Mittwoch, 28. Februar 2018

ŞANOYA BI DIZÎKA



    Wê rojê min li ser facebookê analîzên Başûr, Bakûr dixwend û bê kî di dawîya heftîyê de çi kiriye, herî gelek kî bextewar e dîse min xwe bi analîza aciz dikir. Dimeyîzênim.. Ozlem a hê rojê wê yên lîsayê tên bîra min zewicî ye. Bi ser hala de fotraf avêtîye. Kurik ne gelekî qeşeng e. Ku ev kurik derketiba himberî min, min ê qet ew red kiriba. Kurê apê min û jina xwe çûne piknîkê û fotrafê bextewarîyê parve kirine.Erê di vir de bextewar xuya dikin lê ez zanim di mala wan de çi qiyamet dirabê. Xwedê zanê pîknîka wan bi şer dawî bûye. Ji xwe herkes bi hev re ketiye yarişê her kes dixwazê şîrînbûna zarokê xwe ispat bike.Helbukî zarokê weyî dev bi grîz yek jî ji wan nexweşik in. Xwîna wan gelemperî bi min tahl tê. Dîse min xwe di nav de berda. Moralê min xira bû…Min ê tam malper girtiba afîşek ket tayma min. Min nêrî ku afîşa şanoyeke Kurdî ye. Di cih de bala min kişand.Min tiq avête malparê..

     Navê lîstikê Bêrû û ji Dario Fo hatiye wergerandin. Ji xwe ez miriyê Dario Fo me. Tişta bala min kişandî yek ji wan jî dibêje werger Dilawer Zeraq.. Navê Dilawer berî Dario Fo nivîsî bûn.. Demek Dilawer Zeraq hînî îtalyanî bûye û wergerandîye. Porfetto!! Ji xwe hûn zanin ku eybe bêjim ez jî vê havînê çûma Îtalya yê. Wextê min pîyê xwe avête Îtalya yê min got xwedê bi xeletî ez xistime
Kurd. Heke cîhana paralel hebê ez li wir teqez İtalyan im. Hez kirina min î maqarna, pizza û Dario Fo dîyar dikê ku têkiliyeke min bi Îtalya yê re heye…

  Min afîşa di malpera facebookê de di 2 daqqa de ji 100 komê watsapê re belav kir. Her yekî karekî wan hebû. Werhasil ji sed komî em 4 kes hazir bûn. 2 kes çîftê min yên favorî Kulîlk û Ezîz, çîftê din jî niviskarekî ku jina wî Alman û li ser rêya Berlînê yanî Hesen û jina wî ya gelek sempatîk Dûygû bûn. Em du coht û ez bi tena serê xwe.. Mirovên ku bi cohta re digerin dizanim ku min gelek gelek baş fehm dikin. Em ji bo ku coht aciz nebin ji hev, hatine dinya yê. Kulilk û Ezîz got in em li devê şanoyê hev bibînin.Werhasil ez Nivîskar (Hesen) û Dûygû ma da ser rê…

   Navê sahnê Mezepotamya Sahnesî bû. Lê di Google map ê de ti tişt dernediket.Li yandex e, li nizamçi mapê dernediket. Me têr xeber gotin û me da ser rê. Me navê mihelê nivîsî û wele Google map ya gewr em di nava sikakan de birin, sikakên ku hê ceryan nehatine, ne bawerim giredayî Stenbolê bin jî.. Jinikna li devê derîya midye çêdikirin. Ez hinekî rehet bûm min got teqez ev
Merdînî ne hemşeriyê me ne.. Bawer bikin hê asfalt li wan cadde neketibûn. Doxancî û şahînciya zîtirk diavêtin. Min carîna bi gurçikê xwe digirtin ma di cih de ne an na, dibe ku ji nîşkê ve hinek kêrna bavêjin. Me da kêş û kendala. Carna lingê me ket herîyê, hinek car ez li pişt dimam, carîna nivîskar cakêtê xwe yî ku toz lê diket paqij dikir. Min di rê de kumê xwe wenda kir.. De û de me da xwe..Werhasil em hatin devê îşxanikê. Min got wele bawernakim evder be. Erê her tiştê me qaçaxa ma evder jî ne geleke yaw? Em hinekî din meşîn Google mapê digot vegerin..
  
    Li devê derî em ketin niqaşa me got ev teqez ev xefke. Hinek ji bo me bixapênin ev navnîşan daye. Em vegerin, ne vegerin, em herin.. Me dît sê kes ên din jî hatin wek me di şoqê de bûn.Me biryar da û em bi banî ve bi hewa ketin. Me derî vekir. Reş tarî bû her der.Min xwe li pişt wan digirt. Heke tiştîn çêbibin da zû baz bidim. Em di derenca de bi ceryanê telefûnê çûn. Dilê xwe de min hemû diayê ku dizanim, dixwendin zaf ditirsîyam.Em çûn qata pênca û me mirovahî dît. Zilamekî ku ji 500 metreyî dîyar bû ku Kurd e bi me re kenî. Ez hinekî rehet bûm. Min behna xwe veda û em ketin hundir.

 Cih, daîreke işxanî bû. Ji xeynî cihê şanoyê dikarî bû bibê her tişt. Di nava odyekê de li ser pacekî reş bi tebeşîrê ‘Mezopotamya Sahnesî’ dinivîsî. Nivîs jî xwahro mahro bû. Me biletê xwe bi heqê biletê Moda Sahnesî kirî. Li salona wek qantînê, sohbetê di qalîta Vîyana Sahnesî dihat kirin.Min guh dida wan ji Şekspîr, Bekit, Çehov diaxivîn. Dengekî got ‘hevalnoo! Kerem bikin lîstik dest pê
dike.’

   Em çûn salona lîstikê.. Wek amfîyê çêkiribûn cihê rûniştinê, pîsagor ku  ev açi dîtiba wê giriyaba û wî ji bo azadiya Kurdistanê xwe feda kiriba. Ji xwe ji ber ku kin bûm min ji qemçika yê pêşiya xwe pêdetir tiştek nedidît. Min montê nivîskar yê merqê xiste bin xwe hinekî bilind bûm.Nivîskar awrên tûj li min dinêrî, min serê xwe pê neêşand. Kurikê li pêşiya min her serê xwe dibir min jî pêre hereket dikir. Bê cihê rûniştinê kîjan marangozê malik ne xirab çê kiribê zîqzîqa taxtayê wan bû diheja.Dîse jî min listikvan nîvî nîvî didîtin.Tenê serê lîstikvana ling filan qet min nedît.Hin hevala pirax, qurabiye belav kirin..Ji xwe her kes her kesî nas dikir.

   Sahne hingî piçûk bû, lîstikvan ji ber ku nekevin, bi hev digirtin. Ji ber tengahîya sahneyê ji du lîstikvana behtir nikarî bûn werin sahnê. Deqor ji xwe bêje nîn bû.Di deverna de, ji nînbûnê lîstikvan bi xwe dibûn deqor. Piştî demekî rahnika sahnê qut bû em hinek li benda tamîrê man. muşambakek di sahne de dalaqandibûn ez ne şaş bim ew jî wergera bi Tirkî bu...Listikvan di qaliteya oscarê de dileyîstin.Tempoya wan neket hata dawîyê. Ji bo pêvajoyê hinek peyv bîp dikirin.Lîstikeke zaaf xweş bû. Her çiqas ji ber mirovê ku listikê diavêtin video û storiya de min gelek dever nedîtibin jî me lîstik xilas kir…

   Nizam çilo di reşê de min xwe avête sikakê. Ji bo ku xwe bigihêjînim otobusa xwe min baza olimpiyata kir. Di wan sikakê reş, tarî û bi serxweş û tînercî de ez difikirîm.. Hata niha şanoyê ku min dîtine yê dewletê cihê wan li derê meydana na.. Tabelayê wan ji her derî tê dîtin.Yên me di nava odeya de ne bi dizî tên temaşa kirin..Temam temam şano hunereke dijberîyê ya ji xwe..

Ji bo destekê spasî û silav ji Zozan Yaşar re..

15 Kommentare:

Jîyan Eren hat gesagt…

Dest û dilê te sax be lê:)

gulexan hat gesagt…

Ez û hevalê xwe jî çûbûn ve lîstikê, kêfa me jî je re hatibû. Têri xwe keniyabûn. Nivîsa te ew roj anî bîra min, tespîtên xweş. Saeta tê xweş.

eznexelefim hat gesagt…

Perfetto! Dest xweş.

inanolo hat gesagt…

Ez jî neçûme vê şanoyê, tew min navê Dario Fo nebihîstibû, çiqas fedì dikim :((

OFB hat gesagt…

Hahhhhhhhhhhha, rexne wanî tên nivîsandin. Super.

esrake hat gesagt…

Spas dikim :))

esrake hat gesagt…

Spas dikim gulee 🤗🤗🤗

esrake hat gesagt…

Gressia!! 😎

esrake hat gesagt…

mirovekî wek te entellektuel çawa yaaa ://. Ku tu hatî Stembolê ez dîyarî te bikim :))

esrake hat gesagt…

Spas xwedê te û perxudresê ji ser serê me kêm mekê sjsj :)

Anonym hat gesagt…

Ew Kulîlka ku tu qala wê dike, Jinajifilanhezdiket e gelo an yekê din?!?

esrake hat gesagt…

belê ew e. :)

Anonym hat gesagt…

Hahahahaha
Wele te dîsa ez têr kenandim
Tew, erzan û belaş!

Bijî,
Tim tim binivîse Esra.

Unknown hat gesagt…

Tu heneqî :)

JÊHAT hat gesagt…

Merheba. Pêşî ji bo nivîsa te spas dikim. Ez lîstikvanê we lîstika kû tû qala wê dike.Dema kû me provayên ve lîstikê dikir ji alîkîve jî em sahneya xwe ava dikir.Yanî em şeveqê heta danê êvarkî lîstikvan bûn lê êvarkî em dibûn karker. Rewşeke dijwar bû lê piştî kû me sahne xilaskir û em derketin pêş temaşevanan û ew çepikên bi coş me bextewar kir. Sahneya mê piçûk û pirsgirêkên teknîkî hene raste. Her çiqas di nav kûçeyande bê jî dîsa jî cihê meye.Emê pirsgirêkê teknîkî heta ji destê me bê çareser bikin û temaşevanên xwe baştir mêvan bikin.Di sezona nû de bi listikê nû jî li benda temaşevanê xwe bin. Spas...