28 Ekim 2016 Cuma

BİSİKLÊT

   

BİSİKLÊT



   Li gorî min mirov du çeşîd in.Yên dikarin bisiklêt biajon û yên ku nizanin biajon. Ez tabîkî di nav çeşîdê duyem de me. Ji xwe xwedê şans nedaye min. Ez her tim di tiştên wilo de qels dimînim. Kengî di nav hevalan de planan dikin ka em dawiya heftê çi bikin, tirsek min digire. Ku dibêjin yaw ka em vê heftiyê herin Adalara, bisiklêta biajon (erêêê, jixwe li bajarê bavê te jî adalar hebûn) ez di cihê xwe de dibim kevvvir. Herkes tiştekî dibêje lê ez deng dernaxim, her tiştî diavejim dilê xwe. Hetta ew qehr xwe dide ser dilê min û di hundirê xwe de digirîm. Dîsa ji tu kesî re nabêjim(ev zilm e zilm). Ji ber vê mijarê newêrim herim nav civatekê. Aaaxx û xwezî ez li zamanê berê bijiyama. Her li ber sobê rûdiniştin ji xwe re çîrok digotin, cihêza çêdikirin û makîneya wan a dirûtinê hebûya ew diajotin/dişuxulandin û hew. Nizanim çi gunehê min hebû ku ez hatim vî zemanî.(hey zamanooo, wez stûxwaroo)

   Rojêkê bavê min hat ku pisqilêtek li milê wî ye.bisiklêtekî biriqokiya ku xemrî û şîn di nav hevde bû. Bi tekerê wê ve morîk, bi direksiyonê ve qurdale girêdayîbû.

  Me ji eşqa xwe li dora wê hildida, serê me digihîşt esmana. Gotin pisqilêt ya birayê te ye. Ew yê mezin e, bila carna te jî li pişt xwe siwar bike. Min xwe bilind kir û li erdê xist. Ji girî qirika xwe çirand lê feyde nekir. Kesî serê xwe bi min neêşand.

   Edî ez li pişt birayê xwe siwar dibûm. Heya bavê min û ciya min, nebû birayê min min ji xwe re kiribûn kole. Her tiştê xwe bi min didan kirin. Dema ku li hember derdiketim gefan li min dixwarin, digot ez nahêlim tu li bisiklêt siwar bibî. Min xwarina birayê xwe yê zipîzalim dadanî berê, pêlava wî paqij dikir, qasetên wî yên atarî dibir mala hevalê wî, yen wî dianî jê re. Erê, ez bûbûm kole lê wexta ku ez li pişt xwe siwar dikirim dinya dibû ya min. Di nava sikakê Nisêbînê de me tûr diavêtin. Carîna em dîçûn heta ber çem jî, Taxa Alîka, Taxa koçera, Pira Ahmed Qaya...

  Her roj saeta me ya Pawirrencirs hebû. Di wî fîlmî de fezayiyan dinyayê îşgal dikirin û qehremanên şîn, pembe, kesk û zer li hemberî wan şer dikirin. Pawirrencirsê şîn yê birayê min, ya pembe jî ya min bû. Li gorî min mirovên ku di zaroktiya xwe de pawirrencirs temaşe kiribin hêja ne, teybetin.Wan biparêzin, veşêrin, wenda nekin, ew emanetê qenciyê ne. Piştî temaşekirina pawirrencirsa îca dora gera bisiklêt bû. Carekê di beşekê vî fîlmî de yek bi motorê di ser yekî de derbas dibû û tiştek pê nedibû. Em derketin sikakê, berêvarkî bû. Em çûn ber deriyê Xaltîka Latîfa. Birayê min got xwe li erdê direj bike. Min fehm kir bê wê çi bike, min got na. Gote temam carek din te li bisiklêt siwar nakim! Min dest bi girî kir lê wek hergavîn giriyê min feyde nekir. Ez fikirîm, di navbera jiyana xwe û pisqilêtê de mam. Bêgûman eşkerebû bê ez ê çi hilbijêrim. Min xwe li erdê direj kir û ji aliyekî ve çirçira giriyê min bû.(tu kes nedihat hawara min) Zarok li dora birayê min kom bûn. Tam piyê xwe danî ser pedalê û teker hinekî zivirîn, min çavên xwe girt û xeyala xwendina yasînê li ser xwe kir ku Xaltîka Latîfa wek pawirrencirsa kesk (fîstanê wê kesk bû) bi qemçika wî girt û got hey malik li te xirabûyo ma tu yê xwişka xwe bikujî qotik li te ketîyo heeyy!!! Dure em birin teslîmê dayka me kirin. Wê şevê me şîvê nexwar, di şûna wê de têra dilê xwe lêdan xwar(nizanim çima ez maxdûr bûm jî min lêdan xwar???)

  Bisiklêt jî hate cezakirin. Bavê min çû ew bi zincîrê girêda û danî serê xanî. Go hûn wek zarokê xelkê ne hêjayî tiştê wilo ne...

   Em her roj bi dizî diçûn serê xanî, me dikir nedikir ew zincîra ku nizanim bi çend qulfa girêdayî venedibû. Dem derbas bû, bisiklêtê me zingar girt û me ew ji bîr kir.

   Piştî ewqas salan min çend cara ceriband ku bisiklêt bajom lê her carekê min deverekê xwe birindar kir. Min edî baweriya xwe anî; ez ji wan mirovên ku nizanin ajotina bisiklêta me û wez birîndara neajotina bisiklêta me.

2 yorum:

Adsız dedi ki...

Wey tu her saxbî Esrakê :) dest û pênûs û ew dewerên te yên brîndar saxbin :)

Abdulkadir Sazan dedi ki...

yaw tu çi xweş dinivîsi seeta te xweş:)