Montag, 10. April 2017

BÊ FAL NEMÎNIN 



   Rojekê bi berf bû..Qeşa ketibû erdê. Vicika me di bêhvilama de qerisî bû. Ez û keçxaltiya xwe bûn. Me digot xwedêyo em xwe bigihênin metroya rengîn. Nizanim çi li me qewimîbû em derketin. Dîsa bota ku min ji arzaniyê kirî av dikişand. Berf hemû ketibû hundirê şekala min. Lê xwedê kir ku ez bi aqil bûm min poşetê buzdolabî xistibûn piyê xwe. Min ev zivistan jî wilo derbas kir.. 
  Em hatin ber metroyê, keçxaltîka min Kanîa sekinî..Keçê heydê bibaza..Na az nayêm. Min fêhm kir derdekî wê heye û newêre bêje. Ji xwe min fêhm kiribû ku wê tiştek werê serê me. Dengê wê dernediket. Li gorî şert û mercên normal me di kêlîkkê de 165638 peyv bikar dianî. Ev bêdengî ne delaletê tiştê baş bûn. Nîv saetê min li ber da û got min tabelaya falcîkkî di rê de dît, dixwazim em herin.!! Gelek gelek arzan e. Min got temam tu here ez nayêm. Bi çembûrê min girt, go ma tu pêşerojê xwe meraq nakî? ma tu naxwazî bibîne qismetekî te heye an na? Ka wê dewletek me çêbibe çênebe. 
  Min meyîzand ku em li devê deriyê falcî ne. Deriyekî kevn li pêşiya me, me derî vekir. Min Kanîa li pêşiya xwe dihişt ji bo ku ez rehet baz bidim heger tiştin bibin. Heke ez bimirim jî bila ne li mala falciya be yarebbî. Pêpelûk derketin ber me. Bi dîwara ve tabloyê Piqasso, Mîkelanjelo, hetta Guernîka me dît xwedê wekîl. Kes xwiya jî nedikir.Talî zilamekî bi simbêl û şifqa wî wek ya Çarlî Çaplîn derket pêşiya me. Bi ciddiyet em dawetî salonekê fireh kirin. Her der qoltux û masa bûn.Sê jinik bi dor dengî jinika dikirin û li fala dimeyizand.Maşalla tê bêje ne falcî bûn, endamê orgutekê bûn. Îşê xwe gelekî bi ciddiyet dikirin. Ji Surî, ji Romanya, ji Uqranya ji her derî muşterî hebûn. Erê me jinikê Surî fêhm kir nizanim çi bela jinikê Rusa bû.. 
   Merik pirsî hûn fala qahwê dixwazin an ya tarotê. Min got kîjan arzan bê ez wê dixwazim. Jixwe meseleyê me yên giring nînin. Jixwe di paşerojê me de tiştek nîn e. Bawer nakim ku di pêşerojê me de jî tiştin derbikevin. Got e temam naxwe em ji bo yên wek we fala qahwê divekin. Em ê ya bi qampanya çêbikin. Ev tarîfêya xwendevana ye...
    Me qehwa xwe vexwar. Xizmeta wan gelekî baş bû. Hata liqûma di ber re dan. Me Fîncana xwe zîvirand û li ser niyeta dilê xwe girt. Em man di sirayê de hata dora me hat. Piştî seatek û nîvê dora me hat. Jinika berî me nizanim bê çi bela wê bû, çi travma derbas kiribû sê seata fala wê xilas nebû û hê jî ji encamê ne memnûn bû. Jinika falcî bang kir me. Got niyetekê bigire di dilê xwe de. Ji heyecanê tiştek nehat bîra min û min tiştekî pûç xwest. Bi bismîllahê fîncana min vekir. Got welle dilê te bûye hêlîna kul û derda. Tu keçikkê gelekî bêşans î..Sê kes ji te hez dikin lê her sê jî nabin qismetê te û xilas kir..Min got çilo, ma çawa ewqas hindik e fala min? Ma dewama wê nîn e? Got welle fala te li ser tarîfeya xwendekara ye. Çiqas pere ewqas fal. Ji vir û pê de deqqê min bi pera ye. Ez nikarim bêjim. Serê min gêj bû, êşek ket nîvê mêjiyê min û ez bi jinikê re ketim nîqaşê. Yan tê perê min bidî yan jî tê fala min berdewam bikî. Jinikê cixara xwe kişand, pif kir rûyê min û Kanîa jî hat alîkariya min, em ketin qirika jinikê de. Hûn sextekar in, em yê wekê we zanin bê çi mal in, ka perê me em ê vê odê bi serê we de xira bikin...Em ketin nav şer de. Jinikê li me meyîzand û got; Jixwe tiştek di fala we de nîn bû, ez 10 saetan jî binêrim boş e. Îşalla hûn heta 40 salê din bê qismet bimînin. Me pirsî, we fala herî kêm hilbijart. Bi qeşitin ji vir. Min got welle telveya we kêm bû, we ji qehwa pîs çêkiribû ji ber wê tiştek xwiya nekir. Îşalla hûn di cehnemê de bişewitin. Me rahişte cil û bergê xwe em reviyan... 
  Di rê de em herdû jî bêdeng bûn. Min rahişte pirtûka xwe vekir û dest bi xwendinê kir. Min serê xwe rakir çi kurikkî bi qarîzma li himberî min yaboo. Gelo me perê zêde daba falcî, wê ev kurik jî derketiba di fala me de?....

-Kovara Şêmamok-2017

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen