Li dergûşa xwe nêrî bebik hê razayî bû. Ji xwe ji ber ku zû nerabe serê wî şûştibû. Îro wê fotraf bikşînin divê bebik şîyar nebe hata xwe amade bike. Kurê Hanîfe şiyandibû mala Buşra gotibû bila kekê Nûreddîn were mala me piştî limêja nîvro ez û xwişka xwe û jintîya xwe fotraf bikşenin. Buşra ji mêrê xwe re got wî jî gotiye ku xwedê his bike ez ê werim.
Hesîba ji girtina fotrafa gelekî hez dikir. Lê ji ber ku eyb bû keyfa xwe belli nedikir. Ji bo vê rojê kirasê qedife û gulê xemri tê de fikirî bû lê bê biryar bû. Gelo kirasê ku di şîranîya Meryemê de li xwe kirî dîsa li xwe kiriba an na? Ew jî li Cizîrê hatibû dirûtin û gelek li bejna wê dihat lê ya herî baş dîsa xemri bû ji xwe xemrî çêtir li esmeran tê.
Tabûrê danî çû ji ser vîtrinê kîsikê ku dermanê rûya têde bû anî xwarê. Qrema ku mêrê wê ji Helebê anîbû û rûja ku ji Şamê anîbû derxist. Hat ber qetikek eynika bi diwêr ve li xwe nêrî
ku ne ji xwesûya wê û ji eyba ba dinya xema wê nebû wê her tim lêvê xwe derman kiriba.Xema wê ew bû wê bêjin mêrê wê diçe dewletan ew lêvên xwe derman dike.
Kirasê xwe li xwe kir, goraya tenik kişand û telika ku cîya wê ji Cizîrê anî xiste lingên xwe. Pora xwe honand û bi herdû alîyan ve berda xwarê, yazma sor danî serê xwe, gûliyen xwe bi şeh şahîk kir pişt re yazma avêt pora xwe vekir şe di ser re bir.
Qrem li ser gujmike xwe gerand. Destê xwe pê re bir hata sor bû. Kilek li çavên xwe kir û rûja pembe ku qaqilka wê wek zêr diberiqene vekir li ser lêvên xwe re bir û li eynike meyizand…
Xwişka wê û jintîya wê hatibûn li benda wê bûn. Li nav çavên wan nedimeyizamd da nebînin lêvên wê çavên wê. Va limêja nîvro xilas bu kêliyek din gereke Nûreddîno were. Xelk dibêje Nûreddîno li paqê pîreka dimeyizene hata fotraf dikşene. Lê fotrafê wî pir baş in. Belkî jî xelk derewa dike. Feqîro zarokên wî hene û jina wî jî ji xwe spî wek berfê ye. Çima li paqê xelkê meyîzene!! Ev jî hekeyat in.
Nûreddîno hat.. Fihhêt dikir lê meyîzene.. got werin cem hev. Li makîneyê meyizenin û kişand. Êdî Hasîba û şensê xwe ,bê fotraf çawa derkeve. Xwezî fotrafek bi tenê kişandiba wê bida mêrê xwe. Carina digot ez berîya te dikim.
Dienstag, 10. Dezember 2019
Montag, 24. Juni 2019
Xortên Bi Gulî
Dise ez li benda otobusa Taksîmê me. Li gor seata xwe hatiba min ê serê xwe şikandiba. Di guhê min de guhokên min û li strana Ciwan Haco guhdar dikim. Strana “Tu xatûna ser text î.” Ez vê stranê wextê dibêjim diguherînim û dikim 'ez xatûna ser text im
û çîçeka her wext im.' Di dilê xwe de dibêjim da ku kes dengê min nebihîze. Ku ji stranekê hez dikim hata ez jê neverîşim bela xwe jê navekim. Cara 358444 … Min pê li replay kir û otobüs gihişte rawestgahê.
Wextê ku mirov xwe di Caddeya Îstaklalê de diberde dengê qalabalixê û yê muzîkê tê.Mirov qenc guhê xwe veke dengê gulfiroşan, yên biletfiroşan û yên ( fedî dikim bêjim, wextê dinivîsim tiliyek min dixwazê xwe bavejê ser deletê) xortên me Kurdan tê.
Erê dengê gitaran jî sazan jî navê wê nizanim wek teneke li ser dirûnin û lê didin tê. Li ser van enstrumana jî xortê me.. Ev xortên me li Îstiklalê li her qurcika ne. Yên ku enstruma di destên wan de be tev Kurd in. Ku bêjin em ji welatna din in jî, bila li ser koka wan lêkolîn bê kirin teqez wê Kurd derbikevin. Bê çawa sektora mîdyeya di deste me Mêrdiniyan de ye sektora muzîka kolana jî di deste Xortên Kurdan de ye. Mirov dibêje qey ji eynî imalatê û eynî imajmeykirî derketine.Marx dibêje qapîtalîzm mirova dixe yek tîp, diyar e ku bavikê qapitalizmê li van xortan daye. Ev xortikên ku di ber çavê wan de guliyên wan hene. Gulî, her çiqas di stranên Kurdî yên beriya miladê de mabin jî (bextê min ji guliyên te reştir in) van xortan modeya gulîyan derxistine.Pişt qemçika pora wan sê nimre ye. Riha wan jî diyar e ku li Baxcilar ji yek berberî hatiye qut kirin. Ev model bi piranî li derdora Zeytinburnî, Baxcilar û Esenyurtê herî dawî hatiye dîtin. Ji xwe li gor raporên Saziya Îstatîstîka ev kes li wan deran dijîn.
Bawerim her tim li ser Youtube stranên rapê guhdar dikin. Ev xortê İstiklala teqez bi hevalên xwe re derdikevin sikaka û bi tenê nagerin.Camer bi notayekê hemû stranên Kurdî bi kar tênin. Mihemed Şexo bigrin hata Ciwan Haco..Min di jiyana xwe de li gitarê filan nedaye lê bala xwe bidine her tim destê xwe li deverekê tenê didin û her tim rîtmekî derdixin. Her careke gitare diberdin û guliyên xwe li hev badidin hevalno.
Li gor fikra min ev kes ji Koma Sê Bira ve hatine belav kirin. Rêberê wan ew in. Wextê ku stranan dibêjin çavên xwe digrin, serê xwe dihildin û bi dengekî bilind wek eşê dikşênin destên
xwe tênin ber dile xwe û dibêjin. Kî dibêje bila bêje jî muzîka Kurdî sûcê van xortan xelatên Grammy nagre. Piştî travmaya Koma Sê Bira ev xort çawa zêde bûn çawa me ferq nekir nizanim.
Carînan wextê di caddê de derbas dibim bala xwe didime wan fihet dikim, erê guhê min î muzîkê nîne lê ker jî nikarin îdare bikin. Sennett dibêje di navbera kolan û sahne de têkiliyek bi mantiq heye. Ez difikirim tu mantiq nabînim wellehî. Ev kes xwedî qanalê
Youtube û Instegramê ne jî. Yên ku wan guhdar dikin qartvisitan jî didin.Vî karî bi awayek qurumsalî dikin. Ji vir hawarî qonservatuara Kurdan dikim ez dexîlê wê me peyvên nû bibînin ji bo van kesan.
Carîna difikirim bavikên wan jî ev kesê wek hîpiya xwiya dikin û bi 2-3 level a ji van Xortên bi gulî bilindtir in. Ev kes piranî bi gomlekekî etnîk û dirêj dijîn. Pantolonê wan İspanyol in. Ristik di sukra wan de ye.Heke pora wan hebe jî dirêj dikin. Nebe jî bê xwedê çiqas dabe dirêj dikin.Piranî di teras cafeyan de derdikevin.Ev kes êdî asta wan bilind bûne û li cafeya derdikevin.
Kes nizane ku êvaran diçin ku. Li ku derê, li kîjan semtê dijîn kes
nizanê û gelek efsane li ser wan hene. Bawerim xortên xwedî gulî mezin dibin dikevin forma van kesan. Ev jî ji bo pêşerojê Muzîka Kurdî û Xelata Grammy tehdîteke mezin e hevalno.Bawerim em rojeke bibin xwedî dewlet ev kes wê derkevine Eurovisiona jî. Em
baldar bin hevalno.
Wê rojê yekî wek hîpiyan 2-3 kesên xwedî gulî xapandibûn gotibû ez ê koroyekê ji we ra ava bikim. Qoroyek netewperwer ku li cîhanê bindestîya Kurdan bideng bike. Dengê we, muzîka we xweş e. Xort ketibûn heyecanê de xeyalên tûrneya dikirin. Qey gotşibu wê Swisre watandaşîya rûmetê ya hunermandan bide we.
Şeveke qonserêk çêkiribû li cafeya terasê. Li gor gotinan û weşana zindî ya İnstegramê milet xwe bi govendê kuşt. Hipiyên me pişt re tevlî pereyê wê şevê bazdaye bajarek din û xortên me di teras cafeye de hiştine. Xortên xwedî gulî ketine pey ew dîtine. Wextê dîtine têr lêdan lê kirine û di îfadeya xwe de gotiye: “ji ber ku jiyan li ber min puç hatiye min xwe avetiye xwezayê.”(di lotikxanên Mersînê de hatiye dîtin) Niha ew Xort hê li ber dîwaran muzîkê dikin...
Axir bu danê evarê,îşê min li Taksîmê qediya min û hevala xwe xwe ji Istıklalê berda ber bi Karakoyê ve, li ber dîwarekî du xort li gitarê didan li derdora wan çend kes hebûn, hin videoyên wan dikşêndin hin jî govendê digirtin hem jî di ber wan re derbas dibûn kurik guliyên xwe li hev badida deng hêdî hêdî kêm dibû û yekî din dest pê dikir:‘hêlînen ser tîtiya..’
Sonntag, 28. April 2019
SABRO CONÎ
Sala min î dawî bû li zanîngehê, ez dîsa berî her kesî ketibûm ser dersan û dixebitîm.Min 15 daqqa li facebookê, 5 daqqa jî li mukavvemetê dimeyîzand.
Wê demê telefonên doqinmatîk ji xeynî min di destê herkesî de hebûn. Min tenê navê WhatsAppê bihistî bû. Haya min ji van komên ku di salîseyê de 126882541 peyam diavêtin nebû. Niha xwedî WhatsApp û xwedî 1541321 koman im.Her komek jî di nava xwe de çend komên din ava kirîne hevalno/ê?.Mînak Helîmê ji ber ku Mirado terk kiriye û her du ji ber ku naxwazin bikevin eynî komê, me du komên din jî vekir. Zeynebê ji ber ku çav berdaye xoşewistê Eyşeta, me sê komên din ava kir. Ji ber ku hin ji me piştgirîye didin evîna azad û hin nadin.Niha ne androîd ne jî îos têrî algorîtmeya telefona min dike. Wê rojê min ji xwedîyê Applê ra mail avêt ji bo xatrê wê sêva gezjêkirî vê meseleya min hal bikin. Telefoneke ji bo van tekilîyê tevli hev îcad bikin. Li benda bersivê me.
Hingî ciwan bûm, niha hatime dawiya emre xwe yî ku bi bîsta tê gotin. Armanca min ew e ku ez nêzî dih salên din vî demî de bimênim.Ji feqîrîyê min telefona xwe neguhertibû, ya rastî hem perê min nebû, hem jî ez ditirsam ku telefona min î bitûş dile xwe bigire. Ez li ber telefona xwe gelekî hesass bûm.Ya rastî hata ez tiştekî xwe diguherenim dikevim depresyonê. Carina ditirsim ji qahra qansêrî bibim. Mesela min li cem telefonê doqunmatîk qet telefona xwe dernedixist ji bo ku nekevê kopleksa filan.
Hê di nav destê min de min dît telefona min lê da. Hevalê min Fikret bû..Fikret hevalê min î herî nêz bu.Me beyî hev tu tişt nedikir.Got acele were meydanê karekî me heye. Ji xwe ez jî li mahna digeram min cilê xwe li xwe kir û xwe avêt otobusê. Gelo dîse emê ji bo çi daxwuyanîyê bidin an jî çalakîyê çê bikin? Min meyîzand ku Selman jî hat. Fikret got meseleyek giring heye. Min li ser facebokê pisikê Siyam dîtîye min zaaf ecibandiye û ez û xwediyê wê li hev hatine gote werê Starbucksê ez te nas bikim ku emnatîya min li te werê û ez pisîkê bidim te, ji ber wê jî keçikek bi me re be wê baş bibe. Ji xwe ji ber ku em şoreşger filan bûn me got qet em nayên Starbucksê. Ha me dev ji Xweserîyê Demokratîk berda ha em ketin Starbucksê. Hinek me bibînin wê navê me derbikevê.Em fikrê xwe li ser pisikê nakin.Xwe xiste dexîlê me.Bi şertê ku em qet qurtek av nevexwin em ketin Starbucksa gewre.
Me digot bila kes fêhm nekê ku em şoreşger in lewma jî em wekî zanayan dimeşîyan û ji xwe bawer jî me li derdora xwe dimeyîzand wek dinya nedîtyan.Wele kurikî bi fûlar destê xwe ji me ra hilda. Wî bi herdû destan qotîka qahwê digirt.Di nav her sê peyvên wî de peyvek İngilizî hebû. Wî xwest ku em qala xwe bikin, me jî got em ji jiyanê hez nakin em dixwazin xwe bi pisikekê gire bidin jiyanê. Tiştne bi qafqaîs me got.Tiştin jî ji Sartre avet ber..
Serê xwe xist berxwe, hinek qahwe vexwart û li me nêrî gote ez gelekî xemgînim ku ji Conî diveqetim.Lê ez ê biçim Emerîkayê mecbûrî ez didim, hekê hûn nikaribin lê meyîzenin gazî min bikin, mamaya wê kêm nekin ev pisîk gelek bi hîs in. Li cem şer nekin bi peyvê xweş biştexilin.Me her tişt qabûl kir, me xwe bi zorê girt ku em bikevin meselêyên siyasî filan. Ev cara herî gelek bu ku em neketin meseleyên siyasî de.Ji derve me hev pîroz kir ji bo vê serkeftîne.
Roja din dîse em çûn Starbucksê me Pisîka xwe girt. Xwedîyê wî gelekî rîca kir ji bo em bi navê Conî gazî bikin.Min li pisikê meyîzand pisîka me reş, reş reş hatta tu bêjê reş bû.Wextê min dît min got me li ser çopê jî dikarîbû pisîkeke bibinin ne hêja bû te em xistin Starbucksê.Ku me ji çopê girtiba em î pisikekê ji sikakê xopan xilas kiriba.
Di demekî kurt de Conî bû yek ji malbata me.Me çi dixwar dida wî jî.Dawîya heftiyê dora mêzekirinê ya min bû ew bûbû leyîstika me.Carinan me perê xwe yê dawî dida mamaya wî. Şevna ez dirabûm ku Conî di nav pora min de dileyize. Hinekî bêhn ji devê wî dihat, çiqas min macûna dinana didayê, benîşt didayê nedixwar.Qisûra wî bêhna devê wî bû.Wekî din sebra me pê dihat. Li ser daxwaza Fikret me navê duyem jî xistibû Sebro.
Di nav me de yê ku herî ji Conî hezdikir Fikret bû.Her daîm digot ku zaningeh qedîya ezê ji xwe re wî bibim. Fikret ji xwe yekî dil bi rahm û be çi dixwest hata neke bela xwe ji me nedivekir. Me zaningeh qadand, wextê veqetandinê hat Conî bû para Fikret.Her çiqas bê dile me bû jî tehdîtê ciya min dihat ber çavê min digot ku tu pisîkê werene bi xwe ra tu ne ji vê malê yî. Ji tirsa ciya xwe min îtiraz nekir. Jê veqatandin gelekî zor bû.Wextê xistin dawîya taxsiyê li me dinêrî wek zanîbû ku rêwî bû.Çawa wextê Fatma Girik ji zaroka xwe veqatiya û agir ket dile wê eynî agir ket dile min jî û herkes vegera bajarê xwe. Piştî zaningehê me her roj li Conî dipirsî.Bi webcamê filan em pê re diliyîstin.Lê me zanî bû ku Fikret wek zaroka xwe lê dimeyzêne.Li cem Fikret tiştek jê nedihat. Rojekê Fikret bêveger çû heremekê dûr.Yê ku diçû wê rêyê nikarîbû vegerê.Dinya bê reng bû, sar bû li ber çavên me û Conî jî wek me sêwî ma.
Piştî çar salan rêya min ket bajarê Fikret. Min Conî li mala Fikret dît.Qelew bûbû.Min nasnekir, nehat cem min.Bi dîtina Conî gelek xeyal û roj di ber çavên min re derbas bûn. Conî wek ispatekê li himberî min disekinî; wek ispata wan rojên meyî bextewar û bêrîkirina hevalêkî bû êdî…
Mittwoch, 30. Januar 2019
MAQARNAPERESTÎ
Mirov li zaningehê xwendekar be hema çi bê ber wê dixwe. Lê mirovek wek min rewşenbîr û mirîyê tama devê xwe û çilorî qet îstisna ye. Li ku derê bejê bênefsîkek hebê ez li wir bûm û hê jî li wir im.
Di jiyana min de bêjin ku tu li dûv çi dimeşê ez dikarim bêjim li dûv maqarna û sosên wê...
Wesîyata min ew e ku ez bimirim bila xêra min meqernayên bi sosên cûr bi cûr belav bikin. Her tepsîka meqerna ku hûn ji bo min belav bikin li dinyaya din ez ê bibim kefîlê we û cinnetê, û hêvî dikim ku li cinnetê darên maqarna hebin û çemên sosên wê biherikin.
Bajarê ku diçimê çavên xwe li maqarnacîyên wan digerênim. Bajarên ku lokantayên maqarna lê nebin ji çi re ne? Ez çûm aliyê serhedê ji goşt pêdetir tu tişt nebû.Hawara ma li van bajara kesekî ku maqarnaxwar, maqarnaxwez, maqarnaparêz nîne!
Heftîkekê li Wanê mam min pirsgirêka Wanê tespît kir ku mirov ji bê maqarnayî bi stres in, çimkî di heftîkekê de yeka wek min xwedî klass ( klassbûn jî nizanim çiye jinikekî di videoya
xwe de bikar dianî min got ez jî bikar bênim firsat e) ket stresê û nexweşîya şekir bi min re çêbû. Ev mirovê Wanî iddia dikim ji bê maqarnayî çopê xwe diavejin ber bahrê. Mirovê ku ji maqarna hez dikin bala xwe bidin hişmendîyeke wan heye û li himberî xewazeyê gelek bi rêz in.Ekolojist û demoqratik in, femînst in. Ku li nav Wanê tikanê maqarna vebin ez bawerim wê ev meselaya aşîreta jî çareser bibe....
Em çûn restorantekê min ji garson pirsî gelo maqarna heye got na sac tawa heye. Min di nava nîv seatê de bajêr terk kir. Di rê de têr grîm...çûm ser tirba Feqîyê Teyran gazinê xwe jê re kir. Min got ya feqî te derdê civîka fehm dikir işalla tu yê min jî fehm bike hey hawar!!
Rojekê ez û hevaleke xwe di rê de dimeşîyan ew jî yek wek min maqarnaparêz e, me fotrafê meqerna li ser cama kafeyekê dît û em ketine me got du maqarnayên bi napolîtan sos.. Ji ber tama devê me xiranebe me av û tu tiştekî jî nexwest. Garson trîp avêt! Wextê adîsona xwe dinivîsi di bin çava de dimeyîzand. Min jî di bin çava de lê dimeyîzand lê wek heya min ji tiştekî nîne.
Garsonê me yî ku di sukra wî de papyon, elekek li ser mil û berdilkek li ber... ber bi me ve hat. Serwîsa me hazir kir û bi kîbariyekî silavek da me. Bi heyecan em li benda meqernayê bûn. Garson tepsika meqerna danî ber me…
Min bêhna maqarna kişand hindirûyê xwe! Bêhna bîber, pîvaz, sîr û avabacana direqisîn bi hev re.
Pîgmentê bêhnê ew bêhna xwarinê zemt kir û pê ve zeliqî kişand nava bêhvila min. Di nava bêhvila min de hinek geriya pişt re xwe berda qirka min. Sînusên min î ku di xewna şêrîn de bûn, hemû rabûn ser xwe.. Mîtekondrîyê min ketin şokê. RNA yê min ketin reqsa memlekena. Xeber dan mîda min got rabe xwe amade bike ev çend sale tu li benda vê ta'mê buyî.
Wexta min çatal diberda nava sênîkê û lê badida di nav sosa napolîtan de wilo di şemitî di nav wê ava bacana de wek tangoyê digirt.Wek qayax dikir li ser çiyayê sîpanê hata xwarê. Hata niha çatalek û maqarnakek ewqas li hev nehatibû. Min maqarna xwe li çatalê pêça hata dawîye.. Mezinahîya wê tam li gor devê xwe eyar kir, dema ku min xist devê xwe da dem wendanekim.
Min çatalê rakir xiste devê xwe û di nav dinanê min de hûr dibû. Her cara ku min gez dikir ta'mek xweş xwe li nav laşê min de diberda. Yarabbê alamê mezin bila ev kêliya xweş xilas nebe. Ji devê min hata mîda min qarnaval çê dibu. wek qarnavala Rio. Lê ev keyfxweşî hata dawiya tepsikê xilas bû.
Çawa her tiştê xweş wilo diqede ev xweşî jî wilo xilas. Wê rojê min fêhm kir ku tu cara xweşîyeke bê dawî nîne.
Me xwe da hev bi dilekî xemgîn em derketin.Dinanê min e paş de qetek maqarna mabu. Min bi zanebun ew hişt da ta'm berdewam bike.Me got êdî cihekî me xweş heye. Edî kengî dilê me maqarna bixwaze em dikarin werin.Êdî em mala xwe li vî bajarî deynin.Bila temenê me li vir derbas bibe.Hata ev cîh li ser rûyê dinyayê be em e jî li vir bin!
Min ewqas hevalên xwe tanîn vir, hevalên min ên ji Tanzanya hata Nîjerya... Min dixwest herkes wek min bextewar bibe, mîda herkesî govendê bigre.
Me ji ku zanîbû ku feleka xayîn î qahpik û bê fihêt û qarase û reş wê li me bigere. Feleka ku li serê Ciwan Haco gera ma li serê min feqîra xwede nagere.
Piştî azmûne me got em xwe bavêjin dikana maqarna em çûn ku dikan girtiye! Me turek avêt tu kes nebû. Erêêê!!!!!!! Kafe hatîye girtin li ser jî nivîsîye li xweş baş binêr in kafehezên me êdî em nîn in. Di serê min de qaseta Mem Ararat ya 32577... derbas dibû. Belkî niha ya 32588 jî derketibe. Em wilo xemgîn, wilo bi eş bûn. Ji qahra min dikarî bi qasî deh dengbêja biqîrim. Ewqasî eşê da ser dilê min.Erê xwedayê mezin te em bê welat hiştin ma çima bê maqarna? Ma qey em tu cara hata dawîyê bextewar namênin. Heqîqetên erdnîgarîyê qeder e…
Min hevala xwe hemez kir, min got ev tişt tê sere her mirovî. Em xwe bi van êşa ve neberdin. Em li her derê bajêr bigerin, di cîhanê de em biçin ku derê em bigerin elbet em e rojekê bi ser vê ta'mê ve bibin. Me wê rojê soz da hev ku kî ji me wê tahmê bibîne wê xeber bide ya din.
Her bajarê ku em çûne, welatê ku em çûne digerînin, li taxsîmê kefeyek restoranek me nehişt û me ew ta'ma ku em birin qurçika cinetê nedît.Niha me bihist ku li eyaletekê Arjantinê maqarnacîkek heye ku ta'ma wê li ser cîhanê nav daye.Me bilêtê xwe ji promosyonê kirîn û niha li balafirgehê ne em li pey şopa wê ta'mê ne…
Abonnieren
Posts (Atom)