhtir bû. Tirsa min pêşiya me Remezan e. Xwedê alikariya mirovên ku baweriya wan nebe bike.

- Ji bo seb û fitne telefon modelî hat. Êdî her kes li ser mijarek hevpar diaxive. Her kes master kiriye li ser mijara nexweşiyê.

- Rojê çend seata li ser teza qoronayê tê axiftin. Hin dibêjin dewleta Amerîka avetiye nav mirovên misilman.

- Mirov dikarê jiyana xwe bi becemeyekî jiyana xwe birêve bibe.

Erê hevalno rojên me wilo derbas dibin. Hevîya min bi rojên xweş!

Samstag, 15. Februar 2020

TAKTÎKÊN METROBUSÊ





  Seat 06:00 alarma min lêda ( di alarma min de Vivaldi ya çar demsal da bi sakini rabim.) Dema alarm lê dide bi nêrina Sartre jiyana min di ber çavê min re diherikî û çima dijîm? armanca jiyana min çi ye? di hişê min de pirs derbas dibin çima beriya mela dirabim çima çima çima? Hindik maye mela bêje min: “hey tu zû dirabe camiyê jî veke wilo biçe kar.”
   Bi çavekî vekirî rûyê xwe şûşt ya din hê girtîbû. Pantorê xwe kişand ser xwe,tîşortê xwe li xwe kir tam ez ê ji mal derbiketima min hay jê çê bûm ku min tîşortê xwe vajî li xwe kiriye. Carekdin din vegeram û min guhert. Birayara herî zor hilbijartina goran e di mala me de, çekmeca gora tevlî hev dikim ev gora bavê min e ev ya birayê min e ev ya pîra min... Min goreyek li gorî xwe nedît yek bi çîçek yek jî bi logaya adîdas min li xwe kir û ez derketim. Yaw ji xwe wê di nava şekalê de mene tiştek pê nabê.(işallah êvarê neçim mehvandarîyê)

 Tam ez ketim kolanê kûçikê spî li hemberî min! Ev kuçik, yaw aciz nabê ji vê sikakê herê sikaknen din tiştên cûda bijî. Ji tirsa kûçik heta ez hatim rawestgehê ez di heft sikakan re derbasbûm. Tam bi 0.137474 kêliya ji otobusê mam. Hata li benda otobusa din mam jiyana min di ber cavê min re herikî di serê min de strana Ciwan Haco ya sira sibe. Di ber min re mela derbas dibe diçe camîya xwe.Her şeveq ji ber vî kûçikî ji otobusê dimênim.Ji xwe hîletê min ji kûçika diçe. Di serê min de plana 
kuştina kûçik diçûn û dihatin. Rojekê ez ê ji çekfiroşekî çekkê  kirê bikim û
 sûstûrûcî jî li serê wê de bikim û şarjorê li ser vala bikim û ez ê ji wir bazdim an jî arabayekê kirê bikim bidim ser rê û baz bidim. Deqekkê! ez nizanim erebê biajom ji xwe min karîba çima ez ê bi otobozê biçûma kar. Ya herî baş wî bixim çiwalekî ûbavêjim bahrê. Ez jê ditirsim çawa ez ê bixim çiwalê.Temam otobus va hat! Hevalên ku ji heywanan hez dikin li qisûrê min ne meyîzenim ew tenê fikreke çîk bû.

  Di qarta min de pere nemaye! Dikevim siraya qertê. Ji ber qarta xwendekariyê min dest bi zanîngeha duyem kir.Ku jiyana min wilo dewam bike bi carekê dewlemend nebim dibe ku bibim profesor ji bo vê qartê.

Piştî min qarta xwe dagirt bi ser rêya metrobusê ketim.Ji ber hêza min zêde bibe di spotify de min strana Kizil gûller açinca vekir. Her şeveq ji bo hêz û derûniya min saxlem bimêne li marşê netewî guhdar dikim. Min turnîkê derbas kir û çûm baskî cihê metrobusê.

Berxwedana jiyanê piştî turnîkeyan dest pê dike.

 Hûn pir bi şans in ku hûn vê blogê dixweynin. Ez ê ji werê teknikê siwarbûna metrobuse bidim. Ji xwe yên ku li Stenbolê dijîn,jiyînê dizanin ji ber ku dîtina cihekî vala mirov bibînê gerek disa deste te de sihîrbazî hebe an jî brazîkê/a Şex Avdilqadirê Miradan be.

Didestpêkê de:

Divê hûn pêşî cihê deriyan tespit bikin bê li ku divebe. Tam li kevîkê wê bisekinin çimkî her metrobusa ku tê 30 sanîya disekine. Hata ku metrobus bisekine û hûn ne li ber derî bin hûn bimeşin û bikevinê hûn ê teqez li ser piya mênin.

  Wextê metrobus vebû divê hûn bêhnekê bistînin ji ber ku hûn ê bibezin wê oksîjen ji we re lazim bibe.Carinan hinek mirov tupên oksijenê jî bi xwe ve dikin.Ew êdî mirovên asta bi pênç stêrkî ne. Ew hostayê vî kar î ne.Ew rolmodelê min in.Sala din di profesyoneliyê de stêrka sêyem dan min niha armanca min ya pêncemîn e.

Beriya ku hûn lingên xwe bavêjin nava metrobusê div
ê hûn di serê xwe de plana metrobusê bênin ber çavên xwe. Ji ber wê jî em mirovên metrobussiwar teqez krokîya metrobusê bi mala xwe ve didaleqînin. Ji aliyekî ve planê bênin ber çavê xwe ji aliyekî ve jî di cama de cihê vala tespît bikin hevalno.

Ku we her tişt rast kiribe gerek hûn siwar bûbin. Hûn siwar nebûbin divê hûn hinek din bixebitin. Refleksê xwe bidin kontrol kirin.Vegerin despêk e.

Ev ihtimala yekem bû.

 Ji bo hevalên ku siwar bûn lê li ser lingan man jî rê û rebaz hene helbet.

Ku hûn naxwazin li ser pîya bisekinin divê xwesteka rûniştinê di dilê we de hebe. Ne xwestinek normal e xwestineke ku ji tilîyên lingên we hata mijgulê we hûn hîs bikin.

Divê qet hûn li nîvê metrobusê yên ku paldank lê nîne neminin. Teqez biçin ber mirovên rûniştî bisekinin. Ji destê we werê mahdê xwe bikin, carna off bikşînin. Da ew mirovên rûniştî rihetsiz bibe. An jî hevalên jin yên ku qalew bin ûrê xwe bidin pêş belkî bêjin li halekî ne cih bidin we.

Pirsa giring ev e:

Hûn ê li cem kîjan mirovên runiştî bisekinin an nasekinin?

  • Mirovên bi guhok û razayî ji cem wan bibez in, ew mirov mirovê heyata wan şemitî ne û jiyana xwe di metrobusan de dewam dikin. Ev mirov yên herî bi risk in.Bila hêviya we bi wan nebe ji ber ku ew hata rawestgeha dawîyê peya nabin. Hinek ji wan hata klozeta xwe bi xwe re digerênin.Ji bo işê tiwaletê jî di metrobusê de bikin cihê xwe nadin tu kesan.
  •  Ji mirovên ku pirtûkan dixweynîn dûr kevin. Ew dibe ku rêya wan dirêj e zû bi zû peya nabin. Çimkî di rêyên kin de zû bi zû mirov pirtûkan navekin.
  • Ji paldankên serê metrobusê dûr bikevin. Teqez wê yixtiyarek werê cihê ku we bi çend zahmetî bi dest xistîye wê ji destê we bibe.
  • Mirovên ku serê kêliyekê li rawestgeha dimeyîzîne li cem wan bisekinin ew ê teqez rabin.Ev mirov mirovên ku em lê diğerin in.
  •  Mirovên ku guhok an jî pirtûka xwe didin hev bi wan ve bizeliqin ew jî dê rabin.
  • Mirovên rehet nerûniştine li ber serê wan bin ew li ber rabûkirinêye. Yên ku li navê rawestgehan dipirsin hindik maye ku rabin.
  •  Mirovên çakêtên xwe didin hev, li xwe dikin ew jî dikin rabin.
  • Mirovên ku bi telefonê diaxivin guhê xwe bidin wan belkî rawestgeha ku wê peya bibe bêje.Li gor wê hûn ê xwe li cihên wan sor bikin.
  •  Mirovên ku dema rabin divê hûn amade bibin li ber paldankê. Ji bîr nekin hevalno ji xeynî we gelek tajî li derdorê hene. Cihên ku we ked dayê nehêlin kes ji destê we derbixe.
  • Di nav her tiştî de tişta plana we biguherêne li nav hev bide ku mirovek yixtiyar werê mecbûr divê hûn cihê xwe bidin. Ev tişt îstîsna ye nabim kefîl. Hûn û ojdana xwe.
  •  Ku hûn rûniştin mirovê ku li ser linga mayî dikarê we bi nêrînên xwe tacîz bike. Bila têsîrê li we neke we bi neynûkê xwe ev der qizinc kirîye. Wê li we nêrin, di ber xwe de wek dua dixwenin tiştna bêjin. İhtimalek mezin nifiran jî dikin lê xem nîne ji xwe ji metrobusê mezintir xwêde tu belayan nade we.
Dilê xwe rehet bikin û proveke nebin.

 Edî hûn dikarin mûzîkê xwe guhdar bikin, rezefilma xwe temaşe bikin, pirtûka xwe bixweynin û razên.Helbesta binivîsin, ji destgirtiyê/a xwe re peyam bavêjin. Ji xwe rê bi qasî temenê tekiliyeke DM ye.
 Rêya we vekirî be!
  Ji bo pratîkê dersên teybet didim. Mirovê nû hatîn Stenbol bila mail baveje.Qontenjana me bi sînor e.

Dienstag, 10. Dezember 2019

KIŞANDINA FOTRAFEKÎ

    Li dergûşa xwe nêrî bebik hê razayî bû. Ji xwe ji ber ku zû nerabe serê wî şûştibû. Îro wê fotraf bikşînin divê bebik şîyar nebe hata xwe amade bike. Kurê Hanîfe şiyandibû mala Buşra gotibû bila kekê Nûreddîn were mala me piştî limêja nîvro ez û xwişka xwe û jintîya xwe fotraf bikşenin. Buşra ji mêrê xwe re got wî jî gotiye ku xwedê his bike ez ê werim.

     Hesîba ji girtina fotrafa gelekî hez dikir. Lê ji ber ku eyb bû keyfa xwe belli nedikir. Ji bo vê rojê kirasê qedife û gulê xemri tê de fikirî bû lê bê biryar bû. Gelo kirasê ku di şîranîya Meryemê de li xwe kirî dîsa li xwe kiriba an na? Ew jî li Cizîrê hatibû dirûtin û gelek li bejna wê dihat lê ya herî baş dîsa xemri bû ji xwe xemrî çêtir li esmeran tê.

     Tabûrê danî çû ji ser vîtrinê kîsikê ku dermanê rûya têde bû anî xwarê. Qrema ku mêrê wê ji Helebê anîbû û rûja ku ji Şamê anîbû derxist. Hat ber qetikek eynika bi diwêr ve li xwe nêrî
ku ne ji xwesûya wê û ji eyba ba dinya xema wê nebû wê her tim lêvê xwe derman kiriba.Xema wê ew bû wê bêjin mêrê wê diçe dewletan ew lêvên xwe derman dike.

   Kirasê xwe li xwe kir, goraya tenik kişand û telika ku cîya wê ji Cizîrê anî xiste lingên xwe. Pora xwe honand û bi herdû alîyan ve berda xwarê, yazma sor danî serê xwe, gûliyen xwe bi şeh şahîk kir pişt re yazma avêt pora xwe vekir şe di ser re bir.

   Qrem li ser gujmike xwe gerand. Destê xwe pê re bir hata sor bû. Kilek li çavên xwe kir û rûja pembe ku qaqilka wê wek zêr diberiqene vekir li ser lêvên xwe re bir û li eynike meyizand…

   Xwişka wê û jintîya wê hatibûn li benda wê bûn. Li nav çavên wan nedimeyizamd da nebînin lêvên wê çavên wê. Va limêja nîvro xilas bu kêliyek din gereke Nûreddîno were. Xelk dibêje Nûreddîno li paqê pîreka dimeyizene hata fotraf dikşene. Lê fotrafê wî pir baş in. Belkî jî xelk derewa dike. Feqîro zarokên wî hene û jina wî jî ji xwe spî wek berfê ye. Çima li paqê xelkê meyîzene!! Ev jî hekeyat in.

Nûreddîno hat.. Fihhêt dikir lê meyîzene.. got werin cem hev. Li makîneyê meyizenin û kişand. Êdî Hasîba û şensê xwe ,bê fotraf çawa derkeve. Xwezî fotrafek bi tenê kişandiba wê bida mêrê xwe. Carina digot ez berîya te dikim.



Montag, 24. Juni 2019

Xortên Bi Gulî

   

  Dise ez li benda otobusa Taksîmê me. Li gor seata xwe hatiba min ê serê xwe şikandiba. Di guhê min de guhokên min û li strana Ciwan Haco guhdar dikim. Strana “Tu xatûna ser text î.” Ez vê stranê wextê dibêjim diguherînim û dikim 'ez xatûna ser text im
û çîçeka her wext im.'  Di dilê xwe de dibêjim da ku kes dengê min nebihîze. Ku ji stranekê hez dikim hata ez jê neverîşim bela xwe jê navekim. Cara 358444 … Min pê li replay kir û otobüs gihişte rawestgahê.

  Wextê ku mirov xwe di Caddeya Îstaklalê de diberde dengê qalabalixê û yê muzîkê tê.Mirov qenc guhê xwe veke dengê gulfiroşan, yên biletfiroşan û yên ( fedî dikim bêjim, wextê dinivîsim tiliyek min dixwazê xwe bavejê ser deletê) xortên me Kurdan tê.
 Erê dengê gitaran jî sazan jî navê wê nizanim wek teneke li ser dirûnin û lê didin tê. Li ser van enstrumana jî xortê me.. Ev xortên me li Îstiklalê li her qurcika ne. Yên ku enstruma di destên wan de be tev Kurd in. Ku bêjin em ji welatna din in jî, bila li ser koka wan lêkolîn bê kirin teqez wê Kurd derbikevin. Bê çawa sektora mîdyeya di deste me Mêrdiniyan de ye sektora muzîka kolana jî di deste Xortên Kurdan de ye. Mirov dibêje qey ji eynî imalatê û eynî imajmeykirî derketine.Marx dibêje qapîtalîzm mirova dixe yek tîp, diyar e ku bavikê qapitalizmê li van xortan daye. Ev xortikên ku di ber çavê wan de guliyên wan hene. Gulî, her çiqas di stranên Kurdî yên beriya miladê de mabin jî (bextê min ji guliyên te reştir in) van xortan modeya gulîyan derxistine.Pişt qemçika pora wan sê nimre ye. Riha wan jî diyar e ku li Baxcilar ji yek berberî hatiye qut kirin. Ev model bi piranî li derdora Zeytinburnî, Baxcilar û Esenyurtê herî dawî hatiye dîtin. Ji xwe li gor raporên Saziya Îstatîstîka ev kes li wan deran dijîn.

Bawerim her tim li ser Youtube stranên rapê guhdar dikin. Ev xortê İstiklala teqez bi hevalên xwe re derdikevin sikaka û bi tenê nagerin.Camer bi notayekê hemû stranên Kurdî bi kar tênin. Mihemed Şexo bigrin hata Ciwan Haco..Min di jiyana xwe de li gitarê filan nedaye lê bala xwe bidine her tim destê xwe li deverekê tenê didin û her tim rîtmekî derdixin. Her careke gitare diberdin û guliyên xwe li hev badidin hevalno. 

 Li gor fikra min ev kes ji Koma Sê Bira ve hatine belav kirin. Rêberê wan ew in. Wextê ku stranan dibêjin çavên xwe digrin, serê xwe dihildin û bi dengekî bilind wek eşê dikşênin destên
xwe tênin ber dile xwe û dibêjin. Kî dibêje bila bêje jî muzîka Kurdî sûcê van xortan xelatên Grammy nagre. Piştî travmaya Koma Sê Bira ev xort çawa zêde bûn çawa me ferq nekir nizanim.
Carînan wextê di caddê de derbas dibim bala xwe didime wan fihet dikim, erê guhê min î muzîkê nîne lê ker jî nikarin îdare bikin. Sennett dibêje di navbera kolan û sahne de têkiliyek bi mantiq heye. Ez difikirim tu mantiq nabînim wellehî. Ev kes xwedî qanalê
Youtube û Instegramê ne jî. Yên ku wan guhdar dikin qartvisitan jî didin.Vî karî bi awayek qurumsalî dikin. Ji vir hawarî qonservatuara Kurdan dikim ez dexîlê wê me peyvên nû bibînin ji bo van kesan.

 Carîna difikirim bavikên wan jî ev kesê wek hîpiya xwiya dikin û bi 2-3 level a ji van Xortên bi gulî bilindtir in. Ev kes piranî bi gomlekekî etnîk û dirêj dijîn. Pantolonê wan İspanyol in. Ristik di sukra wan de ye.Heke pora wan hebe jî dirêj dikin. Nebe jî bê xwedê çiqas dabe dirêj dikin.Piranî di teras cafeyan de derdikevin.Ev kes êdî asta wan bilind bûne û li cafeya derdikevin. 

 Kes nizane ku êvaran diçin ku. Li ku derê, li kîjan semtê dijîn kes
nizanê û gelek efsane li ser wan hene. Bawerim xortên xwedî gulî mezin dibin dikevin forma van kesan. Ev jî ji bo pêşerojê Muzîka Kurdî û Xelata Grammy tehdîteke mezin e hevalno.Bawerim em rojeke bibin xwedî dewlet ev kes wê derkevine Eurovisiona jî. Em
baldar bin hevalno.

 Wê rojê yekî wek hîpiyan 2-3 kesên xwedî gulî xapandibûn gotibû ez ê koroyekê ji we ra ava bikim. Qoroyek netewperwer ku li cîhanê bindestîya Kurdan bideng bike. Dengê we, muzîka we xweş e. Xort ketibûn heyecanê de xeyalên tûrneya dikirin. Qey gotşibu wê Swisre watandaşîya rûmetê ya hunermandan bide we.
  
  Şeveke qonserêk çêkiribû li cafeya terasê. Li gor gotinan û weşana zindî ya İnstegramê milet xwe bi govendê kuşt. Hipiyên me pişt re tevlî pereyê wê şevê bazdaye bajarek din û xortên me di teras cafeye de hiştine. Xortên xwedî gulî ketine pey ew dîtine. Wextê dîtine têr lêdan lê kirine û di îfadeya xwe de gotiye: “ji ber ku jiyan li ber min puç hatiye min xwe avetiye xwezayê.”(di lotikxanên Mersînê de hatiye dîtin) Niha ew  Xort  hê li ber dîwaran muzîkê dikin...

 Axir bu danê evarê,îşê min li Taksîmê qediya min û hevala xwe xwe ji Istıklalê berda ber bi Karakoyê ve, li ber dîwarekî du xort li gitarê didan li derdora wan çend kes hebûn, hin videoyên wan dikşêndin hin jî govendê digirtin hem jî di ber wan re derbas dibûn kurik guliyên xwe li hev badida deng hêdî hêdî kêm dibû û yekî din dest pê dikir:‘hêlînen ser tîtiya..’