Freitag, 10. März 2017

MAÇ Û MAÇ






   Miradê Kine gotiye ''Ramusanek bide min ez kefîlê te û cinnetê.'' . Min jî dixwest wek Omer Faruk Baran ji nivîskarekî sê çar hevoka bigirim lê mixabin Miradê Kinê hat bîra min. Em werin ser mijara xwe. Li banî dibêje 'ramûsan' . Di helbesta, di nivîsada her tim maç kirin di cihekî teybet de ye. Nizanim kî maç kirin derxistiya. Kîjan bûyer buye sebep mirovê pêşî yê/ya ku karê maç kirinê derxistiye û çima maç kiriye, ma tiştekî din nebû...

   Mekanîzmayekê çawa ya?? Tu hewayê ji cigerê xwe digirê û tevlî tifa devê xwe ya hemberî xwe maç dikê. Maç kirin, ez bahsa maçkirina rû dikim. Ji xwe ez nakevim mijara ji dev maçkirinê. Ez li vê mijarê wek miroveke jinika bîlîmê dimeyîzênim..

   Eyd xwezî nebûna an jî xwezî serê 10 sala eydek heba. Na welle xwezî eyd ji binî ji dinyayê rabûba. Wextê ku dibêjin eyd, maçkirin tê bîra min. Werê desta maç bike, rûya maç bike. Wan destê ku xwedê tenê zanê dana ku dera xwe, û ku dever xwurandine...

    Di vê dinyayê de maç kirin karê pîrekê me kurda ye. Ji bo vî karî xaltîkin hene . Ev xaltî ji aliyê rabbê alemê ve hatine hilbijartin û li erdnîgara Kurdistanê hatine belavkirin. Carika wan spî, êlek li ser milê wan û her daîm meseleyekê wa heyê ku bêjin. Ji nîşkê vê tên mala we û li qûrçikê dirûnin û li benda maç kirinê. Ji vir maç dikê, ji vê ve maç dikê. Hinek xaltîk hene master kirine ser maç kirinê. Lêvê wan ji bo maç kirin hatina afirandin. Lêvê wan hinekî pahn, piçikkî simbêlê wan derketine, ku ne ji melesa serê wan be tu yê bêjî qey xalê melle Elî ne. Memkê wan hebekî mezin û nêzîkî erdê ne.Ev xaltîk qet ji sidyena hez nakim, her tim azadiya memikan diparêz in.

    Ev xaltîk gelek ji wan demê eyda, mewlûda, serlêdana, keçbûn û kûrbûna de derdikevin holê û her tim devbikenin. Bi awayekî tên bi serê te digirin û hata dengê 'mirç' dernekevê te na berdin. Wextê te diberdê ser rûyê te komek tif dimêne. Tu ji fêhtiya nikarê bişoyê, ew tif hişk dibê ser rûyê te. Kû tu bêjê nexweşim grîbim jî ji va xaltîkare tiştek nabê çimkî miqrobê grîbê jî bêçar in ji bo van xaltîka.

   Ev xaltîk hata tu karibê bêje welat parez in, li hemû çalakiya li pêş in.Li gorî wan wê dinyayê maçkirin paqij bikê û wê bi maçkirinê xilas bibê.

   Carna bavê min bi qamçika min digirê û min diavêjê nava civat a. Dibêje ev keça me a mihendiz e. Ji qurçikê deng tê ''wer keça min, wer te maç bikim maşalla ji gijola wê re. '' Maç dikê û dirûnêne cem xwe. Hata ew tif hişk bibê mîna mehkum dirûnim.




   Ku hûn li ber maç kirina van xaltîka îdare bikin ji aliyê dîtina qismeta re gellekî serkeftîne. Wextê tu dirûnê li cem, di kêlîkkê de 1373774848 qismet ji bo te di serê wan de derbas dibê. Va qismeta li gorî, bejna wan, karê wan, bajarê wan û li gorî perê wan di benqê de qatagorîze dikê.

   Pirsgireka van xaltîka di vê dinyayê de tenê bûkê wan in.Di vê dinyayê de li kuderê bûkek ne qenc heye dibê nasîbê van xaltîka.Ev bûk li ber malê qet nadê, ê bê mala dijmina ye.Jixwe kurê wan jî ji dest çûye..Ji xwe ji aliyê mêra va bêbext in.Barê zaroka li ser pişta wan e.

   Hevalno! Ev xaltîk dest didine mirovna jî. Yê ku dest dana wan tifa wan behtir îfraz dibê. Wextê hûn di ber wan de biçin li xwe miqate bin.

   Ev xaltîk ji piçukayîve kabûsa min in. Devereke rûyê min nemaye ku lêvê wan ne gihîştiye. Xwe ji wan bi parêzin, ku we ew dîtin ji mal bazdin. Heger hûn ne mirovê baş bin rojekê ew xaltîk wê we maç bikin, emanet!

4 Kommentare:

Unknown hat gesagt…

Tê dılemın ji xaltîka sar kır,
Ya herî rast te jı cihane sar kır.

Anonym hat gesagt…

Meta bavê min a Gulê hat bîra min. Ew jî zaf ji maçkirinê hezdike. Xwadê bela nedîye.

Ji Yalê Pirê hat gesagt…

Niza'm ji ku re ev nivîsa te ji ber çavê min ket! Bi rastî jî xwezila hemû cejn, eyd ji holê ra bin. Zaroktiya min hat ji bîra min, ez çawa li qunç koşan ji maçên van xaltikan direviyam. Paşê jî dîya min çavê min derdixist. Digot; tu çima ji merivan direvî! Lê heke ya ji maçeka têr bitûk xerabtir heb e ew jî maçkirina destekî qirçimî yî bi demar e. :d nivîseka gelekî xweş bû min bi kêfxweşî xwend...

esrake hat gesagt…

spas dikim :)) min jî bi darê zorê hindik destê bi damar maç nekiriye :D