Donnerstag, 27. September 2018
AŞÎRA GORİKA
Ji kar hatim, wilo betilî û kerixî me û min sed carî pêl li zîlê kir kesî derî ne divekir.hata cîranê me bi hawara alarma min ve hat yekî bi xêra xwe derî vekir.Wextê di ber deriyê wan de çûm bi hêrs li nav çavê min meyîzand. Ew qas kes di maldene kesî çima gelo derî nevekir? Ji xwe kes min bi tiştekî nahesbîne.Ez rojekê baz bidim biçim kes neyîniya min jî ferq nake. Di rewşên ku derî zû nayê vekirin de teqez di mal de olaxanustu hal heye. Dilê min hinekî got kut.
Hatim devê dariyê daîra me, di nava çentê min de hinekî winda bûm ev mifte ket ku dere? Lahnet lê bibare. min li derî da bi kulm û pihîna hata yekî bi xêra diya xwe bavê xwe û metika xwe derî vekir.
Temam!! wek min taxmîn dikir derket di nava malê de halek cûda hebû. Ciya
min gote rabin van dera bidin hev wê apê te ew werin, -keçê çayê li agir bike. Etekek dirêj li xwe bike eybe şerm e!
Çi bû çi nebû? Nizanim. (yek heye ku jê hez dikim, xebera wî ye. Ku peyva "nizanim"rakin navê wî ji bedelê ve bikar bênin jî dibe. (Ev jî antîkevanek bû))*
Werhasil apê min, xalê min, apê bavê min hemu hatin min çay gerand etek hinekî li lingê min diherbilî.. Hindik mabû çay bi serê xalê xwe yî ku ji çûna qahwê pêde hobîya wî nîn e lê hamû biryar di destê wî de kiribana. Ku hinekî min pêde kiribana belkî hinekî giyanê Clara Zetkîn şad bibûna. Apê min Silê destê xwe avêt nava şekirlixê 5 heb girt û desmala xwe serkê wê avêtibû ser serê xwe mîna jinikên ber tenûrê.
Mijarê, Apê min î herî mezin vekir; îro rojeke dîrokîye ji bo aşîra me. Xwezî bavê û kalê me dîtibana ev roj. (ew bi xwe jî têra xwe kal e nizanim jê kaltir Hz. Adem hebe gerek) êdî aşîra me wê bibe dernek! Herkes ji keyfa kelecanî bû. Xalê min ji eşqa çaya xwe bê şekir vexwart..
Aşîra me ji navekî pêde tiştekî wê nîne. Li xwe gundê me ji kevir û kendala nayê meşandin. Kesî xîret nekiriye malek lê înşa nekiriye herî dawî ji dewleta Romayê Antonîûsiv şikeft çêkiriye. Gundî hê van mala bikar tînin. Ji xwe pîştî icada tekeran, gundiya ji xelayê gund terk kiriye. Gundekî hingî erdên wê bê bereket e Googlemap ê ew ji xarîtayê avêtiye.Niha kes lê najî lê kes ji aşîra me qabul nakê dibeje gundê me Osmanliyê işgal kir me wilo bazda.Sabra xwe bi wê tenin. Halbûkî şopeke Osmanîya li derdora gund tu nikarê bibînê.
Min ev guhdar kir. Çîk hat bîra min? Sala din ez bûm endamê malpera aşîra me. Aşîra Gorik min li malperê meyîzand tev zilam bûn. Malper ji serî hata binî ji Mihemeyan, Miradan û Xelilan hatibû damezirandin. yekî jî fotoyek avêtibû li binê nivîsî bû maşala ji Aşîra Gorika min jî nivîsî: Ma Aşîra Gorika ji zilama pêk te? Jinek jî heba. Wek min dînamit avêt nav wan. Ew kesên ku li ser çekyat profila wan heye, yê li ber perda pencerê kişandî, yê ku her du destên wî li noqa wî rabûn ser xwe... Edî herkesî erîşî min kir !!!
Hineka got ev keça kî ye ya bê fihet? Yekî got teqez ji Kertiwêne (gundekî Nisêbîne ye) ye yê wilo bê terbiye ji Kertwêne derdikevin û kom ket nav hev. Min xwe bi zor ji komê avêt.Min navê xwe jî guherî da kes min nas neke û nebêjin bavê min.
Ev bûyer di serê min de derbas dibû û malbat plan ji bo dernekê dikir. Wê wek civînekê çêbibe di pêşerojê de wê serokeke were hilbijartin û nizam çi.
Her roj kelecana dernaka me di mal de bû. Rojekê ciya min got wê di diwarê dernekê de fotrafê bavê te jî dalaqênin. Bi hesteke wilo got tu dibêjî qey bavê min oscar qezenç kiriye.
Nizam haya Xêro Abbas jê heye dibêjin Xero jî ji aşîra me ye. Xêro çiqas di Tv de derdikeve bavê min keyfek lê digirê û dest bi pesnê aşîra me dike. carîna dibêje ciya Ahmedê Xanê jî ji gundê me ye. dibêje me niha dernek vekir rojek em ê bibin federasyon îşalla. Wê temelê konfederasyona demoqratîk bi aşîra me werê avêtin. Hûn pir bi şans in ku hûn di vê malbatê de ji dayîk bûne. Ji bo tabelaya dernekê nizam çend grafikerê tekstîlê logo dîzayn kirin. Ji nav çend logoyan logoya bi kevok û dest ecibandin. Rengê wê kesk sor û zer...
Roj wek avê diherikîn.. Roja vekirina dern ekê hat. Bavê min ji Kigilî taxim kirî. Nizam çend hezar dawatiye hat weşandin.. Navê dernekê gelemperî bû lê kesên ku hatibûn dawat kirinê tenê zilam bûn. Yeka zanibe wê bêje aşîr ya zilama tenê ye, zilam xwe bi xwe zêde dibin. Wextê bavê min çû ber derî min got yabo ma aşîr tenê ji zilama pêk tê? Sekinî û kenî gote tu bixwazê em te bixin başqan wellehtu nabe na.
Mail avêtine ji Xero Abbasb re lê bersiv neda û nehatibu. Bi sitranên wî xalê Mele Alî dernek bi qurdalê vekir. Me bi xwe bi wêşana zindî ya Xalê Amer ji facebokê xwahro mahro me temaşe kir.Lezo, biskewît, loqûm belav kirin.Mewlûdek dan xwendin. Bi perê ku dane
hev çay ocaxî kirine, ji wê oralet belav kirin.
Piştî çend rojan di ber dernekê re çûm ku tev nasê me bi okey û qart dilîzin.Keçê ev ne derneke buyê wahwexane... Li ser jî dinîsî sosyal dayanişma û nizamçi...
*mirovekî pozpisîk (mirovê pozpisîk)
Abonnieren
Posts (Atom)