Sonntag, 28. April 2019

SABRO CONÎ




   Sala min î dawî bû li zanîngehê, ez dîsa berî her kesî ketibûm ser dersan û dixebitîm.Min 15 daqqa li facebookê, 5 daqqa jî li mukavvemetê dimeyîzand.
  
   Wê demê telefonên doqinmatîk ji xeynî min di destê herkesî de hebûn. Min tenê navê WhatsAppê bihistî bû. Haya min ji van komên ku di salîseyê de 126882541 peyam diavêtin nebû. Niha xwedî WhatsApp û xwedî 1541321 koman im.Her komek jî di nava xwe de çend komên din ava kirîne hevalno/ê?.Mînak  Helîmê ji ber ku Mirado terk kiriye û her du ji ber ku naxwazin bikevin eynî komê, me du komên din jî vekir. Zeynebê ji ber ku çav berdaye xoşewistê Eyşeta, me sê komên din ava kir. Ji ber ku hin ji me piştgirîye didin evîna azad û hin nadin.Niha ne androîd ne jî îos têrî algorîtmeya telefona min dike. Wê rojê min ji xwedîyê Applê ra mail avêt ji bo xatrê wê sêva gezjêkirî vê meseleya min hal bikin. Telefoneke ji bo van tekilîyê tevli hev îcad bikin. Li benda bersivê me.
   
 Hingî ciwan bûm, niha hatime dawiya emre xwe yî ku bi bîsta tê gotin. Armanca min ew e ku ez nêzî dih salên din vî demî de bimênim.Ji feqîrîyê min telefona xwe neguhertibû, ya rastî hem perê min nebû, hem jî ez ditirsam ku telefona min î bitûş dile xwe bigire. Ez li ber telefona xwe gelekî hesass bûm.Ya rastî hata ez tiştekî xwe diguherenim dikevim depresyonê. Carina ditirsim ji qahra qansêrî bibim. Mesela min li cem telefonê doqunmatîk qet telefona xwe dernedixist ji bo ku nekevê kopleksa filan.
   Hê di nav destê min de min dît telefona min lê da. Hevalê min Fikret bû..Fikret hevalê min î herî nêz bu.Me beyî hev tu tişt nedikir.Got acele were meydanê karekî me heye. Ji xwe ez jî li mahna digeram min cilê xwe li xwe kir û xwe avêt otobusê. Gelo dîse emê ji bo çi daxwuyanîyê bidin an jî çalakîyê çê bikin? Min meyîzand ku Selman jî hat. Fikret got meseleyek giring heye. Min li ser facebokê pisikê Siyam dîtîye min zaaf ecibandiye û ez û xwediyê wê li hev hatine gote werê Starbucksê ez te nas bikim ku emnatîya min li te werê û ez pisîkê bidim te, ji ber wê jî keçikek bi me re be wê baş bibe. Ji xwe ji ber ku em şoreşger filan bûn me got qet em nayên Starbucksê. Ha me dev ji Xweserîyê Demokratîk berda ha em ketin Starbucksê. Hinek me bibînin wê navê me derbikevê.Em fikrê xwe li ser pisikê nakin.Xwe xiste dexîlê me.Bi şertê ku em qet qurtek av nevexwin em ketin Starbucksa gewre.
  
 Me digot bila kes fêhm nekê ku em şoreşger in lewma jî em wekî zanayan dimeşîyan û ji xwe bawer jî me li derdora xwe dimeyîzand wek dinya nedîtyan.Wele kurikî bi fûlar destê xwe ji me ra hilda. Wî bi herdû destan qotîka qahwê digirt.Di nav her sê peyvên wî de peyvek İngilizî hebû. Wî xwest ku em qala xwe bikin, me jî got em ji jiyanê hez nakin em dixwazin xwe bi pisikekê gire bidin jiyanê. Tiştne bi qafqaîs me got.Tiştin jî ji Sartre avet ber..
 
   Serê xwe xist berxwe, hinek qahwe vexwart û li me nêrî gote ez gelekî xemgînim ku ji Conî diveqetim.Lê ez ê biçim Emerîkayê mecbûrî ez didim, hekê hûn nikaribin lê meyîzenin gazî min bikin, mamaya wê kêm nekin ev pisîk gelek bi hîs in. Li cem şer nekin bi peyvê xweş biştexilin.Me her tişt qabûl kir, me xwe bi zorê girt ku em bikevin meselêyên siyasî filan. Ev cara herî gelek bu ku em neketin meseleyên siyasî de.Ji derve me hev pîroz kir ji bo vê serkeftîne.

  Roja din dîse em çûn Starbucksê me Pisîka xwe girt. Xwedîyê wî gelekî rîca kir ji bo em bi navê Conî gazî bikin.Min li pisikê meyîzand pisîka me reş, reş reş hatta tu bêjê reş bû.Wextê min dît min got me li ser çopê jî dikarîbû pisîkeke bibinin ne hêja bû te em xistin Starbucksê.Ku me ji çopê girtiba em î pisikekê ji sikakê xopan xilas kiriba.
 
  Di demekî kurt de Conî bû yek ji malbata me.Me çi dixwar dida wî jî.Dawîya heftiyê dora mêzekirinê ya min bû ew bûbû leyîstika me.Carinan me perê xwe yê dawî dida mamaya wî. Şevna ez dirabûm ku Conî di nav pora min de dileyize. Hinekî bêhn ji devê wî dihat, çiqas min macûna dinana didayê, benîşt didayê nedixwar.Qisûra wî bêhna devê wî bû.Wekî din sebra me pê dihat. Li ser daxwaza Fikret me navê duyem jî xistibû Sebro. 

  Di nav me de yê ku herî ji Conî hezdikir Fikret bû.Her daîm digot ku zaningeh qedîya ezê ji xwe re wî bibim. Fikret ji xwe yekî dil bi rahm û be çi dixwest hata neke bela xwe ji me nedivekir. Me zaningeh qadand, wextê veqetandinê hat Conî bû para Fikret.Her çiqas bê dile me bû jî tehdîtê ciya min dihat ber çavê min digot ku tu pisîkê werene bi xwe ra tu ne ji vê malê yî. Ji tirsa ciya xwe min îtiraz nekir. Jê veqatandin gelekî zor bû.Wextê xistin dawîya taxsiyê li me dinêrî wek zanîbû ku rêwî bû.Çawa wextê Fatma Girik ji zaroka xwe veqatiya û agir ket dile wê eynî agir ket dile min jî û herkes vegera bajarê xwe. Piştî zaningehê me her roj li Conî dipirsî.Bi webcamê filan em pê re diliyîstin.Lê me zanî bû ku Fikret wek zaroka xwe lê dimeyzêne.Li cem Fikret tiştek jê nedihat. Rojekê Fikret bêveger çû heremekê dûr.Yê ku diçû wê rêyê nikarîbû vegerê.Dinya bê reng bû, sar bû li ber çavên me û Conî jî wek me sêwî ma.

   Piştî çar salan rêya min ket bajarê Fikret. Min Conî li mala Fikret dît.Qelew bûbû.Min nasnekir, nehat cem min.Bi dîtina Conî gelek xeyal û roj di ber çavên min re derbas bûn. Conî wek ispatekê li himberî min disekinî; wek ispata wan rojên meyî bextewar û bêrîkirina hevalêkî bû êdî…